Hezer a dixwazin parlamenteriya wê bixin: Ancax bi biryara gel dê peywira me bi dawî bibe 2017-05-31 09:19:29 ENQERE - Parlamentera HDP'ê Tugba Hezer a ku xebatên wê yên Ewropayê nayê qebûlkirin û bi hinceta "berdewamî xebatanên meclîsê nake" tê xwestin parlamenteriya wê bê xistin wiha got: "Gel me hildijbêre û ancax bi biryara gel ve peywira me ya bijartebûnê dê bi dawî bibe." Hewldana xistinaparlamenteriya parlamenterên HDP'ê Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz bi hinceta "tevlî xebatên meclîsê nebûne" berdewam dike. Dîwana Serokatiya Meclîsê dosyaya herdu parlamenteran şand Komîsyona Têkel. Ger ku komîsyon ji bo xistina parlamenteriya wan biryarê bide dê dosyayê bişîne Civata Giştî ya Meclîsê û bi dengdayîna li vir ve dê biryar bê dayîn. Parlamentera HDP'ê Tugba Hezer a li Ewropayê ye têkîldarî hewldana xistina parlamenteriya wan nêrînên xwe parve kir. Hezer anî ziman ku ew li ser peywirdarkirina partiya xwe ve çûye Ewropayê û wiha axivî: "Qebûlnekirina xebatên me yên li Ewropayê û wekî berdewamnekirin destgirtin nêzîkatiyekî kêfî ye." 'HEWLDANA MECLÎSA BÊ HDP BÊ AVAKIRIN HEYE' Hezer da zanîn ku hevserokên wan ên giştî û gelke parlamenterên wan li girtîgehê ne û ji ber vê yekê nikarin xebatên xwe dibomînin. Hezer wiha axivî: "Tevlinebûna me ya xebatên qanûnçêkirinê wekî hincet tên nîşandan. Lê bi fermana Erdogan û erêkirina Meclîsê ve destnedayîna parlamenterên me bi awayekî li dijî reziknameyê û qanûna bingehîn hate rakirin û hatin girtin. Bi mehan e li girtîgehê ne û nikarin tevli xebatên qanûnçêkirinê bibin. Ev nehiqûqî meclîsê aciz nake." Hezer got ku hewldaneke Erdogan û îktidarê ya Meclîsekî bê HDP ava bikin heye û dîsa anmanc jî bêdengkirina kesên ku deng dane HDP'ê ne. Hezer got ku biryarên ku der barê wan de hatiye girtin parçeyekî vê yekê ye. Hezer destnîşan kir ku bi êrîşên li dijî HDP'ê ve kesên deng didin HDP'ê tên inkarkirin û armanca HDP'ê afirandina Tirkiyeyekî demokratîk e, dixwaze vî deriyê veke lê bi êrîşanv e ev derî tê girtin û kilîtkirin. Hezer wiha got: "Tirkiye niha tarî ye û bi êrîşên li dijî HDP'ê ve jî tarîtî tê zêdekirin û kurkirin." 'BI ÊRÎŞAN VE DIXWAZIN ÎRADEYA JINAN BIŞIKÊNIN' Hezer anî ziman ku armanaca êrîşên li dijî HP'ê yek jî ew e ku bi girtina parlamenterên jin û xistina parlameteriya wan ve îradye jinan şikandin e. hezer wiha got: "Ji bo ku tekoşîna jinan bê tunekirin. îradeya jinan bê şikandin tekane seroka jin ango hevseroka giştî ya me Fîgen Yuksekdag hate girtin û parlamenteriya wê hat xistin. Bi vê yekê re negihiştin armanca xwe û bi heman awayî endamtiya wê ya partiyê hat xistin. bi heman awayî parlamenteriya hevala me Nursel Aydogan hate xistin. Armanca din a êrîşa şikandina îradeya jinan e." Hezer got ku pêdiviya Tirkiyeyê bi derketina ronohiyê heye, pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi aştî û demokrasiyê heye. Hezer herî dawî wiha got: "Berpirsyariya me ya li hemberî gel dê neguhere. Dema ku parmenteriya hevseroka giştî ya me Fîgen Yuksekdag û ya parlementera mi NUrsel Aydogan hate xistin jî me got. Gel me hilbijartiye û ancax bi biryara gel ev peywira me ya bijartibûnê dê bi dawî bibe."