Ji Akdoganê HDP'î 85 sal cezayê girtîgehê dixwazin 2016-12-23 09:32:16 COLEMÊRG - Serdozger li Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan ê girtî de doz vekir û 85 sal cezayê girtîgehê xwest. Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê, lêpirsîna xwe yî der barê Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan ê li girtîgehê tê ragirtin, temam kir û îddianame amade kir. Piştî destnedayîna qanûnî ya der barê parlementeran hat rakirin, 14 fezlekeyên der barê Akdogan de hatibûn amadekirin, wek îddianme hatin veguherandin. Di çarçoveya lêpirsînê de Akdogan, di 7'ê mijdarê de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê. Di îddianameya ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve hat qebûlkirin de, bi îdiayên "Pesindayîna sûc û sûcdar", "Lidarxistin, birêvebirin û beşdarbûna civîn, meş û xwepêşandanên derqanûnî", "Endamtiya rêxistinê" û 14 caran "Propagandaya rêxistinê" heta 85 sal cezayê girtîgehê, cezakirina Akdogan hat xwestin. DOZGER HAT ÎXRACKIRIN Di îddianameyê de Akdogan, ji ber beşdarbûn û xaftinên xwe yên daxuyaniyên çapemeniyê, meş, çalakiyên rûniştinê, merasîmên cenazeyan ên di salên 2015-2016'an de li navçe û navenda Colemêrgê pêk hatin, tê tawanbarkirin. Dozgerê Komarê yê Colemêrgê Serkan Ozden ê der barê Akdogan de gelek fezleke amadekirin, di çarçoveya lêpirsîna "FETO/PDY"yê de, di meha tîrmehê de hatibû binçavkirin û ji peywirê hatibû îxarckirin. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ya ku îddianame qebûl kir, bi hinceta "ewlehiyê" ji bo doz neqlî bajarekî din bê kirin, nivîsek ji Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê re nivîsand. Wê yekemîn rûniştina dozê di 12'ê çileyê de li Colemêrgê bê dîtin.