Di DBP’ê de serdema nû: Em ê siyaseta demoratîk ava bikin 2017-06-18 09:47:53 AMED - Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Mehmet Arslan, der barê stratejiya nû ya partiya xwe de agahî da û diyar kir ku ji ber şer û pevçûnên li herêmê, ew wekî partî nikarin berpirsyariyên xwe bînîn cih û aşkera kir ku li Tirkiyeyê siyaset xitimî ye. Arslan got ku "Dê DBP rola xwe ya akademiya siyasî bîne cih û ji siyaseta demokratîk re jî pêşengiyê bike." Siyaseta kurd a demekî di bin banê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) de siyaset meşand, di 11'ê Tîrmeha 2014'an de 3'yemîn Kongreya Awarte pêk anî û piştî nîqaşan tuzuk û bernameya xwet guhert û di bin navê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de rêya xwe berdewam kir. Di pêvajoya du salên dawî de li tevahiya Kurdistanê li dijî rêxistinên DBP'ê êrîş û operasyon pêk hatin û bi hezaran kes hatin binçavkirin û hatin girtin. DBP'ê di çarçoveya mafên tekakesî û civakî ya li gorî Beyanameya Mafên Mirovan tev geriya, li Anatolya û Mezopotamyayê xwest her netew li gorî reng û ola xwe bijî û bi vê armancê "Modela Xweseriya Demokratîk" esas girt. DBP ji sala 2014'an vir ve di çarçoveya adakemiyên siyasî û rêveberiyên herêmî de xebatên xwe dike, di hilbijartinên li herêmê de 106 şaredarî bi dest xist. DBP'a ku li herêmê di siyasetê de aktî cih digire. Bi KHK'yên di dema OHAL'ê de hatin îlankirin re, 86 şaredariyên wê bi rêya qeyûman hat xespkirin, 90 hevşaredarên wê hatin girtin. Hevseroka Giştî Sebahat Tuncel jî di nav de, Lijneya Rêveberiya Navendî, Meclisa Partiyê, rêvberên navçeyan jî di nav de, qasî 10 hezar siyasetmedar hatin girtin. Rixmê hemû zextan jî BDP di 9'ê Tîrmehê de 4'emîn Kongreya Awarte pêk anî. Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, der barê pêvajoya kongreyê û serdema nû de ji dîhaberê re axivî. Arslan piştrast kir ku ji ber tundî û polîtîkaya qirkirinê ya hikumetê, hevserokên wan Sebahat Tuncel hatiye girtin û Kamuran Yuksek ji ber cezayê lê hatiye birîn, derketiye Ewropayê, ji ber zextan nîvekî MYK û PM'a wan di girtîgehan de ye. Arslan aşekra kir ku ji sala 2014'an vir ve DBP'ê rêxistinkirina xweseriya demokratîk daye pêşiya xwe û di vê çarçoveyê de xebatên kadroyan bi pêş dixe. ‘EM Ê BERPIRSYARIYÊN XWE BÎNIN CIH’ Arslan destnîşan kir ku ji ber xitimandina siyasetê ya li herêmê û Tirkiyeyê DBP'ê berpirsyariyên xwe neanîne cih û wiha axivî: "Piştî DBP'ê kongreya xwe pêk anî, DAIŞ'ê êrîşê Kobanê kir. Hin aliyên ku ketibûn postê DAIŞ'ê, xwestin têkoşîna aştî û demokrasiyê ya gelê kurd asteng bikin. Di vê pêvajoya ku hebûn-tunebûna gelê kurd di rojevê de ye, me berpirsyariya xwe ya di warê dibistana aştî û demokrasiyê de neanî cih. Gelek êrîşên giran pêk hatin, ji bo em pêwîstiyên civakê bibersivînin, me giranî da ser pêvajoyê. Piştî 2014'an li Rojava DAIŞ, bi hevkariya AKP-MHP'ê êrîşên li Bakur, bi têkiliyên AKP-PDK'ê li dijî têkoşîna kurdan bê tehmûliyeke mezin dest pê kir." ‘AKP DIXWAZE DESTKEFTIYÊN KURDAN JI HOLÊ RAKE’ Arslan da zanîn ku piştî 7'ê Hezîranê, AKP'ê ji her alî ve êrîşê partiya wan û saziyên kurdistanî kiriye û wiha pê de çû: "Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê hemû destkeftiyên kurdan hatin dorpêçkirin. 86 şaredariyên me bi rêya qeyûman hatin desteserkirin. Hevserokên me jî di nav de, qasî 10 hezar rêveberên me hatin giritn. AKP bi tundiyê dixwaze destkeftiyên kurdan tune bike." ‘LI TIRKIYEYÊ SIYASET XITIMÎ YE’ Arslan aşkera kir ku DBP'ê bi siyaseta xwe ya demokratîk, ji bo gelên li Tikireyê qazanceke dewlemend e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê siyaset xitimî ye. Ev ji profîla siysetmedarên li Tirkiyeyê diqewime. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de, DBP xwedî pêşniyarên girîng e. Îro bi operasyon û pevçûnan jiyana mirovan hedef tê giritn. AKP li ser pevçûn û mirinan siyasetê bi rêve dibe. Em siyaseta demokratîk esas digirin." DÊ DBP NEKEVE SIYASETA AKTÎF Arslan diyar kir ku di serdema nû de dê DBP nekeve siyaseta aktîf û aşkera kir ku ji bo ev xitimandina siyaseta li Tirkiyeyê bê derbaskirin, divê prespektîfek nû û demokratîk esas bê girtin û li gorî wê kadro û xebatkar bên amadekirin. Arslan piştrast kir ku ji bo daxwazên civakê yên demokratîk bên pêşwazîkirin, dê xebatên xwe berdewam bikin û ev tişt anî ziman: "Ev 40 sal e gelê kurd çi dixwaze, daxwazên wan çi ne û ji bo têkoşîna statubûnê bê pêşwazîkirin, dê xebatên akademîk berdewam bike. Em dê di pêşengiya civakê de xebatên xwe bimeşînin. Xitimandina siyasetê ji ber siyasetmedaran e." ‘LI HERÊMÊ DBP DESTHILATDAR E’ Arslan di dewama axaftina xwe de got ku "DBP partiya desthilatdar a li herêmê ye" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi hilbijartinêndemokratîk me 106 şaredarî bi dest xistin. Her çendî 86 şaredarî ji hêla AKP'ê ve hatibe destaserkirin jî li Kurdistanê bi awayekî aktîf em siyasetê dikin, di warê wekheviya mêr û jinê de em şaredariyê bi pêş dixin û xizmetê dikin. Em di rêveberiyên herêmî de aktîf in. Ev peywira ku gel daye me, em ê bi israr berdewam bikin. Rixmê qeyûman jî DBP şaredariya aktîf bi rêve dibe." Arslan herî dawî anî ziman ku li dijî hêzên ku siyasetê teng digin, dê rola xwe ya siyaseta akademîk berdewam bikin û got ku "xwe paşve kişandinek tune" û axaftina we wiha bi dawî kir: "Dê DBP vê pêvajoyê bi hêz derbas bike, dê kêmasî bên derbaskirin û hêj bi hêztir xwe tevli siyaseta civakî bike."