Yildirim: Bêyî Ocalan çareserî nepêkane 2017-06-08 09:13:22 AMED - Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin behsa çareseriyê nayê kirin û betek nîşanî gotinên demên dawî yên "dibe ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve destpê bike" da. Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim, derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxistina parlamenteriyên HDP'ê, derxistina ji emwelatiyan û pêvajoya çareseriyê de nirxandin kirin. Yildirim, di nirxandina xwe de diyar kir ku ji îtîfaqa AKP û MHP'ê çareserî hêvîkirin tiştekî şaşe. Yildirim, da zanîn ku ji hevdîtina dawî ya heyeta ya bi Ocalan a 5'ê Nîsana 2015'an heta li Tirkiyeyê şerê kûr, krîzên aborî û siyasî tên jiyîn û wiha got: "Li ser Ocalan tecrîdek teqez tê meşandin. Têkiliya Ocalan bi malbat, rêxistin, parêzer û civakê re hatiye qutkirin. ev rewş nîşan dide ku Ocalan ne tenê kesayetiyeke û tiştên 2 sale li Tirkiyeyê tê jiyîn vê nîşan dide. Dema têkiliya Ocalan bi derve re hebû ji bo hemû aliyên civakê pêvajiya çareseriyê pêş diket. Bi rastî jî Birêz Ocalan pirsgirêk çareser dikirin." 'BÊYÎ OCALAN AZADÎ NE PÊKANE' Yildirim, anî ziman ku kesek nikare bi awayekî bûyerekî ji rêzê li tecrîda li ser Ocalan binêre û wiha pêde çû: "Tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîdkirina aştî û azadiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ger tecrîda ki greva Îmraliyê bê rakirin, Ocalan di şert û mercên azad, bi ewle û tendirûst de bê girtin wê demê dikarin behsa çareseriyê bikin lê ger wiha ne be kesek nikare behsa çareseriyê bike. Bêyî Ocalan azadî, demokrasî û aştî ne bêkane. Divê em têkoşîna ji bo vê berfiretir bikin. Tu aqilê çareseriyê ya AKP'ê tune ye. AKP tu pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nake, berovajî wê polîtîkayeke ku pirsgirêkan kûrtir dike dide meşandin. Ji ber wê mirov nikare bi AKP'ê re çareserî pêk bîne, çareserî tenê bêyî AKP'ê dikare bê pêkanîn. Ger bi têkoşînê faşîzma AKP-MHP'ê bê derbas kirin wê demê dikarin behsa çareseriyê bikin." ‘BEHSA ÇARESERIYÊ KIRIN NE MUMKÛNE' Yildirim, bertek nîşanî kesên ku rojeva "dibe ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve destpê bike" da û wiha domand: "Kesên di vê pêvajoyê de van gotinan tînin ziman û dinivîsin kesên li daîreya harp^edixebitinin. Di nava van kesan de hinek kurt jî hene. Yek ji vana akademîsyenê li Zanîngeha Dîcleyê Vahap Çoşkun e. Dîsan Mahmut Ovur ê ku serokomar wî ne wekî kurd wekî koka wî ji kurdane bi nav dike. Abdulkadîr Selvî jî yek ji stêrkên AKP'ê ne. Niyeta wan a çareseriyê tune ye û nikarin bi muxatabên sixte re jî tiştekî wiha bikin." ‘LI VÎ WELATÎ JI XWE EM PIRSGIRÊKA HEMWELATIYÊ DIJÎN' Yildirim, derbarê derxistina 103 kesên ku di nava wan de Parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer jî nehe ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê de jî wiha axivî: "Em vê rewşê cidî nagirin û divê gel jî cidî negire. Piştî rejîman Saddam Huseyîn hast hilweşandin, dadgeh pirs dike dibêje daxwazek te heye. Dema dibêje 'Erê ez darizandinek adila dixwazin' dadger jî dibêje 'mereq neke em ê bi qanûn û destûrên te danîne ta bidarizînin'. Hûnê bibînin Erdogan jî dê bi qanûnên derxistine derxistina hemwelatiya wî bê nîqaşkirin. Destpêkê ji hevalên me bigire em hemû li vî welatî pirsgirêka hemwelatîbûnê dijîn. Vê zîhniyet û dewletê tu caran em wekî hemwelatî ne dîtin. Ji ber wê yekê em bûne hemwelatî yan ne bûne ji bo hevalên me divê cidî neyê girtin. Ji ber wê em berê xwe didin karê xwe."