Yuksekdag: Ev doz dê li dîrokê bên nivîsandin û em ê sûcdar nebin 2016-12-26 13:58:48 ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku li welat qanûna bingehîn tê binpêkirin, muxalîfên ku hesabê vê dipirsin tên darizandin û wiha got: "Îro ev dozên me jî dê li dîrokê bên nivîsandin û em ê sûcdar nebin. Li Tirkiyeyê em ê di azadiya gotin û îfadeyê de bi serkevin." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji ber axaftina xwe ya di 14'ê sibatê de li Îzmîrê di panela "sosyalîst xwerêveberiyê nîqaş dikin" de bi îdiaya "propagandana rêxistinê kiriye" derket pêşberî dadgehê. Yuksekdag bi SEGBÎS'ê beşdarî doza li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bû. 'EM JI BER HER GOTINÊN XWE BEDELÊ DIDIN' Yuksekdag di parastina xwe de îdia red kir û wiha got: "Axaftina min li ser siyaseta rojane bû. Panela ji bo gel vekirîbû. Li Tirkiyeyê nîqaşkirina siyasetê sûc tê dîtin. Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê de destê îxtidara siyasî de ye. Em ji ber ku nikarin bi awayekê azad siyasetê bikin li vir in. Bila li şûna çekan siyaset biaxive. Ev gotin ji rastiyekî civakî derketine. Li welatê me yê ku divê demokrasî û gotinan biparêze îxtidar û daraz e. Gotin ji bo mafê siyasetê ye. Lê ji ber ku em gotinên xwe bi kar tînin bedelê didin. Di dîrokê de dozên siyasî hene. Îro ev dozên me jî dê li dîrokê bên nivîsandin û em ê sûcdar nebin. Li Tirkiyeyê em ê di azadiya gotin û îfadeyê de bi serkevin." Yuksekdag di parastina xwe de diyar kir ku ji ber ku gotinên xwe aniye li ser ziman tê darizandin û wiha berdewam kir: "Karê min siyaset û axaftin e. Di wî panelê de axaftina ku hatiye kirin de ez difikim ku li Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin. Me hewl da bibêjin ku li wan bajaran tiştê ku diqewime tenê operasyonên siyasî nînin, tiştên din in. Rastiyên wan bajaran îfadeya vê ye. Li wan bajaran kesên bêçek û siv^li mirin. Min got divê girîngiyê bidin siyaseta herêmî û demokrasiyê." Yuksekdag destnîşna kir ku di operasyonan de mirovên sivîl hatine qetilkirin, kesên ku hê jî cenazeyên xwe negirtine hene, canezeyê jineke bi awayekê kazî hate teşhîrkirin û wiha got: "Siyaseta li Tirkiyeyê dixwaze vî trajediyê bide jibîrkirin. Em ê vî trajediyê nedin jibîrkirin. Mirovên li wir li dijî şer ji bo li welatê xwe bimîne li ber xwe didi. Malên wan hatin xirakirin jî li ber xwe dan û neterikandin. Me rewşa wan kesan di panelê danî ziman ev tiştekî normal e. Li vir pesndayîna rêxistinê tuneye." 'SEROKOMAR QANÛNA BINGEHÎN BIN PÊ DIKE' Yuksekdag di berdewama parastina xwe de got ku Serokomar Tayyîp Erdogan qanûna bingehîn binpê dike û wiha axivî: "Nenaskirina qanûna bingehîn û li pey sîstema serokdewletiyê çûn serbest e. Serokomar qanûna bingehîn nas nake û dibêje min guherandiye. Lê gotina muxalîfan sûc tê dîtin. Muxalîfên ku hesabê bipnêkirina qanûna bingehîn dipirsin tên darizandin. Li dijî bêdadiyê mafê me yê gotinê heye. Nenaskirina qanûna bingehîn sûc e. Divê ev bê darizandin." Yuksekdag anî ziman ku dixwaze li dadgehê parastina xwe bike. Di dadgehê de dadger hin beşên îdianameyê xwend û li ser vê yekê Yuksekdag got ku di axaftinên wan de gotinên ku bi kar tînin tên bijartin û bi vî rengî îdianame tên amadekirin. DAXWAZA BERAETÊ HAT REDKIRIN Ji ber sîstema SEGBÎS'ê gelek caran axaftina Yuksakdag hat qutkirin û gotinên wê nehat fêmkirin. Li ser vê yekê parêzerê Yuksekdag Kamîl Agaoglu got ku mafê muwekîla wî yê parastina hatiye astengkirin û ji ber vê yekê jî xwest muwekîla wî bînin dadgehê. Agaoglu xwest ku dîmenên di îdianameyê de çawa hatine tespîtkirin bê lêkolînkirin û muwakîla wî bê beraetkirin. Piştî navberê heyetê biryara xwe aşkera kir, daxwaze beraetê red kirin û bersûc di dadgehê din de li salonê amade be, dîmen carake din bên tespîtkirin. Doz taloqî 2'ê Adara 2017'an hat kirin. 'NAHÊLIN SIYASETDEKAR BIAXIVIN' Piştî dozê li ber edliyeyê parlamenterê HDP'ê MUslum Dogan daxuyanî da û got ku der barê Yuksekdag de bi awayekî nehiqûqî doz hatiye vekirin, di pêvajoyekî ku destur nayê dayîn siyasetmedar biaxivin de debas dibin. Dogan anî ziman ku heta ku li welat demokrasî pêk bê û siyasetmedar bikaribin biaxivin dê têkoşîna xwe bidomînin.