Fîgen Yuksekdag: Jiyana hevpar a gelan hedef hat girtin 2016-12-07 20:12:30 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ku heyetek ji Swêdê ji bo pê re hevdîtinê pêk bîne hatibû lê destûra heyetê nehat dayîn, peyamek şand. Yuksekdag di peyama xwe de ragihand ku, eleqeya meselê ne bi şexsê wê re ye, jiyana hevpar a gelan, demokrasî û azadî hedef hatine girtin. Parlementerên swêdî jî anîn ziman ku, pêkûtiyên tên jiyîn tu eleqeya wan bi demokrasiyê re tune ye. Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjêstedt, parlementer Lotta Johnsson Fornarve, parlemnterên HDP'ê û parêzer ên destûra wan î hevdîtinê ya li Girtîgeha Kandirayê bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlemneterên HDP'ê, hevşaredar û siyasetmedarên kurd ên girtî re nehat dayîn, li ber Girtîgeha Kandirayê daxuyanî dan. Parlemneterên HDP'ê Bedran Ozturk û Sîbel Yîgîtalp ên li gel parlementerên swêdî bûn, destûra wan î çûyîna girtîgehê nehat dayîn, lê tenê Alîgira Hevserokatiya HDP'ê ya Ji Huqûqê Berpirsiyar Aysel tûglûk û parêzer Pinar Akyurek û Gulhan Kaya bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin pêk anîn. XWESTIN DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ ASTENG BIKIN Di dema hevdîtin pêk dihat de, paerlemnter li ber kampusa girtîgeê sekinîn. Dema parlementer li kampusê rawestiya bûn hin leşker hatin gel wan û ji wan re ragihandin ku, di çarçoveya OHAL'ê de di sînorê bajêr ê Kocaeliyê de dayîna daxuyaniyê qedexe ye. Parlementera HDP'Ê Sîbel Yîgîtalp û Tûglûk jî, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê, parlementer û parêzer li ber girtîgehê daxuyanî dan. PEYAMA YUKSEKDAGÊ HAT XWENDIN Li vir ewil Tûglûk axivî û der barê rewşa siyasetmedaran de hin agahî parvekirin. Tûglûk a peyama siyasetmedarên girtî ragihand got, şert û emrc zehmet in, lê belê moralê wan baş bû. Tûglûk diyar kir ku, di dem ahevdîtinê de materyalên ku wan ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdagê re bi xwe re birin hatine astengkirin. Tûglûk dest nîşan kir ku, huqûq û qanûna heyî ji bo siyasetmedaran nayê sepandin û got, li dijî siyasetmedaran polîtîkayeke tecrîdê di dewrê de ye û parast ku, nemaze li dijî Yuksekdagê polîtîkayeke taybet di dewrê de ye. ‘JI GELÊN ME RE SOZA ME HEYE' Tûglûk peyama Yuksekdagê parve kir. Ji peyama Yuksekdagê hin pasaj: “Hepskirina me, hepskirina demokrasî, azadî û jiyana bi hev re ye. Li hundir be jî, li derve be jî wê têkoşîna me bidome. Em ê sozê ku me ji gelê xwe re daye bi cih bînin. Mesele ne şexsê min e, hedefgirtina jiyana hevpar, demokrasî û azadiyê ye. Meseleya me meseleya Tirkiyeyê ye, meseleya jiyaneke bi hev re ye. Ev êrîş li dijî bihevrebûnê ye. Em bi birayr in ku vê jîndar bikin. Bila gelê me bêhêvî nebe. Dûr an nêzî em ê bi ser kevin." Tûglûk herî dawî parve kir ku, nameyên ji Yuksekdagê re hatine şandin piştî meh û nîvekê gihaştine destê wê. ‘EV NE DEMOKRASIYE RASTEQÎN E' Serokê Partiya Çep a Swêdê û parlementer Jonas Sjöstedt jî bi bîr xistin ku, wan xwestiye bi parlementerên girtî re hevdîtinê pêk bîne, lê serlêdana wan î di vî warî de ji aliyê Wezareta Dadê ev hatiye redkirin û wiha gotin."Heyeta parlementerên ji Ewropayê hatiye, rayeya wê yî hevdîtina bi parlementerên girtî re heye." Sjöstedt balê kişand ser girtina HDP'yiyan û wiha got:"Girtina wan ji ber polîtîkbûyîna wan e. Ev ne demokrasiyeke rasteqîne ye. Tirkiye bi bêhurmetî nêzî endamên parlementoyê dibe. Divê demildest vê sererast bike." Sjöstedt, xwest demildest HDP'yî bên berdan û got, heta parlementer girtî bin ew ê dem bi dem werin Tirkiyeyê û doza wan ji nêz ve bişopînin. 'GIRTIN ANTÎDEMOKRATÎK IN' Parlementera Partiya Çep a Swêdê Lotta Johnsson Fornarve jî wiha got:“Girtin antîdemokratîk in. Heta ev sepandinên antîdemokratîk bidomin, em ê hatina xwe yî Tirkiyeyê bidomînin." Piştî daxuyaniyê heyet vegeriya Stenbolê. HEYET WÊ BIÇE EDÎRNEYÊ Endamên heyetê yên ku wê şeva xwe li Stenbolê derbas bikin, wê sibê biçin Edîrneyê û serdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bikin û piştî serdanê wê li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê daxuyaniyê bidin.