Arslan: Em van civînên gel wek destpêkekê dibînin 2017-07-30 09:03:44 AMED - DBP dê di navbera 1-14'ê Tebaxê de civînên gel pêk bîne. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, der barê van hevdîtinên gel de diyar kir ku ew van civînên gel wek bêhnstendinê, wek destpêkekê dibînin û wiha got: "Li dijî van polîtîkayan ji bo bibin henaseyek ev civînên gel pir girîng in." Dê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li 10 bajaran civînên gel çêbike. Dê ev civîn bi beşdarbûyîna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, endamên MYK û Meclîsa Partiyê bên çêkirin. Dê civîna ewil di 1'ê Tebaxê de li Colemêrgê, di 2'yê Tebaxê de li Wanê, di 4'ê Tebaxê de li Mêrdînê, di 5'ê Tebaxê de li Şirnexê, di 6'ê Tebaxê de li Êlihê, di 7'ê Tebaxê de li Îzmîrê, di 9'ê Tebaxê de li Stenbolê, di 12'ê Tebaxê de li Edeneyê, di 13'ê Tebaxê de li Dîlokê û di 14'ê Tebaxê de dê li Amedê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan der barê van civînan de axivî û dest nîşan kir ku li tevahiya Tirkiyeyê alozî, rageşiyek heye û divê ev rewş bi awayekî bê çareserkirin û muxalefeta demokratîk bê pêşvexistin. Arslan, diyar kir ku dema kurd û siyaseta kurdan dibe mijar çewisandin, şidet û tepisandin zêde dibin. Arslan, anî ziman ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê pêkanînên OHAL'ê li herêmê jî pêkanînên rêveberiya awarte ketine dewrê. ‘EM DIXWAZN FERASETA YEKPARÊZ RAWESTÎNIN' Arslan, dest nîşan kir ku bi hezaran siyasetmedar û rêveber hatine girtin û bi vê yekê bêerkkirina DBP'ê tê xwestin. Arslan wiha axivî: "AKP, ji bo dîktatoriya yekzilamî tu evdê Xwedê naxwaze. Dixwaze her kesî bêdeng bike û îktîdara xwe têkûz bike. Lê em DBP, di van şert û mercên giran de her çi qas me zehmetî kişandibin jî em tevî gelê kurd tim li dijî rejîma yek zilamî, OHAL'ê rawestiyan. Em dixwazin em vê feraseta faşîzan, yekparêz rawestînin. Ji bo vê jî wek her carî em ê tevî gel tim bitêkoşin." ‘ÊDÎ AKP NIKARE BI VÎ AQILÎ WELAT BI RÊ VE BIBE' Arslan wiha domand: "Êdî AKP nikare bi vî aqilî, bi OHAL'ê, bi girtina Meclîsê vî welatî bi rê ve bibe. Dema em li du salên dawî dinihêrin, herî zêde bi ser DBP'ê de çûne. Hat xwestin ku ji siyasetê bê paqijkirin. Lê em van civînên gel wek bêhnstendinê, wek destpêkekê dibînin. Li dijî van polîtîkayan ji bo bibe henaseyek ev civînên gel pir girîng in." Arslan, "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê ku li Amedê daye destpêkirin jî bi bîr xist û got ku, çalakiyeke wisa demokratîk jî bi çewisandin û astengkirinên AKP'ê re rû bi rû maye. Arslan wiha axivî: "Dixwaze bi van polîtîkayên xwe yên çewisandinê gel bitepisîne. Lê tu derdoreke civakê piştevaniya van polîtîkayan nake. Em dizanin heke li parlementerên hilbijartî wisa bikin, dê sibê hîn bêtir li çalakiyên me jî wisa bikin. Lê em ê bi kirinên xwe rê li ber siyaseta demokratîk vebikin. Bi civînên gel re, em û gel, em ê bên gel hev. Em ê her mijarî nîqaş bikin. Û em ê nexşerêyekê diyar bikin." ‘EM Ê TEVÎ GEL POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê RAWESTÎNIN' Arslan, li dijî qedexekirinên AKP'ê bertek nîşan dan û wiha axivî: "Dema dor tê wê AKP hemû derfetên dewletê bi kar tîne, mîtîngan li dar dixe. Lê dema dor tê me her tiştî asteng dike. Dema kurd bin her tişt diguhere. Polîsên ku Meşa Edaletê ya CHP'ê diparastin, niha çalakiya parlementerên HDP'î asteng dikin. Ev nîşanî me dide ku ka red û tunekirineke çawa heye. Em dixwazin gelê me jî gotina xwe bibêje. Em ê divitêyên gelê xwe bi cih bînin. Em ê bi çalakiyên gel polîtîkayên AKP'ê rawestînin. Em ê vê piştevaniya ku tevî gelê xwe pêş ve dixin her roj xurtir bikin. Em ê ji Colemêrgê dest pê bikin heta Amedê. Heke em siyaseta demokratîk pêş ve nebin, em ê tim bi van polîtîkayên AKP'ê yên qirêj re rû bi rû bimînin."