'Şerê li Babê plana Tirkiyê, Rûsiya û Îranê ye' 2017-01-03 12:27:21 NAVENDA NÛÇEYAN – Cîgira Hevseroka Têkiliyên Derve ya kantona Cizîrê Senai Deham diyar kir ku geşedanên li Babê pêk tên encama hevpeymana di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsiya de ye. Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Kanotna Cizîrê Senai Deham têkildarî rewşa li Babê û destwerdana Tirkiyê agahî dan ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û got ku tobarana Babê û komkujiyên li Babê pêk tên rastî bêdengiya navdewetlî têne kirin. Deham, li ser geşedanên li Babê wiha got: "Ew geşedan di encama hevkariya di navber Tikiyê, Rûsiya û Îranê de pêk hatiye. Ev dewletên ku gelekî di Sûriyê de destwerdan kirine. Îran di destpêka şer de li kêleka rêjîma Sûriyê bû û ne hişt ku rêjîma wan hilweşe, ev yek jî di encama girêdana wan a bi ver re ku ji destpêka şoreşa Islamî ya Îranê heye, didome." Senai li ser Tirkiyê jî got ku tevlî xetên wan ên sor û gefên wan ku dihatin xwarin Heleb firotin û wiha axivî: "Gelek xetên dewleta Tirkiyê yên sor hebûn, ji destpêka şoreşa Sûriyê û heta niha piştgiriya komên çete dike. Îro jî em dibînin ku dev ji Helebê berde. Beranberî wê jî dixwaze êrîşî bajarê Babê dike. Tirkiyê bi vê yekê dixwaze pirojeya Fedraliya Demorkaîtk a Rojava asteng bike." Senai, li ser Helwesta Rûsiya jî ev tişt anî ziman: "Rûsya baş cihê Helebê yê stratejîk dizane. Wan diruşmeyên şerê li dijî terorê avêtin û dixwaze ku dewleta Sûriyê ya yekbûyî biparêze. JI ber vê yekê ji wê re dibe ku Heleb li şûna Babê be." Deham, herî dawî destnîşan kir ku armanca Rûsiya ya serke ew bû ku zû taxên Helebê bi dest bixin û wiha got: "Bi vêyekê taxên Helebê bi hêsanî û bê ku gelek ziyana canî bide Helebê giritin. Di hemen demê de ji zextên navdewletî jî xilas bû ye."