Ji Tuncel peyama sersalê: Em têkoşîn û piştevaniyê xurt bikin 2016-12-31 11:45:42 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di peyama xwe ya ji bo sersalê şand de banga xurtkirina têkoşîn û piştevaniyê kir û wiha got: "Bindest, kedkar, jin û çîna karker a ku têkoşîna demokrasî û azadiyê didin di 2016'an de rastî polîtîkayên pêkûtî, çewisandin û zorê hatin." Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a ku dema binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenteran şermezar dikir hat girtin ji bo sersalê peyam şand. Tuncel a li Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê dimîne di peyama sersalê de banga têkoşîn û piştevaniyê kir. 'POLÎTÎKAYA ZILMÊ YA NEHATIYE DÎTIN XISTIN DEWREYÊ' Peyama ku Tuncel şand wiha ye: "Bindest, kedkar, jin û çîna karker a ku têkoşîna demokrasî û azadiyê didin di 2016'an de rastî polîtîkayên pêkûtî, çewisandin û zorê hatin. Aqilê dewletê li Kurdistanê ji bo ku têkoşîna azadî, aştî û wekheviyê ya gelê Kurdistanê asteng bike polîtîkayên zilmê ya ku di dîrokê de nehatiye dîtin xist dewreyê. Derfetên muzakereyê ji holê rakir û şer û pevçûn esas girt. Bajar hatin xirakirin, li dijî partiya me û HDP'ê operasyonên qirkirina siyasî, xespkirina îradeya gel, girtina hevşaredaran em bi hevre dijîn. Ev êrîş serkeftinekî dewletê nînin berovajî vî nîşan daye ku neçareserî û têkçûn e. Pirsgirêka kurd pirsgirêkekî ewlehiyê na, pirsgirêka siyasî ye û ancax bi siyasetê tê çareserkirin. Ceribandina polîtîkayên din dirêjkirina pêvajoyê ye. Ji ber vê yekê jî divê pêvajoya pêşiya me divê têkoşîna siyasî bi awayekî xurt û aktîf bê dayîn. Ji ber vê yekê berpirsyariyeke mezin dikeve li ser milê partiya me. 2017 berpirsyariya xurtkirina têkoşîn û piştevaniyê dide gelên me, jinan, bindestan, çîna karkeran û hemû kesên ku têkoşîna ekolojiyê didin. Bi vî wesîleyê ez sersala gelê me pîroz dikim. Silav û hezkirinên xwe ji hemû kesan re dişînim."