Li ser peyama 'ger dewlet amade be em dikarin di 6 mehan de vî pirsgirêkê çareser bikin' 3 meh derbas bû 2016-12-09 09:16:28 STENBOL- Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ye, ev 3 meh e tu agahî nayên wergirtin. Piştî hewldana darbeyê ji ber ku agahî nedihat girtin 50 kes dest bi greva birçîbûnê kiribûn û li ser vê birayê Ocalan, Mehmet Ocalan çû giravê û Rêberê PKK'ê peyama "Ger samîmî bûya, dê ev pirsgirêk di 6 mehan de çareser bûbana û wê ewqas mirov nemiranan. Ger dewlet amade be, em dikarin vê pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bikin" dabû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku nêzî 18 sal in li Girtîgeha Tîpa F a İmraliyê ya Ewlehiya Bilind di bin tecrîdê de tê girtin, hê jî nahêlin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Bi sala ye ev astengî bi hincetên wekî "muxalefeta hewayê" "koster xirabe ye" didome û piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê jî di bin navê OHAL'ê de berdewam dike. Herî dawî di 11'ê îlonê de ji Ocalan agahî hatibû wergirtin. Di 5'ê nîsana 2015'an de ku hê bi Ocalan re hevdîtin berdewam dikir, Heyeta Îmraliyê hevdîtina dawî pêk anîbû û piştî vê ji bo hevdîtinê destûr nehat dayîn û ev yek bûbû sedema fikaran. Ocalan wê rojê ji endamên heyetê re gotina "dewlet cidî nêzîk nabe, dibe ku ev hevdîtina dawî be" bi kar anî bû. Ji ber ku fikarên der barê jiyana Ocalan de piştî helwdana darbeya 15'ê Tîrmehê zêde bû, li Ewropayê û pişt re jî li Amedê siyasetmedar, rojnameger, karker, parazvanên mafên mirovan û hunermend jî di nav de 50 kesî dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 7'emîn a grevê de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan bi destûra Wezareta Dadê çûbû giravê û hevdîtin pêk anîbû. Piştî wê hevdîtinê Ocalan bi rêya birayê xwe ji bo raya giştî û dewletê ev peyama girîng şandibû: "Tecrîd berdewam dike. Di rewşa min de pirsgirêk nîne. Projeyên me hene. Heke dewlet amade be, em dikarin di 6 mehî de çareser bikin. Me pêvajoya çareseriyê neqedand. Min ji heyeta ku hat cem min re jî got û wan gotin em ê piştî 15 rojan bên. Pirsîrêka kurd ne pirsgirêkeke 40 salî ye, pirsgirêka 100-200 sal ye. Ger dewlet samîmî bûya, wê ev pirsgirêk bihata çareserkirin. Ji ber van mirinan ez nikarim razêm. Vî welatî, ev mirin heq nekirine. Ger dewlet amade be dikare du mirovên xwe bişîne vê derê. Ev pirgirêkeke giran e. Projeyên me amade ne, ev şerekî kor e. Ne şerekî ku yek yekî têk bibe ye. 30-40 sal e didome û dibe ku 80 salên din jî bidome. Êdî bila ev xwîn û rondik nerijin. Ev çareserî bi yek aliyî nabe, aliyê herî mezin dewlet e ger ku çareseriyê bixwazin dê bê çareserkirin. Cejn e û ger li vî welatî rojê 20-30 kes bimirin, ew cejn ne cejn e. Ev vê cejnê pîroz dikim, lê di vê rewşê de ne exlaqî ye jî. Divê rewşenbîr, demokrat, partiyên siyasî û hemû mirov ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewl bidin." Piştî ku Ocalan ev peyam da heta niha 3 meh derbas bû, lê dîsa ji Ocalan agahî nayên wergirtin. Ji bo parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha destur nayê dayîn, piştî hewldana darbeyê jî parêzeran 63 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê her tim ji aliyê Dadgeha Înfaza Cezayê ya Bûrsayê ve tê redkirin. 'OHAL FERMIYETA PERGALA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ YE' Ji parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê Rezan Sarica diyar kir ku, ji bo hevdîtina bi Ocalan û muwekîlên wan ên din ên li giravê her hefte hem bi nivîskî û hem jî bi devkî serlêdanan dikin, lê serlêdanên wan tên redkirin. Sarica anî ziman ku, dîsa malbat jî her hefteyê serlêdanê dikin, yên wan jî tên redkirin û wiha axivî: "Ji bilî hevdîtinên ku du salan carekê malbatan kirine, li gorî mafên mirovan û huqûqê rejîmek nayê meşandin." Sarica dest nîşan kir ku, rewşa herî kûr a Rêveberiya Awarte (OHAL) li Girava îmraliyê tê meşandin û wiha berdewam kir: "Maf û azadiyên bingehîn hatine rawestandin, mafê ragihandin, mafê agahîgirtinê, rêzdariya li hemberî jiyana malbatî, mafên bikaranîna rêyên huqûqî yên qanûnî û qanûna bingehîn hemû tune hatine hesibandin. Biryareke bi vî rengî, ya OHAL'ê ye. Îro OHAL'a ku li tevahiya Tirkiyeyê tê meşandan navê fermî ya rejîma li Îmraliyê bi sala ye berdewam dike bi xwe ye." RAPORTORÊ NY'Ê NEÇÛ ÎMRALIYÊ Sarica di berdewama axaftina xwe de got, wan nerewayiya OHAL'ê ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Raportorê Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nîls Melzer re rave kiriye. Sarica wiha axivî:"Heta me ji Raportorê NY'ê re rave kir ku, divê ew serdana Hepisxaneya Girava Îmraliyê bike û di vî warî de daxwazek me çêbû. Lê belê gotin, serdanên wan î li Tirkiyeyê bidawîbûne û ew ê nikaribin biçin." Sarica got, "Heta di şexsê Birêz Ocalan de pergala tecrîda Îmraliyê li nebînayiyê bê aliqandin, wê li Tirkiyeyê li dijî sepandinên derhuqûqî û OHAL'ê liberxwedayîn jî neyê kirin." Li gor Saricayê, heta OHAL'a li Îmraliyê bi dawî nebe, bi awayekî fiîlî be jî wê sepandinên OHAL'ê li Tirkiyeyê bi dawî nebin. ‘DIVÊ PERGALA TECRÎDA ÎMRALIYÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN' Sarica bi vî awayî balê kişand ser sepandinên li Îmraliyê, "Li Tirkiyeyê bi taybetî pergala huqûqê, ji paş ve pergala li Îmraliyê dişopîne" û wiha domand:"Berê bi awayekî derqanûnî guhdariya hevdîtina parêzer-muwekîl, şopandin û heta qeyd kirin li Îmraliyê hebû. Lê îro ev rewş her çiqas li dijî mafên mirovan be jî, kirine qanûnî û li her girtîgehê pêk tînin. Lê belê, bênavber qedexekirina hevdîtinê, rewşa tecrîda giran a li tu derê Tirkiyeyê nayê sepandin, tenê li ser Birêz Ocalan tê sepandin. Dibe sibê jî, bi awayekî giştî rewşên nezanbûna aqûbeta kesên hikûmxwar û binçavkirî jî bi pêş keve. Ji ber vê pergala tecrîda li Îmraliyê divê li Tirkiyeyê ji aliyê tu kesî ve neyê qebûlkirin."