Cîgira Hevseroka DBP'ê Şimşek: Em dê nexşerêya xwe xêz bikin 2017-06-15 14:43:38 AMED - Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulcihan Şîmşek, di civîna amadekariya 4’emîn Kongreya Asayî de diyar kir ku ew dê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nexşerêya xwe xêz bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 4'emîn Kongreya Asayî ku di 9'ê Tîrmehê de pêk bînin, li salona Vedat Aydin a li avahiya DBP'ê ya Amedê bi rêveberên xwe re civîn pêk anî. Di civînê de Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, Endama MYK'ê ya DBP'ê Fikriye Aytin û rêveberên DBP'ê amade bûn. Civinê ji bo kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest daye bi rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Zeki Baran axivî û diyar kir ku dê di 9'ê Tîrmehê de li Enqereyê 4'emîn Kongreya Asayî pêk bînin. ‘EM ZÊ ZEXTAN VALA DERXIN Baran, diyar kir ku bo kongre bi hêz derlbas bibe dê nerîn, pêşniyar û fikrên endam û rêveberên xwe bigirin û wiha got: "Em dê niqaşan pêş bixin. Em dê azadî û rêxistina gelê xwe niqaş bikin û li gorî wê têbikoşin. Em dê bi biryarên ku bistînin û tekoşîna xwe em dê van zextên li ser xwe pûç bikin." ‘BI GIRTINAN ME TÊK NABIN' Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek jî destnîşan kir ku ew dê beriya kongreyê li 8 bajaran civînê pêk bîne û wiha got: "Em qet pes nakin. Her roj hevalên me tên binçavkirin û girtin. Em bi van binçavkirin û girtinan gavan paşve navêjin. Em tenê yek kes jî bimînin em de vê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em destûr nadin ku ferasetên faşist bi ser bikevin. Her roj bi zext, operasyon û bombekirnê dixwazin gel çavtirsandî bikin û bitepisînin. Lê ev me pêkan e. Em dê di kongreyê de nexşeya rêya xwe xêz bikin. Gotin OHAL li dijî darbekaran ava kirine. Lê piştî OHAL hat îlankirin rêveber û wekilên DBP û HDP'ê girtin. Hemû kesên piştgirî û dengê xwe dan DBP û HDP’ê xistin bin dorpêçê. Em dê ji bo azadiya hemû gelên xwe têkoşîna xwe bilind bikin.b Em dê bi perspektifên Brêz Ocalan tekoşîna xwe nû bikin û bilind bikin. Azadî û aştî bi axaftinê pêk nayê. Em dê azadiya Birêz Ocalan esas bigirin û azadiyê pêş bixin Em dê ji bo azadiya Birêz Ocalan tekoşîna xwe bilind bikin. Azadiya Birêz Ocalan bi xurtkirina têkoşînê pêkan e. Em dê têkoşîna xwe mezin bikin." Civîn piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.