Pirsgirêka jinên karker bir Meclîsê 2017-06-01 13:15:59 ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, di mijara çareserkirina pirsgirêka jinên karker de xebatek tê meşandin an na ji Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman pirsî. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan derbarê şert û mercên xebitîna karkerên jin de ji bo bi bersivîne pêşniyarpirsek da Serokê Meclîsê. Ocalan di hinceta pêşniyarpirsa xwe de diyar kir ku karkerên zeviyan rojê 14-15 saet dixebitin û bi 35-40 lîra di şertên zehmet û bêewle de tên xebitandin. ‘JIN ZÊDETIR PIRSGIRÊKAN DIJÎN’ Ocalan, da zanîn ku bi taybet jinên karker di şertên zehmetir de dixebitin û wiha got: “Jin di rê û zeviyan de rastî tacîz, tecawîz û şîdetê tên ev pirsgirêkên girîngin.” Ocalan, ji bo Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman bi bersivîne ev pirs pirskirin. * Ji sala 2017’an ve hêjmara karkerên zeviyan ên bêqeyt û bi qeyt çendin? Di nava vê hêjmarê de hêjmara jinên karker çende? * Piştî giştînameya “Sererastkirina Xebat û Jiyana Civakî ya Karkerên Demsalî” a di 24’ê Adara 2010’an de û giştînameya karkerên zeviyê ya 19’ê Nîsana 2017’an de hat derxistin, dix ebat û jiyana civakî ya karkeran de sererastkirine hat kirin yan na? * Ji 2010 heta 2017’an di birin û anîna karkeran de çend qeza pêk hatine û di van qezayan de çend karkeran jiyana xwe ji dest da? Ji bo pêşî li qezayan bê girtin xebatek hat meşandin an na? * Ji sala 2010 heta 2017’an hêjmara karkerên zarok ên dixebitin çende? Xebatên ji bo pêşî li xebitîna zarokan bên girtine çine? * Ji bo şertên û mercên jiyana û xebata jinên karker bê başkirin û ji bo pirsgirêkên ji ber nasnameyên xwe dijîn bên derbas kirin xebatek tê meşandin? * Ji bo zayendperestiya li nava karde bê rakirin xebatek tê meşandin?