Sancar: Piştî 7'ê Hezîranê koalîsyona îslamperest û îtihatperestan pêk hat 2017-06-06 09:11:28 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku di 7'ê Hezîranê de mirovan daxwaza xwe ya ji bo aştiyê nîşan dane û vê jî komên "neteweperest, gladyoyê" tirsandiye û wiha axivî: "Li ser vê li dra Erdogan koalîsyonekî îslamperest-îtihatperest pêk hat." Di salvegera duyemîn a hilbijartinên 7'ê Hezîranê de encama ku derket holê hê jî pêvajoyekî gelek ders bên derxistin hene. Piştî pêvajoya çareseriyê û atmosfera biharê ya derket holê derbasî rewşa şer, mirin, darbe û OHAL'ê bûn bi vî rengî Tirkiye serobino bû. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar têkîldarî 7'ê Hezîranê pirsên dîhaberê bersivand. * 7'ê Hezîranê piştî 2 salan ji bo we tê çi wateyî? Bi rastî jî 7'ê Hezîranê gelek girîng bû. HDP a ku mohra xwe li vî hilbijartinê xist proje û fikrekî nû bû. Bêguman beriya HDP'ê jî hebû. Di çarçoveya siyaseta kurd de partiyên ku hatibûn avakirin destkeftiyete mezin afirandibûn. HDP li ser van destkeftiyan hate avakirin lê bi hin aliyan ve jî ji partiyên din cuda bû. Berê partiyên tevgera siyasî ya kurd bi hin komên çepgir ve tifaq pêk anîbûn. Lê HDP partiyekî tifaqê na modelekî bihevrebûnê bû. Fikra bihevre avakirina partiyekî cara yekem evqas xurt hate temsîlkirin. Destkeftiyên tevgera siyasî ya kurd û gelên Tirkiyeyê gihiştin hev. Ev hatina cem hev jî veguherî dengan û ji sedî 13 deng hate bidestxistin. Lê ji sedî 13'an zêdetir sempatiyet derxist holê. Ji ber vê yekê jî di siyaseta siyasî ya Tirkiyeyê de yek ji pêvajoyên herî krîtîk e. Derket holê ku ger dema ku gelên Tirkiyeyê û destkeftiyên siyasî ya kurdan bi vî rengî bigihîje hev dê guhertinên wekî demokrasî, aştî û azadî di zemînekî wisa de pêk bê. * Çi bû sedema vî serkeftin û yekîtiyê? Çend hêma hene. Ya yekemîn bêguman Pêvajoya çareseriyê bû. Ji ber ku HDP li ser esasê fikra pêvajoya çareseriyê hatibû avakirin. Ji bo aştî mayînde bibe pêwîstî bi nûnerên xurt ên siyasî hene. Hebûna HDP'ê têgeha nûnerê xurt ê aştiyê ye bi cih kir. Mirovan bawer kirin ku HDP dikare bibe aktorê siyasî yê aştiyê. Derket holê ku aştî tenê bêdengbûna çekan nîne, HDP'ê ev nîşan da. Bi aştiyê ve derfetên veguherîna demokratîk derket holê. HDP wekî fikrekî baş derketibû holê. Bi bernameyeke baş û vîzyonekî bi xwe ibde bawerkirin derket holê. Dema ku ev hatin cem hev piştgiriyekî xurt girt. Di hezîrena 2015'an mehek- mehek û nîv a piştî wî ez wekî pêvajoya biharê bi nav dikim. Wekî dibêjin ev bihar, ew bihar, 7'ê Hezîranê bihara gelan bû lê demeke kurt berdewam kir. * Ev pêvajo çima bi serneket, di vî mijarê de hê jî nîqaş hene hûn çi dibînin? Hin bûyerên wekî kilîtê hene, dema ku em wan binêrin dikarin sedema bibînin. Ewil serkeftina me bandorekî neyînî li ser AKP'ê kir. AKP piştî hat avakirin heta niha care yekem bi tena serê nebû îktîdar. Lê tenê vê bandor li ser AKP'ê nekir. Piştî hilbijartinê daxuyaniya Devlet Bahçelî hebû, gotina "em ê vî aliyê tune bihesibînin" bi kar anî. Ev gotin fikara nûnerê netewperestên Tirkiyeyê nîşan dida. * Gelo ev nîşaneyek bû? Belê, li ser vî nehat rawestandin lê nîşaneyekî girîng bû. Ya duyemîn neteweperest gelek tirsiyan. Ya sêyemîn jî dewleta kur a Tirkiyeyê gelek tirsiya. Ji ber ku ger vî meşê berdewam bikira, dê mîmariya dewletê bihata guhertin dîsa parametreyên cewherî civakê ji nû ve bihata pênasekirin. Yanî hem qada siyasî hem jî qada civakî dê ji nû ve teşe bigirta. Ji ber vê yekê jî sîstema otorîter a kemalîst, dewleta kur, neteweperest nikaribû xwe bidomîne. Di serî de jî sîstema li ser esasê înkarê hatiye avakirin gelek tevgav bû. * Tişta ku digotin berdewama dewletê di xetereyê de çi bû? Dewleta ku di desê wan de bû êdî dawiya wî hatibû. Yanî riya dewletekî nû ya komara demokratîk hatibû vekirin. Ez bawer dikim ev yek ji me baştir dîtin. Ev refleksa dewletperest, neteweperestan ji ber xetereya li hemberî xwe ji me baştir dîtin bû. Ji ber vê yekê jî planên nû xistin dewreyê. * Ev plan çi bû? Ev plan li dora Erdogan koalîsyonekî dewletperest, neteweperest ava kirin bû. Bi awayekî hatina cem hev a îslamperest û îtihatperestanbû. Destpêka vî lihevhatinê 7'ê Hezîranê ye. Gelek tirsiyan, hemûyan tawîz dan hev, Bi vî rengî xwestin ku bandora pêlên ku me derxist holê bişikênin. Ya yekem vegera şer bû. Ji ber ku ger bikaribin vegerin şer hesab kirin ku dikarin vî pêlê bişikînin. Polîtîkaya vegera şer tenê polîtîkaya Erdogan nebû. Erdogan bi vî riyê careke din xwest îktidara xwe ava bike. Hêzên din jî, dewleta kur, bermahiyên Ergenekonê, gladyo, neteweperest polîtîyeke hişt a dijî kurdan danîn ser maseyê. Erdogan ev daxwaz qebûl kir, wan jî îktidara Erdogan qebûl kirin. Ev tifaqa îslamperest û îtihatperest e. Feraseta ku di 1915'an de bi aliyên xwe yên kêm ve bû desthilatdar jî piştî 7'ê Hezîranê bi awayeke xeteretir hevkarî û yekîtî ava kirin. * Hûn qala tifaqa bi AKP'ê re hatiye kirin dikin lê beriya hilbijartirê jî HDP dihat sûcdarkirin. CHP propagandaya "Ger HDP bendê derbas bike dê di serokdewletiyê de li hev bikin" dikir... Hem tehlîl, hem jî pêşdîtina CHP'ê gelekî kêm e. Prangayên wan ên dîrokî hene. Lê neteqeperestên di nava CHP'ê de tiştên ku diqewimin baş dîtin. Sîstema heyî dê nikaribû xwe bi heman awayî bidomîne, ev derfet ji destên wî diçû. Rêveberiya CHP'ê eqas kur nîne van tiştan binirxîne. * Mafê we yê pêşxistina hin tifaqan tunebû? Piştî ku me hêzeke bi vî rengî bi dest xist derfetên me yên ku em bikaribin muzakereyan pêk bînin hebû û ev jî gelek rewa bû. Em li Tirkiyeyê bi parastina mafên bindestan, mexdûran gihiştina hêzekî cewherî û xwebaweriyê. Ger uk ew konsepta şer û polîtîkayên îslaperest-îtihatperest neketa dewreyê me yê meşa xwe xurtir bikira û bi gavên nû ev berdewam bikira. * Ligel vê yekê jî kesên ku ji destpêkirina şer kurdan û tevgera kurdan berpirsyar digirin hene. Hûn dibêjin çi? Biryara destpêkirina şer di civîna MGK'ê ya di 2014'an de hat dayîn ev tê zanîn. Hemû amadekarî di civîna MGK'ê de hate kirin. Pirsgirêka esasî jî di sibat û adara 2015'an de antekan nîşan dide ku pêvajoya çareseriyê sûdê nade AKP'ê, wan jî ev tişt didîtin. Di anketan de dîtin ku di pêvajoya çareseriyê de tişta ku dixwazin nikarin bi dest bixin. Ev ji bo tevgera kurd û derûdorên ku axtiyê dixwazin sudewar bû. Dîsa raya giştî jî baş dît ku di esasê xwe de aştiyê Ocalan û tevgera kurd dixwaze. Dihat fêmkirin ku yê pêvajoya aştiyê dixe zehmetiyê AKP ye. Hilbijêran di 7'ê Hezîranê de li gorî vî samîmbûnê dengên xwe dan. Dengên ku ji bo HDP'ê hatin ji ber ku Ocalan û cihana kurd di mijara aştiyê de samîmî dihat dîtin bû. * Gelo qet berpirsyariya HDP'ê tuneye, ger ku hûn rexnedana xwe bidin... * Em nikarin bibêjin piştî 7'ê Hezîranê me her tişt baş kir ev nerast e. Em bêamadekarî bûn. Em ji bo serkeftinekî bi vî rengî û polîtîkayên aştiyê amade nînbûn. AKP û Erdogan biryara şer girtin yê li hemberî vî yên ku vî polîtîkayê asteng bikin li gorî vê amadekarî nekirin jî em bûn. Ger ku me di 8'ê Hezîranê de ji Trakyayê destpêbikira û heta Anatolyaya Navîn û Kurdistanê aştî belav bikira, di nava civakê de bi cih bikira Erdogan nedikarî vegere polîtîkayên şer. Li vir kêmasiyeke me yê mezin heye. Kêmasiyên din jî heye lê ya bingehîn ev e. Kenan Kirkaya - dîhaber