'Di hevserokatiyê de armanc bi du çavan li cihanê nêrîn e' 2017-01-03 08:57:56 AMED - Endama Meclîsa Jinê ya DBP'ê Fîkriye Aytîn an ku êrîşên li hemberî sîstema hevserokatiyê ya ji bo jinên kurd destkeftiyekî mezin e nirxand diyar kir ku armanca hevserokatiyê bi du çavan li cihanê nêrîn e û wiha got: "Wekheviyê, temsîliyeta jinê ya wekhev, hevre jiyanê, demokrasiyê heta ku bînin vî welatî em ê têkoşîna vê yekê bidomînin." Di têkoşîna jinên kurd a 40 salan de yek ji destkeftiya herî mezin a jinan sîstema hevserokatiyê ku temsîliyeta wekhev esas digire ye. Sîstema hevserokatiyê yekem car di Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a di 2005'an de hat damezirandin ve li herêmê kete meriyetê û piştre jî di Kongreya Civaka Demokratîk de berdewam kir. Herî dawî jî di hilbijartinên herêmî ya 2014'an de li hemû şaredariyên DBP'î de sîstema hevserokatiyê hat esas girtin. 31 HEVŞAREDARÊN JIN HATIN GIRTIN Sîstema hevserokatiyê yekem car li Almanyayê ji aliyê Partiya Keskan ve hatibe destpêkirin jî li herêman sîstema hevserokatiyê di siyaseta kurd de derket holê. Sîstema hevserokatiyê ku ji roja dest pê kir heta niha bi êrîşan re rû bi rû ye. Di hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an de HDP'ê 59 parlamenter qezenc kir û di 2014'an de di hilbijartinên herêmî de jî 103 şaredarî qezenc kiribû. Ligel vê yekê jî hikûmetê HDP a ku dengê 6 milyon kesan girtiye û partiya sêyemîn a Meclîsê ye hevserokê partiyê û parlamenterên jin jî di nav de bi temamî 12 parlamenter girt. Hevşaredarên DBP'î jî ji wan 70 kes hatin girtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin. Ji hevserokên ku hatine girtin 31 yek jin in. 'SIYASETA KURD SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ DEWLEMEND KIR' Endama Meclîsa Jinê ya DBP'ê Fîkriye Aytîn diyar kir ku sîstema hevserokatiyê ji bo jinan jiyanî ye û ligel ku her tim jin di refên pêş de ne û bedelên giran didin jî keda ku jin didin di civakê de zêde nayê dîtin. Aytîn destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê jî tam di vî xalê de ketiye dewreyê ji bo ku keda jinê ya nayê dîtin bê dîtin, temsîliyeta wek hev pêk bê û peywira wê ya biryar girtinê hebe sîstema hevserokatiyê girîng e. Aytîn anî ziman ku sîstema hevserokatiyê ji partiyên siyasî yên din hatine girtin lê di siyaseta kurd de ev hatiye dewlemendkirin û wiha berdewam kir: "Di civaka me de pêdiviyeke pir cidî hebû. Ev sîstem xistina meriyetê ji bo me gaveke pir girîng bû. Di siyaseta me de keda jinê zêde nedihat dîtin. Lê bi sîstema hevserokatiyê ve di temsîlkirina wekhev de me pêşketinên girîng bi dest xist." 'BÛ POLÎTÎKA Û PERSPEKTÎF' Aytîn da zanîn ku hevserokatiyê di siyaseta kurd û saziyên kurdan de di demeke kurt de cih dîtiye û ev jî ji bo wan bûye polîtîka û pirspektîf. Aytîn wiha axivî: "Di hilbijartinên herêmî de 103 şaredariyên ku hatin qezenckirin, 103 hevalên jin û bi 103 hevalên zilam ve temsîliyeta wekhev pêk anî. Di esasê xwe de armanc bi du çavan li cihanê nêrîn bû. Yek bi çavên jinê yek jî bi çavên zilam nêrîna li cihanê bû. Civakê ev ferq kir. Ya ku di civakê de hat qebûlkirin têkoşîna jinê ya adil, wekhev û xebata demokratîk bû. Di nêzîkatiya li hemberî civakê hem jî xebatan de rengê jinê derket holê." 'HEMÛ POLÎTÎKA LI SER JINÊ TÊ PÊŞXISTIN' Aytîn destnîşan kir ku îro êrîşa li dijî hevserokatiyê ji ber acizbûna li hemberî vî sîstemê ye ji ber vê yekê jî ewil ew hate hedefgirtin. Aytîn got ku ewil jî hevseroka jin hatiye girtin. Aytîn diyar kir ku niha 31 hevserokên jin girtî ne û wiha berdewam kir: "Sîstema hevserokatiyê xistina dewreyê gelek bandor li sîsetama dewletê kir. Ji ber ku di sîstema AKP'ê de redkirina jinê heye. Jin nayê dîtin. Ji wezîran hemû rayedaran binêrin zimanên ku bi kar tînin yê zilam e, peyvên ku jinan rencîde dike tê bikaranîn. Em jî li dijî vê têdikoşin. Em ê heta dawî destkeftiyên xwe biparêzin. Polîtikaya îmhakirin, girtin û bêzarkirinê hemû li ser jinan tên meşandin." 'HETA KU EM DEMOKRASIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ EM Ê TÊBIKOŞIN' Aytîn a nirxandina "di têkoşîna jinan de merhaleya ku em di 40 salan de gihîştine ger sîstema dewletê evqas ditirsînin wê demê em di ciheke rast de ne" kir û got ku wan destkeftiyên rast bi dest xistine ji bo ku van destkeftiyan biparêzin dê têkoşîna xwe bidomînin. Aytîn herî dawî wiha axivî: "Li cihê ku ji ber girtina hevalên me vala mane em ê bi rêxistinkirina jinan ve têkoşînên pêş de bibin. Wekheviyê, temsîliyeta jinê ya wekhev, hevre jiyanê, demokrasiyê heta ku bînin vî welatî em ê têkoşîna vê yekê bidomînin."