Îtîraza ji bo girtina Berberoglu hat redkirin 2017-06-15 11:10:24 STENBOL - Parezerê Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu yê ji doza TIR'ên MÎT'ê hat girtin, ji girtinê Berberoglu re itiraz kir. Îtîraz hat redkirin. Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu di 14'ê Hezîranê de ji ber doza TIR'ên MÎT'ê rastî 25 sal cezayê girtîgehê hatibû û piştre hatibû girtin û şandin Girtîgeha Maltepeyê. Parêzerê Berberoglu li dijî girtina Berberoglu itiraz kirin û xwestin miwekîlên wan bê berdan. Îtîraza parêzeran hat redkirin.