Siyasetmedarên kurd bi gefa PDK'ê re rû bi rû ne 2017-05-30 09:16:35 AMED - PDK, gefa dersînorkirinê li siyasetmedarên kurd dixwe. Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Ramazan Tunç li hemberî vê gefxwarinê bertek nîşan da û wiha got: "Niha kirasê PDK'ê li çewisandinên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî siyasetmedarên kurd hatiye kirin û tên domandin." Bi salan e gelek siyasetmedarên kurd ku ji ber dozên ku ji ber xebatên wan li wan hatine vekirin ji neçarî berê xwe dane Herêma Kurdistana Federe. Lê belê niha heman siyasetmedar vê carê jî bi çewisandinên PDK'ê re rû bi rû ne. Ji ber Serokomar Erdogan û AK Partî bi ser Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe diçe, rêveberî dixwaze siyasetmedarên kurd ji Hewlêrê dersînor bike. Der barê vê mijarê de Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Ramazan Tunç axivî. Tunç, bertek nîşanî vê nêzîkatiya PDK'ê da. ‘KIRASÊ PDK'Ê LI ÇEWISANDINÊN AKP'Ê HATINE KIRIN Û BI VÎ RENGÎ DIDOMIN' Tunç, anî ziman ku her diçe AK Partî li dijî destkeftiyên tevgera siyasî ya kurd polîtîkayên xwe yên çewisandinê zêdetir dike. Tunç, got ku ji bo li qada navnetewî jî çewisandin kûrtir bibin hikûmet kampanyayan bi rê ve dibe. Tunç, diyar kir ku di vê kampnayaya çewisandinê ya Tirkiyeyê de Rêveberiya Kurdistana Başûr jî cih digire û wiha got: "Dixwazin bi tasfiyekirina siyaseta kurd destkeftiyan bi dest bixin. Hevalên me yên li Kurdistana Başûr, ji bo siyaseteke demokratîk têdikoşin." Tunç, dest nîşan kir ku Asayîşa PDK'ê li Hewlêrê xebatên tevgera siyasî ya kurd asteng dike û wiha axivî: "Dixwazin bi binçavkirin û girtinan tevgera siyasî ya kurd tasfiye bikin. Asayîş tim hevalên me dişopîne. Çewisandinên li ser hevalên me yên ku ji ber çewisandinên Tirkiyeyê derbasî Kurdistana Başûr bûn bi tu awayî nayên qebûlkirin. Bandora vê ji ber Tirkiyeyê ye jî. Niha kirasê PDK'ê li çewisandinên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî siyasetmedarên kurd hatiye kirin û tên domandin." ‘DIXWAZIN QADÊN SIYASETA KURD BÊN TENGKIRIN' Tunç, dest nîşan kir ku divê li ser asasê yekîtiya tevgera siyaseta kurd tevgerînek hebe. Tunç, balê kişand ser rol û rista tevgera siyasî ya kurd a li Rojhilata Navîn û wiha domand: "Dema di sala 2014'an de DAIŞ derket holê, li Rojhilata Navîn hevseng serobino bûn. Tevgera siyasî ya kurd li Rojava û Şengalê, gelê kurd parast û ji bo parastinê tevdîr girtin. Berfirehkirina qada siyaseta kurd girêdayî bingeheke etnîk e. Dema rewş ne wisa be, mekanîzmayên ne demokratîk hewl didin ku van qadan teng bikin." Tunç, anî ziman ku ji ber ku siyaseta kurd xwedî paradîgmaya netewa demokratîk e û li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke alternatîf e, bi çewisandinên hin partiyên siyasî rû bi rû dimîne û wiha axivî: "Çavkaniya vê ew e ku di ser dijminahiya Tirkiyeyê ya bi kurdan re dixwazin biafirînin. AKP a ku li ser dijminahiya bi kurdan re polîtîkayên xwe bi rê ve dibe, her çi qas dijberê Esad be jî; dema mesele dibe dijminahiya bi kurdan re dev ji hemû polîtîkayên xwe berdide û yekîtiyê bi Esed re çêdike. A rast em emareyên vê di AKP, CHP û derdorên netewperest de dibînin." Tunç, PDK'ê hişyar kir ku divê dev ji van polîtîkayên xwe yên dersînorkirina siyasetmedarên kurd berde û wiha got: "Divê PDK'ê neyê vê lîstika Tirkiyeyê. Ev ne li gor berjewendiyên kurd û Kurdistanê ne. Ev ne li gor berjewendiyên gelên ku dixwazin li Rojhilata Navîn bi paradîgmaya netewa demokratîk bijîn."