Serokwezîr Yildirim: Em navbenkariya Rûsya û OSO dikin 2016-12-07 12:50:15 MOSKOVA - Serokwezîr Bînalî Yildirim di roportaja daye Sputnik û RÎA Novostî yê de diyar kir ku ew navbenkariya Rûsya û OSO'yê dikin. Serowezîr Bînalî Yildirim ku dibêje di şerê Sûriyeyê de em bi Rûsyayê re xwedî heman nêzîkatiyanin hevdîtinên wî yên li Moskovayê didomin. Yildirim ku roportaj dan Sputnîk û RÎA Novostî wiha got: "Elbet em (di mijara navbenkariya Rûsya û muxalifên Sûriyeyê de) xebatan didin meşandin. Ji bo krîza heyî bê derbaskirin divê li ser çareseriyek bê sekinandin. Tirkiyeyê ji bo vê alîkariyên cidî kirine û ji bo xwîna dirije li Sûriyeyê bê rawestandin em ê di pêşerojê de jî vê alîkariyên xwe bidomînin."