Demirtaş nehat berdan 2016-12-05 17:08:09 AMED - 2’emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê îtîraza parêzeran li ber çavan negirt û biryara berdewama girtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş da. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahatîn Demîrtaş di 4’ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û di 5’ê mijdarê de hatibû girtin. Piştî mehek derbas bû, parêzerên Demîrtaş li 2’emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê îtiraz kirin û xwestin Demîrtaş serbest bê berdan. Lê heyetê îtîraza parêzeran red kir û biryara berdewama girtina Demîrtaş da. Demîrtaş piştî hat girtin ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Demîrtaş, mehek e bi serê xwe di yek hucreyê de tê girtin.