Derket holê ku Wezareta Dadê ji bo Demîrtaş ferman daye dozger 2017-06-22 13:07:19 ENQERE – Derket holê ku Wezareta Dadê, der barê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de bi bêlgeyek îbareya “Nepen” ferman da dadgeha bilind. Li gorî bêlgeyê wezaretê daxuyaniyên di civînên çapemeniyê yên Demîrtaş de şandiye dozgeriyê û fermana “Tişta pêwîst bikin” daye. Li aliyêkî nîqaşên “Fermana dadgeha bilind” berdewam dikin û li aliyekî jî derket holê ku Wezareta Dadê, derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de ferman daye dadgehê. Têkildarî fermanê bêlgeya îbareya “Nepen” ji aliyê Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ve ji raya giştî re hat parvekirin. Baydemîr têkildarî mijarê li Salona Civînê ya Koma HDP’ê civîna çapemeniyê li darxist. Baydemîr bibîr xist ku ji 4’ê mijdara 2016’an de vir ve bi ser girtina parlamenteran re 231 roj derbas bû û wiha axivî: “Daraz kirine şiva li ser bêdengkirina muxalefetê. Girtina Hevserokên HDP Û parlamenteran bi hiqûqê re eleqeya wê nîne. Em bi polîtîkaya ku Demîrtaş û koma wî tasfiye bikin re rû bi rû mane. Daraz bi fermanê doza derbarê parlamenteran de bikar tîne. Piştî Serokkomar axivî fezlekeyan ji 182’an derxistin 242’an. Ev têr nake serokkomar dibêje ‘wê daraz tişta pêwîst bike’ û fezeleke derdikevin 510’an. Dadger û dozger piştî vê daxuyaniyê ketin nav liv û tevgerê?’ JI WEZARETA DADÊ FERMANA BÊLGEYA ‘NEPEN’ Baydemîr derbarê bêlgeya “nepen” a ku gihîştiye ber destê wan jî wiha got: “Wezareta Dadê parlementerên HDP’ê hildaye bin çavdêriyê. Her gotinek ji devê HDP’iyan derdikeve ji aliyê yekîneyekî ferman dide ve dikin fezleke. Dema ‘Ma bêlgeya rûşvetê dibe?’ bipirsin. Lê bêlgeya fermandarkirinê ya darazê heye. Fezlekeyên li ser fermana hikûmetê tên amadekirin ez ê deynim holê. Ev madde madeya 138’emîn a makezagonê îhlal dike ye. Ev belgêya nepen ku di derbarê Selahattîn Demîrtaş de hatiye amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê ve gihîştiye ber destê me. Ev belge bêlgeya ku çawa edelat tê cûtin e. Ev bêlge ya tolhildana dijberiya siyasî ya li dijî Selahattîn Demîrtaş e. Bêlgeya tasfiyekirina li dijî siyaseta demokratîk e.”