HDP: Carek din agir ket malan 2016-12-11 11:05:13 ENQERE - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), tekildari êrişa li navçeya Beşîktaşa Stenbolê ku 27 jê polîs 29 kesan jiyana xwe ji dest dan û 166 kes jî birîndar bûn daxuyanî da û diyar kir kir ku carek din agir ket malan û sersaxî xwest. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrişên Stenbolê ya 27 jê polîs 29 kesan jiyana xwe ji dest dan û 166 kes birîndar bûn, diyar kir ku carek din agir ketiye malan û sersaxî ji malbatan xwest. HDP'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Piştî du êrişên bombeyi yên Stenbolê ku pêk hatin dîsa agir kete mala gelek kesan. Em gelek xemgîn in, êş û kedera heyî dikşînin. Ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane rahme, ji bo malbat û xizmên wan jî sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin. Ji bo rawestandina vê êş û kedere ku dîsa dubare nebe, kî çi ji destê wî were divê bike. Divê Tirkiye hem di polîtîkaya navxweyî û hem jî di ya derve de di warê aştî, demokrasî û mafên însanî de bibe dewleteke mînak û aktorekî girîng. Divê demek berî demekê polîtîkayên gengeşî, dijminahî, berberî û polîtîkayên pevçûnî werin bi dawîkirin."