Grzenîa: Li Babê leşkerên tirk wek piyonan tên bikaranîn 2017-01-03 09:20:54 DENÎZLÎ- Nivîskar û rojnamegerê polonyayî Rafal Grzenîa yê pirtûka "Şoreşa Sûriyeyê" nivîsand dest nîşan kir ku, li Babê leşkerên tirk wek piyon tên bikaranîn û wiha got: "Wê Tirkiye neçar bimîne ku ji Babê vekişe. Wê li Sûriyeyê Esed bimîne û wê Federasyona Sûriyeya Bakur bê naskirin." Nivîskar û rojnamegerê polonyayî Rafal Grzenîa yê di 2013'an de li bajarên Hama û Îdlîbê yê Sûriyeyê ma û pirtûka bi navê "Şoreşa Sûriyeyê" nivîsand, operasyona Tirkiyeyê "Tevgerîna Mertalê Firatê" a li Babê nirxand. Grzenîa diyar kir ku, li ser navê demokrasiyê tu taybetmendiyeke Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) nemaye û got, li Sûriyeyê li cihên OSO lê ye, mirov êdî piştevaniya wê nakin. ‘OSO BÛYE EL NÛSRA' Grzenîa diyar kir ku, dema ew li Sûriyeyê bû OSO tim ji Amerîka û Rojavayê (ya cîhanê) li benda alîkariyê bû û wiha got: "Niha OSO bûye El Nûsra bi xwe. OSO ji bo alîkariyê niha berê xwe daye Suûdî Erebîstanê, komên îslamiyî. Berê min di nav OSO'yê de şervanên xirîstiyan didîtin. Lê belê, her çû OSO veguherî îslama radikal. Niha ji sedî 90 bûyek wek El Nûsrayê. Di nav OSO'yê de hindik me jî, alîgirên demokrasiyê hene, lê belê li hemberî komên îslamiyî tu bandoreke wê tune ye." ‘LI BABÊ LEŞKERÊN TIRK WEK PIYONAN TÊN BIKARANÎN' Grzenîa diyar kir ku, di bingeha têkiliya Tirkiye û DAIŞ'ê de lawazkirina hêzên kurd e, sedema hebûna Tirkiyeyê ya li Babê jî astengkirina gihandina kantonên Rojavayê ye û wiha domand: "Tirkiye tim gotina 'Em li dijî DAIŞ'ê têdikoşin' dike. A rast, di bin vê gotinê de jî xwenegihandina kurdan cih digire. Li Babê, her çiqas leşkerên rik hebin jî, ya girîng gotina Amerîka û Rûsyayê ye. Çimkî li wir leşkerên tirk mecbûr in li gor gotinên aktorên derve tevbigerin. Niha li babê leşkerên tirk wek piyonan tên bikaranîn." ‘WÊ TIRKIYE JI BABÊ VEKIŞE' Grzenîa anî ziman ku, li Babê Tirkiye, di bereka destûra aktorên derveyî tevdigere û wiha axivî: "Îro sedema Tirkiye li Babê xitimiye, peymanên nepen in, ku li paşperdeyên ji aliyê aktoran ve tên meşandin. Dewleta tirk li Babê, ne ji wan merciyên biryardayînê ye." Grzenîa dest nîşan kir ku, a rast tam nediyar e kuTirkiye li Babê çi dixwaze û got, wê Tirkiye neçar bimîen ku ji Babê vekişe. ‘WÊ DEWLETA KURD BÊ AVAKIRIN' Grzenîa ragihand ku, li Sûriyeyê di warê xêzkirina sînorên nû de, peymaneke goştî heye û wiha axivî: "Tirkiye jî vê dizane. Wê di vê pêvajoyê de li Sûriyeyê Esed bimîne û wê Federasyona Sûriyeya Bakur bê naskirin, li wir artêşeke bipergal a kurdan heye. Ji bilî Esed, wê kurd li ser piya bimînin." Grzenîa anî ziman ku, li Tirkiyeyê girtina parlementerên HDP'ê jî ji ber vê destekftiya li Rjavayê ye û wiha bertek nîşan da: "Rojname tên girtin, rojnameger tên girtin, lê belê xweşikî tu mudaxileyeke Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) tune ye. Ez vê jî rast nabînim." ‘WÊ PERGALA SEROKATIYÊ TIRKIYEYÊ BER BI XERABIYÊ VE BIBE' Grzenîa dest nîşan kir ku, divê bêtir mafên kurdên li Tirkiyeyê bê naskirin û got, ji ber Amerîka û YE Tirkiyeyê wek qadeke karî dibînin, piştevaniya tevgerên azadiyê yên Tirkiyeyê nakin û ez vê rast nabînim. Grzenîa balê kişand ser Pergala Serokatiyê ya li Tirkiyeyê di rojevê de ye û wiha axivî: "Wê Pergala Seroktiyê tiştekî nû neyîne Tirkiyeyê. Wê ji berê xerabtir bike. Wê neyê wateya demokrasiyeke zêde." ‘DIVÊ YE ZORÊ BIDE TIRKIYEYÊ' Grzenîa dest nîşan kir ku, Tirkiye penaberan li hemberî YE'yê wek koz bi kar tîne û herî dawî wiha got: "Li Tirkiyeyê gumleteke penaberên ji Sûriyeyê hatine hene. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tim bi gotina 'ez ê sînoran vebikim' gefan dixwe. Ji ber vê yekê, divê YE ji bo vekirina rêyên demokratîk zorê bide hikûmeta tirk. Mafên mirovan û mafên krudan ên li Tirkiyeyê, li Ewropayê mijara nîqaşê ne. Lê belê, axaftin tenê têr nake."