Demîrtaş: Diviya Erdogan ne yê min, giliyê Bahçelî bikirana 2016-12-08 21:12:30 ENQERE/RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Riha û Enqereyê bi rêya SEGBÎS'ê îfade da. Demîrtaş di îfadeya xwe yî bi îdiaya "heqareta li dijî serokomar" de wiha got:"Ne parêzerê serokomar, lê yê Bahçelî gilî bikirana wê wateyeke wê hebûna." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ji ber gotinên xwe yî "Hem tu ji serokomar re dibêjî siz, hem jî tu li Qesra kesê jê re dibêjî diz zewq û sefayê dikî" yên ji bo Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet bahçelî gotinî di çarççoveya heqareta li dijî serokomar de bi rêya SEGBÎS'ê îfade da. Îfadeya Demîrtaş bi vî awayî ye: "Parêzerê Serokomar ji bo çi giliyê min kiriye, min fêm nekir. Heke parêzerê Devlet Bahçelî gilî bikirana, wê wateyeke wê hebûna. Gotineke min î rasterast min ji bo Serokomar bi kar naiye tune ye. Tenê min gotina Develt Bahçelî bi bîra wî xist. Devlet Bahçelî di dema kampanyay hilbijartinêd e, tim ji Serokomar re digot diz. Digot, 'Heke em ji van dizan hesab nepirsin, em namerd in' û bi vî awayî kampanyay hilbijartinê dimeşand. Min jî, piştî hilbijartinê bi bîra Bahçelî xist. A rast divê ez vê bibêjim:'Hem tu ji Serokomar re dibêjî diz, hem jî tu li Qesra kesê jê re dibêjî diz zewq û sefayê dikî.' MAFÊ BAHÇELÎ HEYE; LÊ TENÊ GOTINA MIN QEDEXE YE Di vê axaftinê de gotineke min î rasterast îthamî Serokomar tune ye. Lê belê ecêb e ku, der barê Bahçeliyê ku ji Serokomar re got diz e, ne dozgerî û ne jî parêzerê Serokomar lêpirsîn nedane destpêkirin. Li gor qanûnan mafê Bahçelî heye ji Serokomar re bêje, dêz lê tenê gotina min hatiye qedexekirin? CIHÊTIYEKE SIYASÎ HEYE Li vir bi awayekî aşkere cihêtiyeke siyasî heye. Bahçelî, kesên deng dan HDP'ê bi bêşerefiyê îtham kir, lê dozgeran der barê Bahçeliyê ku heqaretî 6 milyon welatiyî kir, fezleke amade nekirin. Herî dawî der barê Serokomar de gelek axaftinên min î rexneyî hene. Lê di vê axaftinê de diviya lêpirssîn der barê Devlet Bahçelî de bihatana vekirin. Çimkî min di axaftinê de atifî gotina wî kir." DEMÎRTAŞ LI RIHAYÊ JÎ ÎFADE DA Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, bi îdiaya "heqaret" û "astengkirina peywirê" li polîsan ên di 4'ê kanûna 2013'an de dema Demîrtaş ji Wêranşarê diçû navçeya Serê Kaniyê û li têketina navçeyê bi TOMA'yê mudaxile kirine kiriye, bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Dozgerê Wêranşarê. Di dema karên îfadedayînê de li gel Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, gelek parêzer jî amade bûn û hat zanîn ku, lê pirsîn li ser gilîkirina polîsan dest pê kiriye. 'RAYA GIŞTÎ TÊ XAPANDIN' Piştî parastina Demîrtaş û parêzerên wî ya têkildarî îdiayên tên kirin, Beştaş li ber edliyeyê daxuyanî da. Beştaş got, di dîroka ku mudaxileya polîsan pêk hat de, li dijî konvoya hevserokên wan î giştî êrîşeke çekdarî pêk hatibû û anî ziman ku, kesên bi ava şid û bombeyên gazê êrîş dikin nayên darizandin, lê hevserokên wan î giştî tabiî karên îfadedayînê tên kirin. Beştaş diyar kir ku, tiştên pêk tên têkildarî pêvajoya siyasî ne û rêbazên huqûqî nayên bi kar anîn û wiha got:"Tu eleqeya vana bi huqûqê, bi dewleta huqûqê, bi birêvebirina TBMM'ê, destnedayîna qanûnî re tune ye. Bi van darizandinan re, bi taybetî bi lezkirinê dixwazin şor bikin û bi vî awayî raya giştî ya Tirkiye û cîhanê bixapînin." 'ÎFADEDAYÎNA DEMÎRTAŞ ŞERM E' Beştaş got, her roj parlementerek wan bi tawanbariyan li sandalyeya gumanbaran tê rûniştandin û wiha got:"Ev li ber çavê raya giştî bi temamî hewldanên krîmînalîzekirina HDP'ê ye. Gotinên hevserokên me yî giştî, parlementerên me û em dibêjin, em dizanin wê bigihên kuderê. Ev rê ne tu r