Hatîp Dîcle: Divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bê lidarxistin 2016-12-10 11:14:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Di siyaseta kurd de "yeketiya neteweyî" di rojevê de ye. Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm got "Em di demek zehmet de derbas dibin, divê em mil bidin milê he" Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî diyar kir ku pêwîste Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bê lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salîh Muslîm, derbarê bangên dawî yên ji bo "yeketiya kurdan" de daxuyanî dan. Dîcle û Muslîm ku ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivîn bal kişandin ser girîngaya yeketiya di navbera kurdan de. MUSLÎM: DiI VÊ DEMA ZEHMET DE DIVÊ EM MIL BIDIN MILÊ HEV Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm diyar kir ku di demên wiha zehmet de divê kurd mil bidin milê hev û wiha got: "Divê yekîtiya xwe qayîm bikin. Di dîrokê de dema herî zehmet ji bo kurdan ev deme. Îro kurd di hedefê de ne. Hebûn û tunebûna wî di bazarê de ye. Ji ber wê divê tu kurdek xwe paşde nede, hemû berpirsyarain û divê vê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Banga di vê demê de girîngin. Ji ber ku di dîrokê de tu caran ev qas talûke li ser kurdan tune bû. Raste serkeftinên me yên mezin çêbûn lê hêjî talûke didome. Tunekirina kurdan di rojevê de ye. Ji ber wê hatina gel hev û yekîtiya kurdan girînge. Ger kurd di demek wiha de neyên gel hev dê tu demên din de neyên gel hev." DÎCLE: PÊWÎSTÎ BI KONGREYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ HEYE Hevserokê KCD'Ê Hatîp Dîcle jî wiha got: "Rojhilata Navîn ji nû ve tê şekilkirin. Armanca şerê îro ji nûve xêzkirina sînorane. Carekdin dixwazin bi Peymana Sykes-Pîcot a 100 salî şertan avabikin. Ji ber ku beriya 100 salan kurdan yekîtiya xwe ava nekirin, li waelatê xwe têkoşîn nedan meşandin, 100 salan êşa vê kişandin. Divê em îro ji vana ders derxînin, di vê erdnîgariya ku nexşerê ji nû ve tê xîzkirin de divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bê lidarxistin. Divê ev kongre hemû aliyê siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê bigire nava xwe, divê meclîsek wê hebe, komîsyonên wê yên dîplomasî yên hevpar hebin û hêzên wê yên leşkerî din ava koordînasyonekê de bin. Ger kurd vê yekîtî û kongreya xwe ya neteweyî pêk bînin, ez bawer dikim ku bi vê hêza xwe ya dînamîk dê di avakirina pêşeroja Rojhilata Navîn de bibin xwedî gotin."