DYA û Rûsya ji ser kurdan re peyamê didin hev 2017-06-02 09:16:41 ENQERE - Di serdemeke ku hema bêje QSD xwe gihandiye navenda Reqayê de, Rûsya li ser hevdu daxuyaniyan dide. Nivîskar Musa Ozugurlu, diyar kir ku DYA û Rûsya ji ser kurdan re peyaman ji hev re dişînin. Beriya operasyona Reqayê, hêzên navnetewî li ser hevdu daxuyaniyan didin. Piştî ku DYA çek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re şandin û QSD nêzî sînorê Reqayê bû, Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derve yên Rûsyayê li ser hevdu îdiayên wek "YPG bi DAIŞ'ê re li hev kir, ji bo DAIŞ'ê ji Reqayê derkeve korîdorê jê re vedike" davêje holê. VEGOTINA KU 'RÛSYA BI TIRKIYEYÊ GEFAN LI KURDAN DIXWE' Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, der barê van tawanbariyan de daxuyanî da Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê. Ehmed, di daxuyaniya xwe de got ku Rûsya di ser Tirkiyeyê re gefan li wan dixwe û sedema sereke ya van tawanbariyan jî ev e. Ehmed, dest nîşan kir ku ew van îdiayan hemû wek peyama "heke hûn herêmên xwe ji bo rejîmê venekin, dê Tirkiye li we bide û em ê nikaribin tiştekî bikin" dixwînin. Hêjayî gotinê ye ku mirov bibêje, ev nîqaş hemû di dema ku NATO tevlî Koalîsyona Li Dijî DAIŞ'ê ya Navnetewî bû, dema çek ji QSD'ê re hatin şandin û dema ku operasyona bi pêşengiya QSD'ê tê birêvebirin xwe spart sînorê Reqayê de hatin kirin. Her wiha berê daxwaza beşdarbûyîna operasyonê ya Artêşa Sûriyeyê jî hatibû ragihandin û Hikûmeta Sûriyeyê der barê vê mijarê de hin daxuyanî dabûn. RÛSYA DIXWAZE ÇI BIKE? Nivîskar-Rojnameger Musa Ozugurlu, ku demeke dûr û dirêj e ji nêz ve geşedanên li qadê dişopîne, got ku di hedefa van tawanbariyên Rûsyayê de yekser ne YPG, DYA heye û Rûsya di ser YPG'ê re peyam ji DYA'yê re şandiye. Ozugurlu, îdiayên ku bi DAIŞ'ê re li hev kirine jî bi van gotinan "Daneyên ku van îdiayan piştrast bikin tune ye" nirxandin û wiha domand: "Heke em vê îdiayê rast qebûl bikin jî, dibe ku lihevkirineke DYA'yê bi DAIŞ'ê re hebe. DYA bi zor û zehmetiyên operasyona Reqayê baş dizane û dibe ku serî li tiştekî wisa bide." RÛSYA LOMEYAN DIKE Ozugurlu, anî ziman ku ne mumkun e ku YPG bi DAIŞ'ê re li hev bike û wiha got: "Ev daxuyaniyên Rûsyayê ji o YPG'ê hişyariyekê di xwe de dihebînin, heta ez dikarim bibêjim ku ev lome ye. Rûsya dixwaze ku YPG di pêvajoya Astanayê de cih bigire." Ozugurlu, dest nîşan kir ku Rûsya li deverên cuda yên Sûriyeyê li DAIŞ'ê daye û bi vê re naxwaze li tu deverek Sûriyeyê jî DAIŞ hebe." Ozugurlu, anî ziman ku hin têkiliyên Rûsyayê bi YPG û kurdan re hene û wiha got: "Rûsya naxwaze peymana xwe ya bi kurdan re xera bike. Lê peyamê jî dide." POZÎSYONA KURDAN POZÎSYONA HÊLA 3'YEMÎN E Û EV HATIYE QEBÛLKIRIN Ozgurlu, anî ziman ku DYA û Rûsya di ser kurdan re peyaman ji hev re dişînin û ev peyam nayê wateya ku ji kurdan re dibêjin "Ji me herduyan kesekî hilbbijêre". Ougurlu, got ku her duyan jî qebûl kiriye ku di vî warî de hêla 3'yemîn kurd in. Ozugurlu, anî ziman ku fikra wî ew e ku dê kurd vê "polîtîkaya hevsengî" bidomînin û wiha axivî: "Armanca kurdan ne polîtîkayeke belavkeriyê ye, armanca wan ew e ku xwe û qadên xwe yên jiyanê biparêzin. Sedema xwestina ketina Reqayê jî ev e. Heke kurd ji her du hêzan berê xwe bidin hêzekê, dê hêla din winda bikin û dibe ku bi hin provakasyonan re rû bi rû bimînin. Ew hay ji vê rewşê hene. Rûsya û DYA bi xweşbînî li rewşa kurdan dinihêrin. Ji ber vê yekê ye ku dê kurd polîtîkayeke hevsengiyî bi rê ve bibin." Ozugurlu, vegotinên Rûsyayê yên ji bo kurdan wek nêzîkatiyeke "şîrîn hişk" wesifandin. Kenan Kirkaya - dihaber