Sed hezar ji bo Edaletê dimeşin Parka Maltepe 2017-07-09 16:25:25 STENBOL - Meşa Edaletê di roja 25'an de li Parka Maltepe bi mîtîngê bi dawî dibe. Bi sed hezaran kes ji bo "Edaletê" dimeşin Parka Maltepe ya Stenbolê. Meşa Edaletê ku ji Enqere ber bi Stenbolê ve dest pê kir, di roja 25'an de berdewam dike. Meş îro bi mîtînga li Parka Maltepe bi dawî dibe. Ji bo mîtînga Parka Maltepe bi sed hezaran kes bi pankart û dowîzên "Edalet" dimeşin Parka Maltepe. Ji niha de sed hezar welatî ji çar aliyên Stenbolê hatin Parka Maltepe û daxwazên xwe yên edaletê tînin ziman. Ji 958 taxên Stenbolê bi maşîneyên komî welatî hatin parkê û li qadê rengê sor û spî yên daxwaza edaletê anîn ziman. Mîtînga "Edaletê dê ji aliyê gelek televîzyonên neteweyî bi awayekî zindî bê weşandin. Li dora qadê polîsên Midûriyeta Stenbolê tedbîrên mezin girtine. Polîsan bi TOMA û maşîneyên zirxî tedbîr girtine. Li dora rêyên diçin Parka Maltepe polîsan korîdor ava kirin. Ketina parkê di bin kontrola polisan, CHP û kontrola cîhazê X-Ray re derbas dibin. Girseya ku li El Serokê CHP'ê Kiliçdaroglu 25 roj berê ji Enqereyê derketin rê û hatin Perava Dragos a Kartalê bi siloganên “Heq Hiqûq û Edaet" dimeşin qada Maltepe. ‘JI BO SÛR, CIZÎR, PIRSÛS, ENQERE Û SOMA EDALET Hevparên Meclîsa Na û HDK'ê jî bi pankart û dowîzên "Îsyan, azadî û Edalet” vekirin siloganên "Heq, Hiqûq û Edalet" berz kirin. Dîsa dowîzên "Ji bo Sûrê Edalet", “Ji bo Cizîrê Edalet", "Ji bo Sûrucê Edalet", "Ji bo Soma Edalet", "Ji bo Enqere Edalet" vekerin Herikîna qada mîtîngê didome.