Demîrtaş: Divê dengê aşitiyê zeximtir û bilintir derkeve 2016-12-21 18:00:20 EDÎRNE - Heyeta Bloka Aşitiyê, li girtîgehê serdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdûllah Zeydan kir. Li ser navê heyetê Parêzer Ayşe Başar bi Demîrtaş û Zeydan re hevdîtin pêk anî. Başar peyama Demîrtaş a "Di van rojên ku qetlîam, şidet zêde dibin de, divê dengê aşitiyê zexmtir û bilintir bibe" parve kir. Heyeta Bloka Aşitiyê, ji bo serdena Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdûllah Zeydan ên girtî ne bike, çû Edîrneyê. Heyet di rêde 3 caran rastî venêrîna GBT'yê hat û her wiha beriya serdana girtîgehê, heyetê xwest li ser rêya girtîgehê daxuyaniyê bide, lê daxuyanî ji aliyê cendirmeyan ve bi hinceta "Ji walîtiyê destûr nehatiye wergirtin" hat astengkirin. Li ser vê, Hevberdevkê Bloka Aşitiyê Bahadir Altan ji nçearî di nav wê gelemşeyê de tenê ji bo mensûbên çapemeniyêd axuyanî da û got: "Dema mirovên bi zimanê aşitiyê diaxvin bêndengkirin, em dibînin ku zimanê şidetê dibe serwer." Hevberdevka Bloka Aşitiyê Parêzer Ayşe Erzan jî got, divitiya demokrasiyê ew e ku, divê demildest parlementerên HDP'ê bên berdan û vegerin ser karê xwe. ‘HEVDÎTINA ME HAT QEYDKIRIN' Piştî daxuyaniyan, ji endamên heyetê Parêzer Îbrahîm Sînemîllîoglû û Parêzer Ayşe Başar ji bo bi parlementeran re hevdîtinê pêk bînin çûn girtîgehê. Endamên heyetê, piştî hevdîtinê daxuyanî dan. Parêzer Sînemîllîoglû yê li girtîgehê bi Demîrtaş re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku hevdîtina wan hatiye qeydkirin û ev nêzîkatî wiha rexne kir: "Li tu deverên cîhanê hevdîtina parêzer-muwekîl li ber peywirdarên cemaweriyê nayê kirin. Hevdîtina me hem hat qeydkirin, hem jî hevdîtin li ber personelan pêk hat. Em vê rewşê protesto dikin." DEMÎRTAŞ: DIVÊ DENGÊ AŞITIYÊ ZEXIMTIR Û BILINTIR DERKEVE Parêzer Ayşe Başar jî peyama Demîrtaş a ji bo rayagiştî parve kir. Demîrtaş di peyama xwe de wiha got: "Pêşketina çanda demokrasî û aşitiyê divê esas bê girtin. Divê li gor daxwazin hemû derdorên civakê Qanûna Bingehîn bê amadekirin, tenê li ser lihevkirineke du partiyan Qanûna Bingehîn nayê amadekirin. Di van rojên ku qetlîam, şidet zêde dibin de, divê dengê aşitiyê zexmtir û bilintir bibe." Heyet piştî parvekirina vê peyamê, ji ber girtîgehê veqetiya.