‘Ji bilî Tirkiyeya demokratîk hemû rê diçin Sevrê' 2017-01-03 08:44:28 STENBOL - Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin, gotina Serokomar Erdogan a 'Ger ku em rawestin, em dê xwe di şertê Sevrê de bibînin' bibîr xist û wiha got: "Çareserî komara demokratîk, azadîparêz û laîk e. Ji bilî vê rêyê hemû rê diçin sewrê." Nivîskar û Dîroknas Erdogan Aydin, li ser Peymana Moskova ya di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye de pêk hat nirxandin kir. Aydin, bal kişand ser gotina Serokomar Erdogan a di 2012'an de hêj Serokwezîr bû gotibû “Înşallah em dê li ser qebra Selahaddin Eyyubî fatîha bixwînin û li Mizgefta Emevî nimêja xwe bikin:" û polîtîkayên Hikûmetê rexne kir. Aydin, anî ziman ku Tirkiyeya AKP'ê xeyal dike ku li nimêj bike û Sûriyê fetih bike û li ser hemû Rojhilata Navîn serdestiyê bike û wiha got: "Navê Yavuz Sultan Selim li Pira 3'emin kir. Dixwaze polîtîkayên 500 sal berê yên di serdema Yavuz Sultan Selim de têxe meriyetê. Dixwaze Îran û Rûsyaya ku berê li dijî hev bûn bide pişt xwe. Sûriye ku ji bo îsraîlê talûkeya mezin bû, bi destê hêzên emperyalîst bi Tirkiye re peymanê çê dike." ‘TIRKIYE SÛRIYEYEK BÊ NASNAMEYA KURDAN XEYAL DIKE' Tirkiye hêj xeyal dike ku kurd nikarin xwe bi rêve bibin. Sûriyeyek ku kurd nikaribin xwe birêve bibe xeyal dikin. Ji ber ku xeyala wan a 2011'an pêk nehat, niha ji ber hevsengiya di navbera Rusya û DYA ya nû Sûriyeyek ereb jî êdî ne pêkan e. 'PYD ÊDÎ BI QASÎ TÊK NAÇE BI HÊZ E' Aydin, da zanin ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji ber ku li Rojhilata Navîn pirrengî, laîk û pir çandiyê diparêze, êdî ne pêkan e ku têk biçe û wiha got: “Xuya ye ku dê di pêşerojê de şerê bi DAIŞ'ê re berdewam bike. Ji ber ku şerê bi DAIŞ'ê re dê bi dome, tenê hêza li dijî DAIŞ'ê şer bike PYD heye. Ji ber vê yekê êdî Sûriyeya Ereb jî ne pêkan e. Wê demê dê Esad bimîne, lê dê kurd jî wekî welatiyên wekhev û hevpar bên nasîn û bimînin. Şerê bi DAIŞ'ê de dê demek din jî bidome. Xuya dibe ku DAIŞ dê têk biçe." ‘TU TIŞT JI TIRKIYE YA AKP'ê re NAMÎNE' Aydin, destnîşan kir ku di vî şerê heyî û peymana hatiye îmzekirin de tu tişt ji Tirkiyeya AKP'ê re namine û Sûriyeya Esad dê êş û tola xwe ji Tirkiye hilîne. -Îslamîstên Radîkal ên ji Helebê bên derwxistin dê wan bişînin Îdbilê û di ser Îdbilê re derbasî Tirkiye bibe. Ev îslamên redikal dê bandora xwe li nava Tirkiye jî bikin. DIVÊ TIRKIYE VEGERE XETA AŞTIYÊ Aydin, da zanîn ku êdî Rojhilata Navîn a Rejîma Baas, nijadperestiya ereb û nijadperestiya Tirk kurdan lê naxwazin ne pêkean e û wiha got: Ez wisa bawer dikim ku Esad dê ji hebûna kurdan razî bibe. DYA û Rûsya li hev kirine. Ji ber vê yekê divê Tirkiye ji vê şaşiyê vegere. Divê Tirkiye teqez bi kurdê xwe re li hev bê. Divê mafê kurdên Sûriye yên xwe bi xwe bi rêve bibe nas bike. Divê Tirkiye teqez li rêya aştiyê vegere. Divê Tirkiye li pêvajoya 2013-2015'an vegere. Ger ku Tirkiye li vê pevajoyê vegere dê di nava welatên cihanê de jî her kes hurmetê nîşan bide. Ji ber vê yekê divê Tirkiye hem li hundir û hem ji li derve ji nûve li pêvajoya aştiyê û çareseriyê vegere. Aydin, da zanîn ku Tirkiye ji peymana Moskova razî bûye û di demên peş de Tirkiye dê bi El Babê bi sînor bimîne. Li El Babê jî li hev kirine ku di bin kontrola Rusya û Esad de xwe paşve bikişîne. Wekî ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin xuya dibe. Lê esasê wê naxwazin kantonên kurd bigêjin hev. Di pişt peymana Moskova de piştî ku kontrola Esad pêş ket vê herêmê dîsa dewrî Esad bikin e. ‘DAÎŞ'ê BI ŞEWITANDINA 2 LEŞKERAN PEYAM DA' Aydin, bal kişand ser 2 leşkerên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin şewitandin û wiha got: "DAIŞ'ê bi vê yekê biryara xwe da. Niha tu rewşa ku kes bê axa Tirkiye serdest bike ango perçe bike tune ye. Di îttîhat û Terakîyê de bi sed hezaran ciwanên kurd û tirk wekî leşker şandin ser mirinê." ‘JI BO NEBE SEVR DIVÊ BI LEZGÎN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE' Aydin, gotina Serokomar Erdogan a 'Ger ku em rawestin, em dê xwe di şertê Sevrê de bibînin' bibîr xist û wiha got: "Çareserî komara demokratîk, azadîparêz û laîk e. Ji bilî vê rêyê hemû rê diçin sewrê. Ger ku naxwazin dîsa bibe wekî Sevrê divê bi lezgîn aştiya di nava xwe de pêş bixin û pirsgirêka kurdan çareser bikin. Ji bo Rusya îtîfaqa bi Esad û Îranê re ne îtîfaqa dest jê bê berdan e. Niha di destê me de formula çareseriya herî baş heye. Ev jî aştiya bi kurdan re ye. Ger ku em bi kurdan re li hev bikin di qada aborî, siyasi û her alî de dê peşketin çê bibe. Ev çareserî jî Komara demokratik, azadîparêz û laîk e. Sadiye Eser / Ahmet Kanbal - dihaber