Onder: Hikûmet polîtîkayên xwe li ser tirsa Geziyê amade dike 2017-05-25 09:21:54 ENQERE - Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku hikûmet piştî Geziyê hemû polîtîkayên xwe li ser tirsa Geziyê amade dike. Onder, da zanîn ku herî zêde HDP’ê Gezî fêm kir û wiha got: “Serkeftina 7’ê Hezîranê serkeftina Geziyê bû.” Her wiha ji bo pêvajoya çareseriyê jî ev tişt anîn ziman: “Bila li tu kesî bendewariya ku dê pêvajo dest pê bike an jî dest pê kiriye peyde nebe. Ev bi temamî nêzîkatiyeke xapxapî ye û hedefa wê ew e ku zemîna têkoşîn û daxwazê lawaz bike." Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîn, di dema salvegera bûyerên Geziyê de hatin binçavkirin û li gel talûkeya jiyana wan heye jî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li ser berxwedana Geziyê ya di 28’ê Gulanê de destpêkir û di 1’ê Hezîranê de li tevahî Tirkiyeyê belav bû de 4 sal derbas bûn. Yek ji aktorên herî girîng ên wê demê Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder berxwedana Geziyê ji dihaber'ê re vegot. * Em 4’emîn salvegera berxwedana Geziyê dijîn. Dema em 4 salên bihûrî dinirxînin, mirov dikare bi çi awayî pênaseya vê berxwedanê bike? Bê guman çiqas dem ser re derbas bibe dê nirxandinên xwînsartir bên kirin. Bi vê wesileyê ez dixwazim hemû kesên li wir jiyana xwe ji dest dane û tendirûstiya xwe windakirin bi rêzdarî û mînet bi bîrbînim. Kesên jiyana xwe ji dest dan, tendirûstiya xwe windakirin û yên bi astengiya laş mecbûr man bijîn… Gezî ji destpêkê ve şahiyeke ku koreografiya wê tune bû. Geziyê ku îtîraz, mafê jiyanê û redkirina mudaxeleya mafê derdorê di nava xwe de dihewand derket holê. Lê wekî niha kesên rastî cudakarî, dijminatî û tune tên hesibandin cihê xwe di nava vê îtîrazê girtin. Bi vê wateyê di nava têkoşîna demokrasiya sivîl a Tirkiyeyê de cihekî girîng girt. * Behsa tirsa ku ava kiriye tê kirin… Ev rewş serdest ewqas tirsandin, 4 sale dema polîtîkaya xwe amade dike mecbûr dimîne ku bi tirsa Geziyê tevbigere. Mînaka nûjen; Binçabkirina hevalên me Nuriye û Semîh e me dît. Dadgeh bi hinceta ‘dibe Geziyek nû avabikin’ biryara girtinê da. Ev aliyê wê gelek girînge. * Ev tirsa Geziyê çiye? Îtîraza civakî ye. Di nava taybetmendiyên Geziyê de ya destpêkê ew bû ku ji 7 heta 70 salî, jin, zarok kesên ji fikrên siyasî yên cuda hatin gel hev îtîrazek giştî û motosa jiyanek nû pêkane xistin meriyetê. Tişta ku li pêş dîrokê em berpirsyarin eve: Hemû kesên ku cihê xwe di nava têkoşîna Geziyê de girtin-ez destpêkê xwe dixim nav û dibêjim-me gel bitêrî birêxistin nekir. Ev kêmaniya me ya herî mezin bû û berpirsyariya me bû. Ew rih, hîs û pratik me dikarî derbasî foruman bikira. Em hem direng man hem dewlet xedar nêz bû hem jî di bin siya nîqaşên hişt de nirxê wê baş nehat fêmkirin. * Xwe avêtina we ya li ber dar hêjî di mejiyê mirovan de ye. Tişta ku hişt we xwe avêt ber kepçeye çi bo? Îktîdar vê hertim bi zimanekî sûcdar diaxive lê ez carkdin bêjim: pirsgirêk ne tenê mesela darekê bû. meseleya bertek nîşanî qubedetiyê dayîn û gotina li cihê xwe bisekine bû. Tişta ku em jêre dibêjin Platforma Geziyê platformeka ku ji 8 hevparan civaka sivîl pêk tê bû. Di nava avakarên wê de rêxistina BDP’ê ya Stenbolê jî hebû. Gezî tişetekî ku di rojekê de derket holê nebû. Hewldaneke ku beriya salekê gav bi gav hatibû amadekirin bû. Ez jî wê demê parlamentere herêma duyemîn a Stenbolê yanî parlamentere wê herêma ku dixwestin zilmê pêk bînin bûm. Ji ber vê yekê me networkek avakiribû li ser zincîra maîlê me geşedanên li wir dişopandin. Beriya 3 rojan dema trafîka maîlan bil ez bû me pêwîstî bi lêhurbûnekê dît. Min lê nêrî di bin navê projeya peyatî, operasyoneke ku endamên CHP’ê jî dengê erê daye dikişînin vir. * CHP’iyan dengê erê dan? Erê hem endamên encumena Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbol hem jî ya Beyogluyê piştgirî dan û bi dengên hevpar projeya peyatiyê derket holê. Dema birêz Sayin Gursel Tekîn qat ziyaret kir, min jê re got ‘endamên we ji vê projeye re dengê erê bikar anîn’. Wî jî got ‘ger tiştek wiha hebe ez ê dest ji siyasetê berdim’ heta en nîqaş li pêş xebatkarên çapemeniyê hat jiyîn. rojek piştî wê Haberturkê bikaranîna dengê erê ya endamên CHP’ê bi belge kir. Ji ber vê aliyekî ku vekirina navenda bajar a ji bo piyas û bazara neo-lîberal ev bû. Tişta herî kêm wekî vê girîng, girtina qada ku di mejiyê civakê de bicih bûye bû. Her du aliyên wê ev bûn. Ger hûn li dijî vê îtîrazekê pêş nexin, dê hemû qadên li bajaran bi heman tiştî re rû bi rû bimana û dê hemû eko sîstem qurbana mantiqê piyasayê bê kirin. Ji ber vê îtîraz hat kirin. * Ger em bizivirên wê rojê… Wê rojê dê daxuyaniya çapemeniyê bihat dayîn ez ji Enqereyê ketim rê. Saet di 11.00’an de min wesayîta xwe li ber Parka Geziyê parq kir û 30-40 kesên bi hestiyar ên rastî gazê hatin ber bi aliyê min ve hatin. Polîsan gaz diavêt van kesan. Min ew jî girtin gel xwe û ketim qadê. Ji ber min mesele dizanî hêzên ewlehiyê di nava kêmasiyê de man. Pêwîstiya wan bi destûra ku ji Komeleya Parastina Hebûna Sirûştê hebû. Ger birîn an jî sewqkirina daran mijara gotinê ye, hem dê ji vir destûr bigirin hem jî dê li vir du çavdêr hebin. Ew hey ana. Şaredarî wesayîtên xwe dixebitîne; lê di heman demê de ev daye fîrmayekê û ew fîrma ji bir pay digire. Çi karê qemyona şaredariyê li vir hene? Ruhsata wê heye na tune ye. Dema min ev hemû pirs li ber kamereyan ji wan pirsîn amîrê midûryetê yê wê demê got ‘ji vî karî bêhnek pîs tê’ ew bi gotina wî dibêjim, wê demê gelek jin xwedî li wê derê derdiketin, gotin ‘ji van xaletan re bêje şuşeyên pet diavêjin me bila ne avêjin ez polîsan ji vir nakişînim’. Polîs paşde vekişandin. Piştî du rojan bi çewisandina îktîdarê re carek din hatin. 2-3 dar birîn. Ez gihiştin a 3’yan û min xwe avêt ber kepçeye. Hestiyariyek civakî ava bû û ev tiştekî mafdar bû. Ya din jî hovîtiya ‘ez çi dixwazim dê bikim’ di nava mirovan de rastî bertekek mezin hat. Her kesî îtîraza xwe anî û li vir vegerandin platformek hevpar. * Wê demê gotin mirov bi xwe ketin nava tevgerê û ferasetek ku rêxistinbûyîn ne baş didît hebû. We jî got ku 8 koman salekê amadekarî kirin. Ev kar ji ber xwe ve çêbû yan jî çêbûneke rêxistinkirî bû? Ji aliyê herkesê ku dinêre di nav nirxandinan de aliyeke rast heye. Lê rastî nikare ev qas bê parçekirin. Bê rêxistikirin tu tiştek çênabe. Lê em nikarin ji kesên dibêjin em tevgereke bêrêxistinkiribû re tiştekî bêjin, ji ber ku gelek kesan ji televîzyonê bihîstin û biryara hatina wir dan. Ger em rastî komî serhev bikin têkoşîna birêxistinkirî di heman demê de têkoşîna pêşenge. Hûn pêşengiyê bikin ger pêşengiyek we ya rast hebe, hûn koorîdantan rast nîşan bidin ger di tevlîbûnê de teredut nake. Wekî rexnedayînekê, di aliyê siyasî de dema em li 3 demenên dîroka siyasetê dinêrin wekî partî me gelek kampanya birêxistinkirin. Ez dikarim çavdêriyên xwe vebêjim. Hinek kampanyayên me hene ku bi heman me amadekariyên wan dikirin. Lê me ji gel beramberiya wê nedît. Hinek kampanyayên me hebûn ku bi amadekariyek kêm jî beramberiyek mezin didît. * Hûn vê îtîraza bi hêz a di pêvajoya çareseriyê de pêşketiye bi çi ve girê didin. Pêvajoya çareseriyê bandorek çawa li ser vê kir? Di pêvajoya çareseriyê de kêm be jî di meş û çalakiyan de em ji zetên polîsan dur ketin. Di pêvajoya çareseriyê de pênaseyên Ocalan ên ji bo demokartîkbûnê girîng bûn. Ji ber vê yekê faktora sereke hebûna hawirdorek wiha bû. Faktora duyemîn, di şerê 40 salin de operasyonên bertîlî yên dewletê ew qas hatin krîmînalîzakirin û yek alî hatin pêşkêşkirin, kî çalakiyekê li dar bixe bi cudarkariyê, terorîstiyê dihatin pênasekirin. Ev ziman piçek hatibû çewisandin. Dema kes hewl didan îtîrazeke bi vî rengî bînin ziman digotin ‘ne pêwîste’. Di vê wateyê de pêvajoya çareseriyê ji bo derketina îtîrazan bandorek ava kir. * Ji aliyê hikûmetê ve bidawî kirina pêvajoya çareseriyê ji bo wê li cihekê disekine… Bêguman mijarek ku berfireh bê nirxandine; lê divê bal bê kişandine ser tiştekî. Ev ji bo gelek girîng bû. em siyaseta giştî ji bo wê ne bûn bersivek têrker. Piçek diren hat nirxandinên me yên ji bo Geziyê. Piştî 3 rojên destpêkê dema li welat belav bû li gelek cihan buroyên BDP’ê hedef hatin girtin. Dema avahiyên BDP’ê hedef hatin girtin gelê kurd ketina nava fikara ev tiştekî li dijî me ye. Lê tişta ku em jê ders bigirin û hêvî jê bigirin eve. Dînamîka Geziyê pêşiya van hewldanan girt. Rih û kimyaya Geziyê nîşan da ku ev rê nîne, dewlet tiştên wiha tahrîk û teşvîk dike û dest bi parastina avahiyan kirin. Piştî hefteyekê ev êrîş bi dawî bûn. * Bi vê ve girêdayî di nirxandinek a Selahattîn Demîrtaş de gotina bi tevger re gelê kurd div an çalakiyan de cihê xwe ne girtiye û bi mesafe nêz bûne hat rexnekirin. Tişta ez behs dikim arastebûyînên roja destpêkê gelê kurd ber bi dudiliyekê ve kişandin. Gel dikare bikeve dudiliyek wiha, lê hebûnên siyasî mecbûrin ku vê li cihê wê fêm bikin û bi mafî binirxîne. Ez behsa birêz Selahattîn nakim. Nirxandinên wî hatin berovajîkirin. Le ger tevgera siyasî ya kurd dê di Geziyê de bê nirxandin ji ber lezbûna wê rexnekirinê heq dike. Lê hemû eve. * Bandora erênî û nerênî ya Geziyê li ser siyastê çibû? Piştî Geziyê tu tişt wekî berê nebû. Serkeftina me ya 7’ê Hezîranê serkeftina ku rihê Geziyê diwest bû. Piştî mesela Geziyê derbas bû em li pariyên siyasî yên din binêrin; CHP çû bi MHP’ê re namzede hevpar derxist ji bo namzediya serokomariye. Di hilbijartinên herêmî de kîjan sûcdar hebûn ew wekî namzed nîşan dan. CHP’ê tu tiştek ji Geziyê ne girt. Ez direngmayîna HDP’ê ya me gotî jî hesab dikim û dibêjim; bû aliyê siyasî yê ku ev rih û bûyer bi rastî analiz kir. Kampanyaya me ya hezîranê û ya Geziyê wekî hev bûn. Kopyaya hev nebûn; lê bi heman afrînerî, çoş û rengiyê bû siyaseta me. Ji bo dewletê, dewlet êdî di her îtîrazek biçûk a civakê de Geziyê tîne bîra xwe û hewl dide biçewisîne. * Ev kar bidawî bû. Hinek alî behsa rihê Geziyê yê domdar dikin… Ev kêmaniyeke, tişekî dibêje Gezî didome tune ye. Têgîna rihê Geziyê têgîneke razbere. Ji ber ku tişteke ku di nava xwe de destpêkir, ket şêweyek din û piştre bi dawî bû. Pênaseya riha Geziyê hike jî lewaziye. Di şertên ku Geziyê afarinadin de aliyên tevlî Geziyê bûn jî gelek zaran zanav guherandin. Gezî yek ji pêvajoya herî bi wate ya ji bo dîroka têkoşîna me ye. * Nêrînên Rêberê PKK’ê Ocalan ên ji bo pêvajoya Geziyê çi bûn? Bi bûyerên Geziyê re ez ji Heyeta Îmraliyê hatim durxistin. Ji ber vê yekê min nirxandinên wî ji wî ne bihîstin. Lê nirxandinên wî çêbûn. Wê derê jî tevgera êrîşkar a hikûmetê rexne kirbû. Bawerim 3 meh an jî 4 meh ez ji Heyeta Îmraliyê hatibûm derxistin. * Tesbîta bingehîn a ji bo Geziyê çi bû? Birêz Ocalan ji ber li ser bingehê divê ev qada demokratîk bê berfirehkirin lê dinêrî difikirim bi israr ez dixwestim. Ne ji ber nêzîkatiyek taybet a ji bo min. Ev wekî cezakirinekê hatibû fikirîn. Ger ev bê cezakirin, Birêz Ocalan musadeyî vê bike, dê parlamenterekî ku îtîraza demokrasiyê kiriye nerênî bike û dê ji bo wan bibe rewabûnek. Ji ber wê gelek israr kir hertim pêşniyar kir ku em wê diyarkeriya ji wir derketiye bi rastîbûna HDK’ê baş binirxînin. * Ger em vegerin siyasete rojane, we kongre pêk anî. Piştî wê nûçeyen ku dibêje Sirri Sureya Onder dest ji siyasetê berdide bûn manşet. Ev hinekî serî tevlîhev kirin… Bawerim ev xelatiya min e. Ez nikarim kesekî sûcdar bikim. Lê ligel ev qas tecrubeyan jî mirov bi rewşên wiha re rû bi rû dimîne. Ez vê gotinê carek din dibêjim. Di roportajek beriya salekê min dayî de jî min hema hevok bi kar anî min got ev dema min a dawiya li meclîsê. Gotinek ku dibêje ez siyasetê berdidim tune ye. Gotin wiha bû ezê siyasetê bi sînemayê bidomînim. Parlanmenterî wekî pîşeyekê tê dest girtin. Yan jî wekî aliyekê siyasetê yê nebe nabe tê dîtin. Lê dê wisa neyê famkirin di berpirsyariya min de ye. Ji ber wê ez lêborîna xwe ji mirovan dixwazim. * Meseleya siyaset berdanê? Ez sosyalîstekim û yek ji kesên ku alîkarî ji bo pêkhatina fikriyata HDP’ê kirine me. Yek ji avakarên yekemim. Difikirim ku pêwîstî bi HDP û û fikriyata wê heye. Ji ber wê yekê endamtiya min a HDP’ê û têkoşîna min a siyasî bê navber didome. Ev ji bo me şêwekî jiyanê ye û dê bidome. Min wekî ji bo demekê piştgirî bidim namzediya parlementeriyê qebûl kiribû. Ji ber di sînemayê de danehevek girîng a min heye û gelek tiştên ku em hilberînim hene. Tişta ez di siyasetê de dikim gelek ciwan, hevalên me yên xwedî berhemdar dikarin ji min baştir û bibandortir bikin. Ez vê dibinim. Ji bo gotinê vê nabêjim. Ez behsa siyaseta rojane dikim. Lê hilberîna di qada hunerê de zehmetire. Me tecrubeyek baş jî girtiye. Ez kesekî ku di kulvara sinemaya polîtîk dikimim. Beriya ez bimirim dixwazim van tecrubeyên xwe bi gelê Tirkiyeyê re parve bikim. Tiştekî ku ji vê xwezayîtir tune ye. Hemû hevalên min jî dizanin ku wiha ye. Lê bawerin di aliyê berdanê de daxwazek civakî heye. (biken) dema her kes bi arezû xwe davêje ser… * Gotinên Ahmet Hakan ên ji bo gotine jî hene. Ahmet Hakan îro dest bi pîvana samîmiyetê kiriye. Bêyî ku hedê xwe bizanibe. Çelepe. Tu kî yî. Gelek gotinên dînan. Dibe ku ji ber wî bihêrs bibim û dîsan berdewam bikim. * Temam yan berdewam? Deynê min ji bo gelê Tirkiyeyê heye. Ev têkoşîna aştiyê, heta bigihije azadî û aştiyê ezê di nava bê têkoşînê de bim. Li parlamento, kolan, sendîka, sinema û wêje. Ev deynê me yê ji bo hevalên me yên zîndanê, gelê tikriyeyê, kesên me dane axê û pêşeroja me ye. Berpirsyariya me ye. Yê ji vê bireve îxanetî hemû nirxan dike. Em nikarin ji vê birevin. * SJi roja hûn ketin nava siyastê heya roja îro her tim tê gotin ku çavê Sirri Sureyya Onder li sînemayê ye? Raste. Tu caran ji rojeva min derneket. * Di qada sînemayê de projeyên we yên çawa hene? Dema teklîfa namzediyê hat, min dest bi projeya Qetlîama Mereşê kiribû. Di dema kampanyaya hilbijartinê de dihizirîm ku li sekûka sînemayê bim. Destpêkê ew heye ez ê wê bi dawî bikim. Çîroka qetlîama Mereşê ji kêşanê re amadeye. Çîrokeke ku bi çavê du zaroka qetlîmanê vedibêje. Dîsan xebateke min a ku bi pîvana cihanê li meseleya koçberiyê dinêre heye. çîroka kesekî Yozgakli yê li Dîwarê Berlînê xanî çêdike jî min bi dawî kiriye. Li benda kêşanê ye û min piştgiriya navneteweyî jî girt. Çîrokek derbarê pêvajoya çareseriyê jî heye. hêjî sernaryoya wê bi dawî nebûye. Dîlê Nehemîn cîrokek min a wiha jî heye û gelek çîrokên din. Sanaryoya her sêyan jî min nivîsandiye. *Projeya Îmraliyê yan jî em bêjin di serî de senaryoya Ocalan di nav projeyên we de cih digirin an na? Niha ji bo mirovên ku vî tiştî difikirin xwe digirim. Çimkî, ya girîng ew e ku ew bi xwe biryara vê bide û bi xwe koordînatan diyar bike. Lê di vê meseleya ku min jê re got 'Esîrê Nehemîn' de, ji xwe ew bi her awayî heye. Lê em niha naveroka wê nebêjin, dema me kişand hûn ê bibînin. *Yalçin Akdogan wek tawanbariyekeê anî bû ziman. Gotibû 'Ji xwe hûn ancax bikaribin fîlmê pêvajoya aştiyê an jî çareseriyê bikişînin.' Heke em vê wek bersivekê biwesfînin, ev teqabulî çi dike? Beriya her tiştî ew gotin ji hunerê bêpar e. Bêparbûna ji hunerê, bêparbûna ji jiyanê ye. Li vir rewşeke ku fîlm biçûk dixîne heye. Ji ber vê yekê ez qebûl nakim. Hûn ê fîlma wê bikşînin, çî ye îjar. Fîlm an jî hilberînek hunerî bi qasî jiyanê girîng û nirxdar e. Çimkî jiyan e. Em wê deynin hêlekê. Lê ew mirov qesda çi kir. Qesda vî tiştî kir. Gel piştevaniya xwe ya ji bo HDP'ê du qatan zêde kir. Û bi awayekî zêde dengên AKP'ê kêm bûn. Bi nêzîkatiyeke qels ku dema ew hebin dê pêvajoya çareseriyê hebe û wek pêvajoya çareseriyê lutfeke wan be tevgeriyan. Ji ber vê ji bo wê mijarê min qet wî esas negirt. Wî nagirim jî. Çimkî dînamîkên cuda yên ji bo destpêkirina pêvajoyê û qedandina wê hene. Heta ku aştî û azadî nebe daxwazeke civakî, heta ku wek daxwazeke civakî xwe ferz neke, heta ku paradîgmaya şerî ya dewletê nexitime dê aştî pêk neyê. Lê dema ev çêbibin dê aştî bivê nevê be. Yanî dînamîk wisa pêş ve diçe. Heke em aştiyê civakiyî bikin, ji bo azadiyê bitêkoşin, zilm û zordariyên li hemberîî vê berteraf bikin dê aştî û azadî bê. Yanî kes tiştekî lutfî me nake. *Hîn jî di vî warî de ji îktîdarê bendewariyên hin... Ji xwe ya ku hin kurdên netewperst û rastgir fên nakin ev e. Wisa zen dikin ku heke destliserhev bê sekinandin dê mafên kurdan bê bexşkirin. Pergaleke wisa tune ye, cîhaneke wisa tune ye. Dîrokek wisa tune ye. Ev tam li gor dilê AKP'ê ye, dem dem bandorê li hin mirovan dike û ev nêzîkatiyeke xapexap e. Aştî di destê me de ye. Azadî jî. Heke em bitêkoşin, heke em vê xurtir bikin dê ewqas nêz bibe. *We kongreya AKP'ê çawa nirxand? Hêvîdarim hin tîpên qels tiştekî ji vê derxînin. Yanî wek heke em li gor wan tevbigerin û ji her tiştên wan re bibêjin erê dê pêvajo ji nû ve dest pê bike. Lê binihêrin zilam got çi. Yanî ev kar bi çokvedanê nabe. Me hemûyan bi awayekî baş ev fêm kir. *Bi çi dibe? Bi çokvedanê nabe, bi serbilindiyê dibe. Bi têkoşînê dibe. Û bi berfirehkirina qada têkoşînê, qada demokratîk û îtirazên demokratîk divê. Îro şert û mercên vê tune ne. Îro mixabin -kêmaniyên me jî hene- aştî wek daxwazeke civakiyî xwe nade der. Ji bo veneguhere rewşeke civakiyî îro girtin, operasyonên îmhakirinê hene. Ji ber vê yekê divê em hemû enerjiya xwe ber bi cihê ku ew lê ne ve bivin. Hemû siyasetmedarên me yên sivîl girtin. Bi nanê wan lîstin. Her roj êrîşî mafên jiyanê yên bingehîn dikin. Bila li tu kesî bendewariya ku dê pêvajo dest pê bike an jî dest pê kiriye peyde nebe. Ev bi temamî nêzîkatiyeke xapxapî ye û hedefa wê ew e ku zemîna têkoşîn û daxwazê lawaz bike. *Gotina dê OHAL bidome, em ê ranekin, ji bo çi em ê rabikin heye. Dê heta kuderê bidomîne? Heman tişt ji bo vê diyardeyê jî têbar e. Hêza nirxandina zanistiyî ji vir tê. Em ew mirov in ku mecbûr in bi ilmê bifikirin. Ma dê ji bo çi rabike. Kî daxwaz dike? Ma ji bilî me kesên ku daxwaza vê dikin hene? Partiya muxalefeta sereke ji bo gelek sepandinên antî-demokratîk, ji bo domandina OHAL gotiye 'Li dijî Qanûna Bingehîn e, lê em ê bibêjin erê.' Ma wê rake? Tu gotineke ewqas qerpalî bikî û li ser vê pratîkê ava bikî, ma dê ji bo çi rabike. Ji bilî me tu ke sdaxwaz nake û ji bilî me tu kes îtirazî rewşa heyî anke. Heke hebûna ma qey dê di girtîgehan de bûnan. Ji ber vê mêrik riya baypasskirina hemû riyên 'huqûqî' dîtiye. Meclîs tune ye, kesên bela xwe tê bidin tune ne, venêrîna dadgehan tune ye, huqûq tune ye... Ya ku ji devê wî dertê vediguhere fermanê. Ma dê ji bo çi rabike, dê kî dev ji vê konforê berde. Ji ber vê divê em têkoşîna ber bi zemînekî berfirehtir, zemîneke tifaqê ve bibin. *Ev meseleya tifaqê zaf tê nîqaşkirin, zemîneke vê heye? Her tim heye. Mercên objektîf hene. Carinan kesek, bûyerek herka dîrokê diguherîne. Dema em li serdemên dîrokî dinihêrin em dibînin ku di rojên herî bêhêvî, reşbîn de çêbûye. Kenan Kirkaya / Selman Gozelyuz - dihaber