Gelo dê dest wekîlên AKP'ê yên fezlekeyên nelirêtî û diziyê heye bidin 2017-06-22 10:49:04 ENQERE – Bi rakirina destnedayîna wekîlan, ewil hevserok û wekîlên HDP'ê hatin girtin. Piştre jî wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu hat girtin. Lê ligel ku der barê 27 wekîlên ku der barê wan de 50 fezlekeyên dizî, nelirêtî, ruşwet, rant û bêehleqiyê hene jî heta niha darazê dest wan nedaye. Vê yekê pirsa "Gelo dê der barê wan de pêvajoya darazê bê destpêkirin ya na?" anî aqilan. AKP, MHP û CHP'ê bi hevkariya hev destnedayîna wekîlan rakir. Piştî destnedayîna wekîlan hat rakirin, Hevserokên HDP'ê jî di navde heta niha 15 wekîlên HDP'ê hatin girtin. 4 wekîlên HDP'ê hatin berdan û 11 wekîl hêj girtî ne. Piştî girtina wekîlên HDP'ê, wekilê CHP’ê Enis Berberoglu jî hat girtin. Der barê wekilên HDP'ê de 511 fezleke hatin amadekirin. Piştî destnedayînê û fezlekeyan di 4'ê Mijdara 2016’an d8e Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ku wekiltiya wê hat xistin jî di navde 9 wekilên HDP’ê hatin girtin. Piştre 7 wekilên din jî hatin girtin û niha bi giştî 11 wekil girtîne. Der barê 57 wekilên CHP’ê de jî 211 fezleke hatin amadekirin û wekîlekî CHP'ê hat girtin. Lê li gel der barê 27 wekilên AKP'ê de 50 fezleke hatine amadekirin jî hêj der barê wan de darazê tu lêpirsîn nedaye destpekirin. Li gorî agahiyên naveroka fezlekeyên der barê wekilên AKP’ê de gihiştin destê dîhaberê wekîlên AKP'ê bêtir ji sucdariyên “rant nelirêtî, dizî, ruşwet û bê elheqiyê" rastî lêpirsînê hatine. Li gel van sucdariyên der barê wekilên AKP'ê de jî heta niha darazê tu gav neavêtiye Wekilên AKP’ê yê Manîsayê Îsmail Aydin, yê Sakarya Ayhan Sefer Ustun, yê Stenbolê Wezîr Veysel Eroglu, yê Bedlisê Vedat Demîroz, yê Edeneyê Necdet Unuvar, yê Bayburtê û wezîr Naci Agbal, yê Sêwasê û wezîr Îsmet Yilmaz, yê Stenbolê Huseyin Burge, yê Sîwasê Hîlmî Bîlgîn û yê Stenbolê Erol Kaya bi sucdariya "Peywira xwe xerab bikar anîne der barê wan de fezleke hatiye amadikirn. Herî zêde der barê wekilê AKP'ê yê Dîlokê Şamil Tayyar, de fezleke heye û 10 fezleke hatiye amadekirin. Der barê wekilê AKP'ê yê Stenbolê Mehmet Metiner de jî 5 fezleke hatiye amadekirin. Lê heta niha darazê fezlekeyên hatine amadekirin li ber çavan negirtiye û dest bi darizandinê nekiriye.