Ocalan tundiya li dijî jinan ji Wezîr pirsî 2017-06-13 13:14:59 ENQERE - Parlamentera HDP'ê Dilek Ocalan, tundiya li dijî jinan ji Wezira Polîtîkayen Malbat û Civake Fatma Betul Sayan Kaya pirsî. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, têkildarî tundiya li dijî jinan ji Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Betul Sayan Kaya pirsî. Ocalan, diyar kir ku sal bi sal tundiya li dijî jinan zêde dibe. Ocalan, anî ziman ku di 5 mehên 2017'an de 75 jin bi tundiya mêr hatin qetilkirin û ev pirs ji Wezîr pirsîn; * Tu xebaten we yên hûn re li pêş tundiya mêr ku li kolanan jinan qetil dikin heye ? * Ji bo hûn rê li pêş tundiyê bigirin di aliyê zanebûn û ronîkirina civakê de xebatên we çine? * Ji bo tundiya li ser jinan bi dawi bibe, hûn çiqas pedivî û berpirsiyariya Zagona Hêjmar 6284'an ku we îmze kiriye ya Peymana Stenbolê ya Navneteweyî pêk tînin? * Di navbera 2015-2017'an de li dijî jinan çiqas êrîş û tundî pêk hatine û ji vana çiqas hatine darizandin û bi encam bûne? * Wezareta we dane û îstatistikên li ser jinan pêş dikevin digire ya na. Ev rêje çiye û tedbîrên we çine?