Kiliçdaroglu: Em naxwazin parlamenter bên girtin Kemalbay: Divê diyaloga di navbera partiyan de bidome 2017-06-09 13:33:10 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu yê çû serdana HDP'ê got ku ew Tirkiyeyekî ku parlamenter girtî ne naxwazin, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî diyar kir ku divê diyaloga di navbera partiyan de bidome. Heyeta ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî di nav de bû çû serdapa HDP'ê piştî hevdîtinê li ber kamereyan daxuyanî dan. Piştî hevdîtina û saetekî berdewam kir ewil Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay axivî û diyar kir wan hevdîtina ku raya giştî ev demeke li bendê bûn pêk anîne û ji bo serdanê spasiyên xwe kir. 'DIVÊ DIYALOG BIDOME' Kemalbay wiha axivî: "Partiya me piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê rastî êrîşan hat. Ji aliyê îktidara AKP'ê ve destnedayîn hatin rakirin, operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî partiya me, îradeya meclîsê ji holê rakirin, tunehesibandina îradeya 6 milyon kesan, pêvajoya nedemokratîk a bi OHAL û KHK'an ve di şevekî de mirov avêtina kolanan, ji karên xwe avêtin, girtina rojnamgeran, polîtîkayên şer xistina meriyetê ji bo ku em fikrên hev parve bikin berpirsyariyekî dixe li ser milê me. Ev serdana ku me nêrînên xwe parve kir ji bo me girîng e. Ez carake din spasiyên xwe pêşkêş dikim. Baweriya min ew e ku ev serdan dê ji bo parlamenterên me yên girtî azad bibin, di warê demokrasiyê de gav bên avêtin xizmetekî bike. di pêvajoya pêş de jî em dibêjin ku divê diyalogên di navbera partiyan de bidome." 'EM TIRKIYEYEKÎ PARLAMENTER GIRTÎ NE NAXWAZIN' Kiliçdaoglu jî diyar kir hevdîtinekî baş pêk anîne û wiha berdewam kir: "Me pêvajoya erferandumê jiyan kir. Di vî Pêvajoyê de kî demokrasiyê diparêze divî îro jî em demokrasiyê biparêzin. Rejîma ku îradeya mirov bi awayekî xurt derkeve holê demokrasî ye. Di demokrasiyan de divê em tehamulî fikrên hev bikin. Hemû kes divê fikrên xwe bi awayekî azad bîne ser ziman. Divê tu kes ji ber fikrên xwe nekeve girtîgehan. Ger em demokrasiyê pêş nexin em ê ji cihana sedsala 21'emîn qut bibin. Ji ber vê yekê dibe ku fikr cuda bin, di partî, komele û sendîkayên cuda de bin lê divê em di fikra demokrasiyê de bên cem hev. Ger ku îro Tirkiye veguheriyê girtîgehekî vekirî, bi biryarnameyan tê birêvebirin mirov nikare qala demokrasiyê bike. Em Tirkiyeyekî ku parlamenter, rojnameger, rewşenbîran ji ber ku fikrên xwe aşkera kirine hatine girtin naxwazin. Em naxwazin mamosteyên ku dixwazin vegerin ser karên xwe bên girtin. Em Tirkiyeyekî bi vî rengî heq nakin. Divê em li ser esasê demokrasiyê îradeya xwe nîşan bidin."