Mêvanên HDP'ê negirtin Meclîsê! 2016-11-15 12:46:41 ENQERE - Mêvanên ku ji bo beşdarî civîna Koma HDP'ê ya Meclîsê ku li bendê bû civîna xwe li dar bixe hatin Meclîsê debtur nehat dayîn ku bikevin hundir. Ji bo ku beşdarî civînên koma partiyan bibin vê hefteyê jî wekî her carê bi sedan kes hatin meclîsê. Lê li hemberî mêvanên ku ji bo beşdarî civînên koma bibin tu astengî nehat derxistin, mêvanên ji bo civîna Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) hatin, hatin astengkirin. Li deriyên Çankaya û Dîkmenê yên Meclîsê navên ku bi awayekî fermî jialiyê koma HDP'ê ve hatin ragihandin negirtin hundir. Hate hînbûn kesên ku hatine astengkirin ên ku hefteya borî hatine meclîsê ne. Tenê kesên ku vê hefteyê hatine girtin hundir. Têkîldarî astengkirinê tu agahî nehat dayîn bi heman awayî sedema astengkirinê jî ji koma HDP'ê re nehat ragihandin. NÛNERÊN KOMELEYAN DÊ BEŞDAR BÛBANA Nûnerên komeleyên ku hefteya borî saziyên wan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatibûn girtin ji aliyê HDP'ê ve ji bo beşdarî civîna komê bibin bi taybetî hatibûn vexwendin. Nûnerên ku dê beşdarî civînê bûbana dê li kursiya meclîsê rewşa ku rû bi rû mane dê vegotana. Lê ji ber vê astengiyê hin nûnerên komeleyan nekarîn bikevin hundir. TENÊ DÊ PARLAMENTER BEŞDAR BIBIN Civîna komê ya HDP'ê bêyî mêvanan kom bibe. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bûlgên li bendê ye ku di civînê de biaxive Civîn ji bo ku ev astengkirina kêfî bê şermezarkirin dê tenê bi beşdariya parlamenteran bê lidarxistin, mêvanên ku ketine hundir jî dê beşdarî civînê nebin.