Farisogûllari: Divê hemû hêzên kurd guh bidin bangewaziyê 2017-06-16 09:06:31 AMED - Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Mûsa Farisogûllari, diyar kir ku rêza wan ji bo referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Federe heye, lê kêmosiyê vê biryarê hene û wiha got: "Divê beriya referandûmê hemû hêzên kurdan ji bo xebatên yekîtiya netewî bên cem hev. Endamê Dîwana Serokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mûsa Farisogûllari, biryara referandûmê ya ji bo serxwebûna Herêma Kurdistana Federe û bangawaziya KNK'ê ya ji bo "Yekîtiya Netewa Kurd" nirxand. Farisogûllar, anî ziman ku di salên dawî de gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û li gel vê yekê tê xwestin ku ji nû ve Rojhilata Navîn bê dîzaynkirin. Farisogûllari wiha got: "Helbet di vê têkoşîna 50 saliyî de kurdan destkeftiyên girîng bi dest xistin. Di qada navnetewî de statuyeke girîng bi dest xistin. Ev têkoşîn êdî ne têkoşîneke li hemberî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ye, têkoşîna li hemberî hemû hêzên Rojhilata Navîn e." ‘DIVÊ HEMÛ HÊZÊN KURD GUH BIDIN BANGEWAZIYA KNK'Ê' Farisogûllar, dest nîşan kir ku li herêmê şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime û wiha axivî: "Îro kurdan di warê siyasî û leşkerî de gavên girîng û mezin avêtine. Êdî kurd naxwazin dîroka wan tekerur bike. Bi destê xwe dîroka xwe dinivîsînin. Ev jî statuya gelê kurd e. Di demên dawî de KNK'ê daxuyaniyek da. Ev daxuyanî hemû partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl eleqedar dike. Ev bangewazî ji bo peydekirina yekîtiya netewî bû. Ev ji bo civaka kurd gaveke dîrokî ye." Farisogûllar, anî ziman ku piştî bangewaziya KNK'ê hin komên kurd li gor berjewendiyên xwe tevgeriyane û nîqaşên sunî kirine. Farisogûllar wiha domand: "Di sala 2013'an de li Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî gaveke dîrokî û zaf girîng hat avêtin. Komên kurd li Hewlêrê hatin gel hev. Ev wêne wêneyekî dîrokî bû. Lê belê, encam jê nehatin wergirtin. Hêzên emperyalîst û dewletên Rojhilata Navîn mudaxileyî wê kirin. Helbet hin kurd jî di bin tesîra vê de man. Ji ber vê gavên cidî nehatin avêtin. Çend roj berê KNK'ê dîsa bangeke wisa kir." ‘RÊZA ME JI BO VÊ BIRYARÊ HEYE, LÊ KÊMASIYÊN WÊ HENE' Farisogûllari, di serdemeke ku bangewaziyên yekîtiya netewî tên kirin de biryara referandûmê hatiye wergirtin û wiha axivî: "Hin kom hatin gel hev û hin nîqaş kirin û biryareke wisa hat wergirtin. Ev mafekî demokratîk ê gelê me yê Kurdistana Başûr e. Ne mumkun e ku em li dijî vê yekê derkevin. Wek KCD'ê heta dawiyê rêza me ji bo vê biryarê heye. Lê belê di xalên vê biryarê de hin kêmasî hene. Yanî ev biryar ji aliyê hemû partiyên siyasî yên Kurdistana Başûr ve nehatiye wergirtin, tenê biryareke PDK'ê ye. Heke hemû partî beşdar bibûnan dê baştir bibûna. Mîsyona herî sereke ya KCD'ê peydekrina yekîtiya netewî ye. Di vî warî de xebatên me yên cidî çêbûn. Yanî em vê biryara Başûr wek biryareke erênî dibînin. Em wek mafê demokratîk ê gelê Başûr dibînin. Lê belê, beriya vê biryarê divê pirsgirêkên li herêmê bên çareserkirin û beriya her tiştî jî divê demildest yekîtiya netewî çêbibe." Farisogûllari, wiha domand: “Heta niha di tevkariya PDK-AKP an jî bi awayekî dîtir Barzanî-Erdogan de pêvajoyên ku gelê kurd zaf nerihet kirin xwe dan der. Wek dost hevdu wesifandin. Dema em lê dinihêrin yê ewil li hemberî referandûmê bertek nîşan dan dîsa Erdogan û derdora wî bû. Gotin, ev yek nayê qebûlkirin. Li vir em dikarin vî tiştî ji AKP'ê bipirsin; ma şîroveya der barê Kurdistana Başûr de karê te ye? Dibêje dê referandûm, li herêmê tevlîheviyan zêde bike. A rast li herêmê herî zêde Tirkiye tevlîheviyê derdixîne. Di çapemeniya cîhanê û ya kurdan de dîmenên wê derketin ku destekê dide komên terorîst. Em vê tewra Tirkiyeyê ya der barê birayara referandûma Başûr de şermezar dikin." ‘DIVÊ HEMÛ HÊZÊN KURD BÊN GEL HEV' Farisogûllari, daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên der barê Kurdistana Başûr de ku gotibû "Me xeta kir" bi bîr xistin û wiha got: "Qesda ji vê neqebûlkirinê statuya Kurdistana Başûr bû. PDK bi vê yekê baş dizane. Lê belê ji bo berjewendiyên xwe AKP'ê wek dostê xwe yê herî mezin dibîne. Li gel vê jî ewil AKP daxuyaniya li dijî referandûmê da. Em jî wek KCD'ê dibêjin ku, divê hemû hêzên kurd guh bidin vê bangawaziyê û bên gel heve. Ji bo gelê kurd li ser xêrê be. Ev gav di warê yekîtiya netewî de gaveke zaf girîng e."