Baskin Oran: Diviya bû CHP, destûr neda li HDP’ê bixin 2017-06-15 14:38:53 ENQERE - Zanyarê Siyasetê Baskın Oran, têkildarî girtina parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu helwesta CHP'ê ya li dijî êrîşên li ser HDP'ê rexne kir û wiha got: "Diviya bû ku CHP'ê destûr neda li HDP'ê bixin. Diviya bû li dijî pêkanînên li ser HDP'ê bêdeng nebûya. Yên dibêjin ez ne kurdim û li hemberî girtina HDP’ê bêdeng man bûn sedema girtina wekîlan." Tifaqa AKP û MHP'ê bi piştgiriya CHP’ê destnedayîna wekîlan rakir. Piştî destnedayîna wekîlan hat rakirin, di serî de Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê hatin girtin. Piştî parlamenterên HDP'ê hatin girtin û wekîltiya wan hatin xistin, duh di 14'ê Hezîranê de Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enis Berberoglu, ji doza Tirên MÎT'ê hat girtin û rastî 25 sal ceza hat. Têkildarî van geşedanan Zanyarê Siyasetê Baskin Oran, anî ziman ku wekî serdema Naziyan û komkujiya Ermeniyan û wiha got: "Divê CHP'ê destûr neda li HDP’ê bixin." Oran, anî ziman ku piştî HDP'ê dor hat CHP'ê û girtina Enis Berberoglu nîşaneya çi ye? Oran, anî ziman ku ji wekîlên HDP’ê kes nema û emrê xwedê ye dor hat CHP’iyan û wiha got: "Piştî wan jî bihilînin dê Meclîs bibe wekî baxçeyê gulan ê bê strî. Yanî dê bibe meclîsa yek partiyê. Ê ji xwe li Tirkiye ji bo rejîma Yek Mirov jî meclîsek yek reng pêdikeve. Çîrokek heye. Dibêje divê me destûr neda li Ermeniyan bixin. Ev jî heman çîrok e. Diviya bû CHP Destûr nede li HDP'ê bixin. Ji ber ku destûr da niha dor hat wan jî." Oran, bilêv kir ku ev dê heta ku biçe û civak dê çawa karibe rê li pêş vê yekê bigire û wiha got: "Kengî li pêş Erdogan bibin asteng wê demê dê ev zext bi dawî bibin. Divê hêza muxalif seri lihemû rêbazan bide. Ji bo rawestandina Erdogan hemû rê rewa ye. Divê Erdogan bê rawestandin. Erdogan pragmatiktir. Lê dinere ku êdî wisa naçe xwe niha nerm kiriye. Minaka herî şênber mijara qadên zeytûnan e. Divê rê li pêş Erdogan bê girtin ku nikaribe zagonan biguherîne. Divê bi rêbazên rewa Erdogan ji wir bê daxistin.