Bîlgen: Biryara ku daye jî nayê bîra AYM'ê 2017-01-03 13:17:07 ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ê di komcivîna partiya xwe de axivî diyar kir ku biryara ku der barê parlamenterên girtî de daye jî nayê bîra AYM'ê. Bîlgen, anî ziman ku ji bo Wezîrê Karên Hundir îstîfa bike hêj li benda kuştina çend kesên din e. Di komcivîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji ber ku Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş girtî ne vê hefteyê jî Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen axivî. Bîlgen di komcivînê de wiha axivî: "Hevserok, rêveberên koma me ne li cem me ne. 60 roj derbas bû û ligel vî dema ku derbas bû jî ne nêzîkatiyekî cidî ya îxtidara siyasî ne jî Serokê Meclîsê heye. Biryara ku der barê parlamenterên girtî de daye jî nayê bîra Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM)." 'DIVÊ SIYASET BERPIRSYARIYÊ BIGIRE Bîlgen têkildarî êrîşa li dijî kluba Reinayê jî nirxand û ji bo kesên ku xizmên xwe winda kirine sersaxî xwest. Bîlgen wiha berdewam kir: "Dema ku em dibêjin şermezarkirin têrê nake û partiyên ku nerazîbûn nîşan dan, niha dibêjin şermezarkirin nebes e tiştekî baş e. Divê siyaset berpirsyariyê bigire fêmkirina vê yekê jî baş e. Lê dema ku em mijarê bi geşedanên li herêmê ve negirin dest hûn ê tenê tedbîrên polîs bigirin." Bîlgen têkîldarî encamên ku ji ber polîtîkaya ji bo Sûriyeyê hat meşandin jî hin agahiyên kronolojiyê parve kir. Bilgen, ji malbatên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan sersaxîe xwest. ‘TIRKIYE 5 SAL BERÊ KEVIRÊ ESASÊ ÊRÎŞAN DANÎ' Bîlgen, destnîşan kir ku geşedanên îro li Tirkiye pêş dikeve encama polîtîkayên bi Sûriyeyê re ne û wiha got: “Di sala 2011'an de dema şervanên Libya li Kendava skenderunê neqlî Sûriyê kirin, kevirên esasê êrîşan danî. Tirkiye 5 sal berê bi vê yekê re bingeha êrîşan avêt. Divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên bi Sûriyeyê re di ber çavan re derbas bike. Çawa ku 15'ê Tîrmehê encama îtîfaqa qirêj e, encama polîtîkayên qirêj ên bi Sûriyeyê re jî li Pirsû, Gar'a enqereyê û herî dawî di êrişa li Reîna ya Stenbolê xwe da der. ‘ÇAVKANÎ LI BABÊ ANGO LI ENQEREYÊ TÊ ZUHAKIRIN? Bîlgen, Tevgera Mertalên Firatê jî rexne kir û wiha got: "Dewleta ku hêj aşkere nekiriye ku leşkerên wê li ku ne, çawa aşkere dike ku çend DAIŞ hatine kuştin, çend DAIŞ birîndar in. Xuya ye ku DAIŞ'ê birîndar li nexweşxaneyên xwe derman dike. Erdogan dibêje em dê çavkaniyên wan zuha bikin. Çavkanî ne li Bab'ê ye. Çavkanî li Konya û Enqereyê ye. Yên çavkaniyê li derve nîşan bidin nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Tirkiye çavkaniyê DYA nîşan die. Wê demê çima rastiyan vediyêrin. Çima civakê dixapînin? HETA DUBENDÎ HEBE ARAMÎ NABE Çima polîsê sefir kuşt kuştin. Xwestin delîlan veşêrin. Ger ku êşa li Pirsûsê û li Enqereyê bihata hîskirin komkujiya li Navenda Şahiyê ya Reîna pêk nedihat. Yên ji bo Roboski dibêjin mirî, yên ji bo Pirsûsê dibêjin mirî, çima şehîtbûnê ji bo hin kesan laîk dibînin. Heta ku ev dubendî neyê terkirin dê aramî neyê Tirkiye. WEZÎR JI BO ÎSTÎFA BIKE HÊJ LI BENDA KUŞTINA ÇEND KESAN E Bîlgen helwesta Wezîrê Karên Hundir jî rexne kir û wiha got: "Di 2 mehên dawî yên serdema wezîr Soylu de herî kêm 100 mirovan jiyana xwe ji dest da. Ji bo wezîr Soylu îstîfa bike hêj li benda çend kuştinên din e. Heta ku Wezîr peyvan davêje me bila karê xwe bike. Yên bi riya medya civakî DAIŞ'ê li Kurdan sor dikin û kuştina kurdan rewa nîşan didin nayên girtin. Çima der barê van kesan de lêpirsîn nayê kirin. Li aliyê din Rojnameger Ahmet Şik hat girtin. Îro ger ku Darbe pêk hatibûya dê dîsa Ahmet Şik hatibûya girtin. KÎ LI PÊŞ SEROKÊ MECLÎSÊ ASTENG E Bîlgen helwesta Serokê Meclîsê jî rexne kir û wiha got: "Serokê Meclîsê dibêje, ya ji dilê min tê Qanûna Bingehîn ku her kes li ser wê li hev bike ye. Gelo astengî û gefa li pêş wî çiye. Çima ya ji dilê wî tê nake. Yê zextan li ser wî dike kî ye. ‘