HDP’ê AYM hişyar kir: Divê AYM erka xwe pêk bîne 2017-06-08 15:09:12 ENQERE - HDP'iyan ji bo parlamenter û rêveberên HDP'ê yên girtî bên berdan li pêş Dadgeha Qanûna Bingehîn daxuyanî dan û bang li AYM'ê kirin û xwestin li kiryar û emelên xwe xwedî derkevin. Wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo balê bikşîne ser rewşa parlamenter, hevserokên HDP'ê û rêveberên HDP'ê yên girtî li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn daxuyanî dan. Heyeta ku ji Serkwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu û parlamenterên HDP'ê pêk dihat, amade bûn. Heyetê diyar kir ku Hevserokên wan Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag a peywira wê jê hatiye girtin 217 rojin girtî ne û xwest Dadgeha Qanûna Bingehîn erk û peywirê xwe pêk bîne. ‘203 ROJ DERBAS BÛN' Kerestecioglu ewil axivî û wiha got: "Dadgeha Qanûna Bingehîn divê serlêdanên me li ber çavan bigire. 203 roj berê me serî li Dadgehê da. Em ji bo mafê xwe bi baweriya xwe li edaletê digerin. Em dixwazin ku Qanûna Bingehîn erk, rol û misyona xwe pêk bîne." Kerestecioglu, bal kişand ser axaftina Serokê AKP'ê Erdogan û wiha got: "Axaftinên duh Erdogan di fitaran de de hemû sûc bûn." Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithtat Sancar jî anî ziman ku berpirsiyarê girtina wekîlan Dadgeha Qanûna Bingehîn e û wiha got: “Ger ku hiqûq li ber çavan neyê girtin dê welat têkeve bîrek bê binî. Dê halê her kesî ji yê me xerabtir bibe. Yê herî zêde zerarê bibînin ew kesên ku bûne sedema vê bîra bê binî. Heta ku dadger û dozger bîatê ji hikûmetê re bike halê Tirkiye dê wisa be. EZ BANG LI WÎCDANAN NAKIM EZ BANG LI AQILAN DIKIM Sancar, bang li endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn kir û wiha got: "Ez bang li wîcdanê wan nakim. Ez bang li aqilê wan dikim. Divê êdî bes bîatê ji îktîdrarê re bikin. Berpirsiyarê her tiştî îktidara siyasî ye. Lê divê endamên darazê ji vê yekê re bêjin bes e. Ji ber vê yekê endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn jî şirîkê vî sûcî û mijarê ne. Ez bang dikim ku li gorî erk, rol û hiqûqa navneteweyî û gerdûnî tev bigerin. Heta ku hûn îdîata iktîdarê bikin ev tawanbarî dê her li ser we be. Îktîdar ji bo HD'ê bêdeng bike serî li hemû rêyên dijhiqûqî dide. Dûrxistina welatîbûna welatiyekî îhlala mafên mirovan a herî mezin a cîhanê ye. Hiqûqa Mafên Mirovan û Têkoşîna wan ji bo parastinê gelek tedbîr girt. Lê îktîdar van tedbîran li ber çavan nagire. Ev hişmendî ya serdema 2'emîn a şerê cîhanê ya otoriteran e. Ev sûcê herî mezin e.