HDP'ê xwest Kiliçdaroglu Demîrtaş li girtîigehê ziyaret bike 2017-06-10 09:06:15 ENQERE - Bi serokatiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu heyeta CHP'ê serdana HDP'ê kir. Di serdanê de rewşa parlemeneterên girtî jî hat axaftin. Heyeta HDP'ê anî ziman ku parlementer bi operasyoneke berhêlîkirî hatine girtin û di vê mijarê de pêşniyara avakirin û lêkolînkirina dosyeyan li CHP'ê kir. Bi serokatiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu heyeta CHP'ê serdana HDP'ê kir. Heyeta HDP'ê, ji bo parlementerên girtî pêşniyara avakirina komîsyoneke di bin banê CHP'ê de li heyeta CHP'ê kir. Heyeta CHP'ê, piştî referandûmê duh di serdana partiyên siyasî de serdana HDP'ê jî kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Alîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Fatma Kurtalan heyeta CHP'ê qebûl kir û di hevdîtinê de rewşa parlementerên girtî jî hat axaftin. Li gor agahiyên bi dest ketin, heyeta HDP'ê aniye ziman ku parlementerên HDP'ê bi operasyoneke berhêlikirî hatine girtin û dema dosyeyên vê baş bên raçavkirin dê ev yek bi awayekî aşkere bê dîtin. Di hevdîtinê de HDP'iyan wiha got: "We qet li dosyeyan nihêrî? Di dosyeyan de, di yekê de jî berhêlîkirina şidetê tune ye. Hemû ji axaftinên meclîsê pêk tên." Wek mînak heyeta HDP'ê balê kişand ser rewşa Serokwekîlê Komê Îdrîs Balûken û bi bîr xist ku li Meclîsê 8 hezar axaftin kirine û ev nêrîn anî ziman: "Ji axaftinên di vê dosyeyê de cih digirin re tê gotin ku 'Heke bibe bibe tenê ji bo progandayê dê bibin'. Gelo di huqûqê de pênaseyeke wisa heye yan?" ‘BILA JI BO PARLEMENTERÊN GIRTÎ DI BIN BANÊ CHP'Ê DE KOMÎSYONEK BÊ AVAKIRIN' Onder, ji bo parlementerên girtî pêşniyarek li CHP'ê kir û xwest di bin banê CHP'ê de komîsyoneke huqûqê bê avakirin û bi vê komîsyonê hemû dosye bên lêkolînkirin. Onder, dest nîşan kir ku bi pêşniyara komîsyonê dê derkeve holê ku hemû parlementer bi operasoneke berhêlîkirî hatine girtin. Li ser vê Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu, ji Berdevkê CHP'ê Bulent Tezcan ku di nav heyetê de cih girt xwest ku vê pêşniyarê li cihekî wek nîşe binivîse. ‘HEKE HÛN SERDANA DEMÎRTAŞ BIKIN DÊ WATEDARTIR BE' Hat hînbûn ku, Kiliçdaroglu rewşa Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş pirsiye. Ji bo vê yekê Kiliçdaroglu wiha got: "Ji bo hevdîtinê ez hevalên me yê parlementer dişînim" û heyeta HDP'ê jî ji Kiliçdaroglu re wiha got: "Heke hûn serdana wî bikin dê watedartir be." HDP: NE BLOKA ERÊ Û NA'YÊ YE, ENIYA DEMOKRASIYÊ YE Hat hînbûn ku, CHP mijara namzetê hevpar ê ji bo hilbijartinên 2019'an ku di serdanên partiyên siyasî yên din de li ser axivî bû, di vê serdanê de neaxiviye. Lê heyeta HDP'ê jî, anî ziman ku ne rast e ku civak wek bloka "erê" û "na" bên cihêkirin. HDP'ê got ku ev yek dema wek "bloka demokrasiyê" bê pênasekirin dê rastir be. Her wiha heyeta HDP'ê balê kişand ser qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin û girtina hevşaredaran jî.