Onder: Receteya çareseriyê Ocalan e 2017-01-01 11:52:57 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku di pêvajoyek gelek dijwar re derbas dibin û wiha got: “Em wekî welat dê bi westin, lê dê taliya wê baş be. Dibe ku pêşnûmeya Qanûna Bingehîn li meclîsê 330 dengî negire û di meclîsê re derbas nebe. Reçeteya çareseriyê Ocalan e." Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqereyê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, têkildarî rewşa li Tirkiye ji dihaberê re axivî. ‘RECETEYA ÇARESERIYÊ LI CEM OCALAN E' Onder, diyar kir ku firsenda 2013'an a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatibû bi destxistin, ger ku dîsa derbasî neçareseriyê bibe, dê êrîş zêdetir bibin û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê tespît kiribû û gotibû 'Ger ku di neçareseriyê de bê israrkirin, dê mekanîzmaya darbeyê têkeve meriyetê. Dê bi hezaran mirov bên kuştin.' Ev gotinên wî rast derketin. Wekî pêşdîtina Birêz Ocalan pêş ket. Kesên ku ev nerîn şaş dîtin, ji bo wan bû xwedî maliyetek mezin. Hemû têgehên der barê pêvajoya siyasî de îro wekî rastiyê derketin pêşberî me û ketin nava pêvajoyê. Xwe spartiye me û hemû cîhanê. Niha receteya çareseriyê jî li wir e. Birêz Ocalan siyaseta demokratîk, vîna aştiyê û demokrasiya radîkal pêşniyar dikir. Avakirina Eniya têkoşînê ku bi tifaqê hatiye xurtkirin û pêçan pêşniyar dikir. Ji ber vê yekê tiştên ku me li pey xwe nîvco û kêm hiştine divê em wan di ber çavan re derbas bikin û temam bikin. Divê bêyî ku em mafên azadiyan binpê bikin, em qada demokratîk fireh bikin. Divê rojeva me ya sereke vîna me ya hatiye bijartin em wan azad bikin û ji bo vê yekê tekoşînê pêş bixin." 'FATÛRA CIVAKÎ PIR GIRAN BÛ' Onder, têkildari têkiliyên navneteweyî û tora şer a tê tercihkirin jî axivî û wiha got: "Ev têkilî û tora pêş dikeve li pêş jiyanê asteng e. Fatura wê ya civakê pir giran e. Em hêvî dikin ku ev polîtika sereke li ser esasê dijminantiya kurd pêş nekeve. Li dijî nasname û statuya kurdan nebe asteng. Ger ku dijmantiya li dijî kurdan, nasname û statuya kurdan pêş bikeve dê kaos kûr bîbe. Dê pêvajoya neçareseriyê dirêj bibe. Ji ber vê yekê bêyî em bêzar bibin û biwestin divê em vê rastiyê bînin ziman û li dijî şer û dijminantiyê têbikoşin." 'SERDEST NIFRÎNÊ BI RÊXISTIN DIKIN' Onder, destnîşan kir ku hêzên serdest li dijî kurdan nifrînê pêş dixin û dikin sazî û wiha berdewam kir: “Niha rêveber û bloka serdest, li dijî kurdan nifrînê bi rêxistin dikin. Ji ber nifrînek wisa pêş xistine nikarin paşve vegerin. Em wekî saziyên siyasetê nikarin nifrînê pêş bixin û xwe paşve bikişînin. Peyvira me ya esasî em rê li pêş van têgeh û gotinên di navbera civakê de nifrînê pêş dixin bigirin. Divê em li dijî polîtîkayên şer, polîtîkayên aştî, demokrasiyê xurt bikin." 'DIBE QANÛNA BINGEHÎN LI MECLÎSÊ 330 DENGAN NEGIRE' Onder, têkildarî daxuyaniyên KCK'ê û dewletê yên der barê hatina baharê de jî nirxand û wiha got: “Ji bo di demsala baharê de şer pêş nekeve wekî siyasetmedar em dê hemû hêza xwe ji bo aştiyê bikar bînin. Divê her kes zanibe şerê pêş bikeve dê bingehê jiyanê xera bike. Di şeran de yên bi ser bikeve û têk biçe nabe. Divê her kes vê rastiyê bibine. Di hefteya pêş me de dê daxwaza pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn bê Meclîsê. Ev daxwaza guhertina Qanûna Bingehîn ji “Qada hegemonik a Mutlaq" pêk tê. Dema em li vê pakêta qanûna bingehîn dinerin em dibînin ku ji bingeha qada hegemonik a mûtlak pêk tê. Em dibînin ku hemû rêyan li pêş demokrasiyê digire û derfetên demokrasiyê ji dest digire. Îxtîmala ku li meclîsê 330 dengan negire zêde ye. Ji ber vê yekê em dibînin ku AKP û MHP ketiye nava hewldana mirovan îkna bike" EM WEKÎ WELAT DÊ BIWESTIN LÊ DÊ DAWÎ BAŞ BE Onder, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Wê Bilind a Îmraliyê û wiha got: "Tu qanalen ku em bi hikûmetê re temas bikin nemaye. Di destê me de tenê gotina "Ez dê bi destê xwe ewlehiya xwe bistînim' heye. Ji bilî vê yekê tu agahiyên din tune ye. Li tevahiya welat, zinrcîra bê hiqûqiyê ji pergala tecrîda li Îmraliyê dest pê dike. Ger ku di wextê de îtiraza tecrîda Îmraliyê hatibûya kirin dê îro li dijî hêzên demokrat ev binçavkirin û girtin pêk nehatiya. Em di pêvajoyek zahmet re derbas dibin. Em dê pir biwestin. Em wekî hemû welat dê pir bi westin, lê ez bawer dikim ku dê dawiya wê baş bi encam bibe."