Berberoglu ji bo destnedanê kîjan deng bi kar anîbû? 2017-06-15 12:14:06 ENQERE - Bi piştgiriya CHP'ê destnedana wekîlan hatibû rakirin û gelek wekîlên HDP'ê hatibûn girtin. Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu yê li ser vê helwesta partiya xwe hat girtin, qet li dijî biryarê derneketibû, vê yekê jî fikarên wekî "Gelo wî jî piştgirî dabû sererastkirina qanûnê" anî bîra raya giştî. Di 20'ê Gulana 2016'an de bi piştgiriya CHP'ê "biryara destnedanê" li meclisê hatibû rakirin, piştî vê biryarê, heta niha hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yusekdag jî di nav de gelek wekîlên HDP'ê hatin girtin û bi dehan wekîl jî hatin binçavkirin. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş der barê rakirina destnedana wekîlan de, CHP hişyar kiribû û gotibû ku vê yekê baş bifikirin. Demîrtaş gotibû ku vê xefika xeter baş hesab bikin û ev tişt parvekiribû: "Bi vekirî li dijî makeqanûnê tevdigerin. Pêşniyareke wiha bê lêpirsîn qebûlkirin, ecêb e. Texdîr a wan e, em ji dereyê Xwedê ji kesî natirsin." Wekîlê HDP'ê yê Enqeeyê Sirri Sureya Onder jî di vê der barê de CHP hişyar kiribû û wiha gotibû: "Dema dor hate CHP'ê dê parastina wan jî bikeve ser milê me. 20-25 wekîlên CHP'ê yên ku navbera wan û statukoparêzen qet nexweş in heye. Kiliçdaroglu ew ji însafa Serokomar re hiştiye." Yek jî wekîlên HDP'ê yê li dijî biryarê derbetibû jî Mîthat Sancar bû. Sancar jî ev hewldana dijminane ya li dijî wekîlên HDP'ê li dijî makeqanûnê dîtibû û ev rexne kiribû: "MHP bûye darê binê piçenga wan, CHP ava jiyanê dide AKP'ê." Piştî Berberoglu yê CHP'î ji bi fermana AKP'ê hat girtin, fikar û nîqaşên der barê mijarê de zêde bûn. Ji van fikaran yek jî ew e gelo Berberoglu yê ku qet der barê biryara rakirina destnedanê de rexnên xwe neanîbûn ziman, piştgirî dabû qanûnê. Di nava CHP'ê de kesên wekî Sezgîn Tanrikulu, Eren Erdem, Fîkrî Saglar, Mehmet Tum, Bariş Yarkadaş û Şanal Sarihan jî li dijî sererastkirinê dengê na bi kar anîbûn.