Demîrtaş pirsên me bersivandin: Moralê me baş e, em bihêz in û natirsin 2017-06-14 09:35:12 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wiha got: "Ji bo şikandina wê tirsa ku bi girtina me xwestin li civakê belav bikin bişkînim bi taybetî min bêtir berê xwe da huner û wêjeyê. Peyama ku dixwazim bi vê yekê bidim ev e; em di hucreyên xwe yên di girtîgehê de ji tirsan narehilin. Moralê me baş e, em bihêz in û natirsin." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji 4'ê Mijdara 2016'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin. Demîrtaş bi nivîskî pirsên dihaber'ê bersivandin. * Ji roja ku tu hatiyî girtin heta niha te çend pirtûk xwendine? Herî zêde tu kîjan cureyan dixwînî? Min hejmara pirtûkên xwendine nîşe negirtine. Lê dibêm min nêzî 100 pirtûk xwendine. Her cure pirtûk dixwînim, lê bi piranî romanan dixwînim. * Di nav kesên ku serdana te kirin de, kesên ku bi hatina wan tu heyirî hebûn an? Ji bilî serdanên parêzeran, tenê dikarim malbata xwe bibînim. Hevalên min ên parêzer ku bi salan e me hevdu nedîtine tên. Bi henekî dibêjin "Xwedê ji dewleta me razî be, axirê te girtin. Êdî bi rihetî em dikarin hevdu bibînin". Lê belê, ji ber OHAL'ê hevdîtina bi xal, ap, xaltîk û pismam û dotman re qedexe ye. Tenê tu dikarî hevdîtinê bi malbata xwe ya sereke re çêbikî. Ji bilî hevdîtina bi malbatê re, mafê min ê hevdîtina bi 3 kesan re heye, lê ev mafê min hatiye xespkirin. Ji ber OHAL'ê binpêkirin û çewisandinên li girtîgehan gihaştine asta herî jor. Em jî vê yekê li hundur dibînin. * Ji kesekî AKP'î qet peyam hatin şandin an? Gelek derdorên cuda peyam û nameyan dişînin. Bi sedan kesên ku xwe wek CHP'î, AKP'î û heta MHP'î didin nasandin, nameyên piştevaniyê şandine. Ev yek min kêfxweş dike. Rêveber û parlementerên AKP'î yên di warê siyasî de bi salan e ku em hevdu nas dikin, dev ji şandina peyamê berdin ji tirsa tu dibê qey zimanê xwe daqurtandine. Tu rayedarekî bilind ê AKP'î ji min re peyam neşandine. * Ji bilî name û hevdîtinan mafê te yê hevdîtina bi telefonê jî heye. Tu di vê hevdîtinê de li kê/î digerî? 15 rojan carekê tenê 10 deqîqe mafê min ê hevdîtina bi telefonê heye û ez li hevjîna xwe digerim. Ji ber ku saeta hevdîtina me berê diyarkirî ye hevjîna min û keçên min li cem hev in. Di demên dawî de keça min a mezin Delalê di warê lêdana kemanê xwe pêş ve xistiye û ji min re li kemanê dide. Keça min a biçûk Dilda jî gîtarê dide guhdarîkirin. Ji ber ku 10 deqîqe ye telefon otomatîkmen tê girtin. * Heta niha çend name ji te re hatine şandin? Hejmara wan tam nizanim, lê bi hezaran name hatine. * Ji kîjan welatan name hatin şandin? Ne mumkun e ku di vî warî de îstatîstîkekê çêbikim. Lê belê hema bêje hemû welatên Ewropayê û ji Qanada, Amerîka, Avûstûralya û hwd. name hatine şandin. * Tu çawa van nameyan dibersivînî? Tu nameyan didî ser hev? Hema bêje hemû nameyan dibersivînim. Ji ber ku zaf name tên, carinan tenê bi peyameke kurt dibersivînim. Hemû nameyan vedişêrim. Qolî tije bûne. Bi awayekî rêkûpêk hemûyan dikim arşîv. * Tu karî behsa nameya herî balkêş bikî? Hemû name ji bo min balkêş û watedar in. Ji ber vê nikarim cihêtiyekê têxim navbera nameyan. * Bi zimanê cuda name tên an? Bi tirkî, kurdî û îngilîzî tên. Lê bi piranî bi tirkî tên. * Nameya ku herî zêde hestiyar kir kîjan bû? Hemû name ez hestiyar kirim. * Xebatên te yên hunerî çawa diçin? Ez xebatên xwe yên hunerî bu ruhekî amatorî û li gor armancekê bi rê ve dibim. Li gor min, divê siyaset ne bi cidiyeteke awirtûjî be; divê karê ku tu dikî cidî bikî. Ji ber vê yekê, mîzah karê herî cidî ye. Yek ji amûrên herî girîng ên siyaset, jiyan û têkoşînê jî mîzah e. Mîzah ew karê cidî ye ku faşîzm nikare pê serî derxîne. Ji bo xwegihandina civakê riyeke kurt û samîmî ye. Wêje jî wisa ye. Zimanê siyaseta niha zimanekî qebe, kirêt û nêrza ye. Huner jî, dikare hemû van qebetiyên siyasetê bimehîne û karên girîng bike. Ev hêlên wêje û hunerê dikare polîtîkayên HDP'ê fêmbartir bikin. Bêyî ku ez li serkeftîbûna wê binihêrim, biçûçik be jî balê dikêşim ser huner û wêjeyê. Min hevalên xwe yên ciwan ên ku di siyasetê de wek rol-model min digirin jî, motîveyî huner û wêjeyê kir. * Di van şert û mercan de ya ku te ber bi hunerê ve bir çi bû? Ji bo şikandina wê tirsa ku bi girtina me xwestin li civakê belav bikin bişkînim bi taybetî min bêtir berê xwe da huner û wêjeyê. Peyama ku dixwazim bi vê yekê bidim ev e; em di hucreyên xwe yên di girtîgehê de ji tirsan narehilin. Moralê me baş e, em bihêz in û natirsin. Li van deran derfet zaf kêm in, lê dîsa jî em demê ji bo huner û wêjeyê vediqetînin. Çi erênî û çi neyînî, gelek rexne tên. Ev hîn bêtir min motîve dike. Tenê rexneya ku ez tevlî wê nabim ew e ku; wek pêşengekî siyasî ji bo çi li girtîgehê bi wêne û wêjeyê re eleqedar dibim û ev li pêşengekî siyasî nayê. Bi vê munasebetê, em banga xwe ya ji bo gelê xwe û hemû dostan dubare dikin û dibêjin ku, li hemû qadan bi biryardarî û moralekî mezin li dijî faşîzmê rawestin. Tevî hevalê xwe Abdûllah Zeydan, em silav û hezkirinên xwe verê dikin. Hayri Demir - dihaber