Muxalefetê ji Erdogan re li çepikan neda 2017-07-15 14:38:07 ENQERE – Meclîsa Tirkiye (TBMM), bi boneya salvegera hewldana derbeyê bi rojeva taybet kom bû. Parlamenterên CHP, HDP û MHP ji Serokkomar Tayyîp Erdogan re li çepikan nedan. Lîjneya Giştî ya Meclîsa Tirkiye (TBMM) bi boneya salvegera hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bi rojeva taybet kom bû. Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman civîn bi rêve bir. JI ERDOGAN RE LI ÇEPIKAN NEDAN Bi boneya rûniştina taybet Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan jî hat Meclîsê. Wekîlên AKP’ê, Erdogan li ber derî pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê Erdogan derbasî Salona Lîjneya Giştî bû lê wekîlên CHP, HDP û MHP’ê ji ber ve ranebûn piya û li çepikan nedan. Axaftina destpêkê Kahraman kir û behsa civandinê û hewldana darbeyê kir. LI ŞÛNA DEMÎRTAŞ YILDIRIM AXIVÎ Piştî axaftina Kahraman, partiyên din ku koma wan li Meclîsê ye her yekê 10 deqîqe mafê axaftinê girtin. Li ser navê CHP, AKP û MHP serokên komên partiyan axivîn. Ji ber Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş girtî ye, li ser navê HDP’ê Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim axivî. Ewil Serokê Koma AKP’ê û Serokwezîr Bînalî Yildirim axivî û wî jî behsa hewldana darbeyê kir û pesnê AKP’ê da.