Wekîla HDP'î Başaran: Dê bibe qanûna bingehîn a derbeyê 2017-01-04 09:02:53 ÊLIH - Parlemenetera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, dest nîşan kir ku bi qanûna bingehîn a nû re dê hemû hêz têkeve destekî û dema serokomar bixwaze dikare meclîsê fesix bike. Başaran anî ziman ku hemû qanûnên bingehîn ên piştî 1924'an tev yên derbeyê ne û qanûna bingehîna a 2017'an tê çêkirin jî ya derbeyê ye." Parlemenetera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran a li ser navê partiya xwe di Komîsyona Qanûna Bingehîn de cih digire, hem xebatên komîsyonê hem jî guherînên qanûna bingehîn ên ku AKP û MHP li ser li hev kirine nirxand. Başaran dest nîşan kir ku, di dengdayîna ku dê hefteya bê pêk bê de, wê teqez pakêta qanûna bingehîn derbas nebe û wiha diyar kir: "Lê ji bo parlementerên xwe têxin bin çewsanê, wê her partî komîserên xwe deyne ser serê parlementeran û wê dengdayîn wisa pêk bê." ‘PARLEMENTERAN KAXEZA VALA ÎMZE KIR' Başaran dest nîşan kir ku, piraniya parlementerên pêşnûma îmze kirine, îmze avêtine kaxeza vala û nizanin di wê guherînê de çi heye û wiha axivî: "Îmze avêtin kaxezên vala û li ser madeyan tenê ev gotin, 'Xetereya dabeşkirina Tirkiyeyê heye. Li welat bêîstikrariyek heye.' Çareseriya vê jî tenê di pergala serokatiyê de dibînin." ‘KESEKÎ VENÊRÎNA SEROK BIKE TUNE YE' Başaran hişyar kir, “Heke pakêta qanûna bingehîn a behsa wê tê kirin têkeve meriyetê wê dîktatoriyek xwe bide der" û wiha behsa qanûna bingehîn a tê guhertin kir: "Wê ev dîktator alîgirên xwe yî serok hilbijêre, wê wezîrên xwe hilbijêre, yanî hema bêje wê hikûmet ew be. Wê bi vê pergalê re meclîs û hikûmet bi temamî bê pelaştin. Wê hemû raye di dest serokê dewletê de bin. Ji bilî kesên wî ew hilbijartin, kes nebû serokwezîr û wezîr. Wê ev rewşa fiîlî bi temamî veguhere fermiyetê. Yanî em hemû rayeyên welat li ber însafa mirovekî dihêlin. Li cîhanê mînaka vê pergalê tune ye. Di pergala serokatiyê ya modela tirk de, tu kesekî ku venêrîna serok bike û wî frên bike tune ye." ‘DÊ BI PERGALA SEROKATIYÊ WATEYEKE HILBIJRATINA NEMÎNE' Başaran dest nîşan kir ku, dê serok karibe bi rêya peyamê jî fermanê bide meclîsê û wiha domand: "Dê meclîs mecbûr be wê fermanê bi cih bîne. Dê bi vê rêyê re pergala parlementerî bi temamî biqede. Serok bi tena serê xwe dibe xwedî rayeya ku dikare meclîsê fesix bike, lê nêzî temamiya meclîsê jî nexwedî rayeya ku akribin serok darizînin. Têkildarî birêvebirinê de dikare KHK'yan derxîne. Dîsa dê karibe qeyûman tayînî şaredariyan bike. Wê bi vê rêyê re tu wateyeke hilbijartinan nemîne." ‘QANÛNA BINGEHÎN A 1921'Ê TENÊ ÎRADEYA JIYANA BI HEV RE DIDA DER' Başaran diyar kir ku, tekane qanûna bingehîn a jiyana bi hev re dida der, Qanûna Bingehîn a 1921'ê ye û wiha anî ziman: "Bi Qanûna Bingehîn a 1924'an re li civakê gêjbûyîneke pêk hat û bandora wê hîn jî didome. Ji xwe hemû qanûnên bingehîn ên piştî 1924'an hatin, ên derbeyê ne. Herî dawî jî, qanûna bingehîna di 2017'an de tê çêkirin jî teqez qanûna bingehîn a derbeyê ye. Wê tu peymaneke civakî ya dê civakê bîne gel hev tune be. Dema Tirkiye hat avakirin, li ser kîjan esasan hat avakirin, divê li wê bê nihêrîn û ji sifirê qanûneke bingehîn bê çêkirin." Başaran anî ziman ku, wê pergala serokatiyê tu aramî bextewariyê bi xwe re neyîne û wiha got: "Heke der barê qanûneke bingehîn de bê axaftin, divê demildest OHAL bê rakirin. Ev sal û nîveke em fragmana pergala serokatiyê temaşe dikin. Pêvajoyên xwîn, mirin, girtin, binçavkirin, dorpêçkirinê; ev pergala serokatiyê ye. Dê pergala serokatiyê bêtir mirinê, girtinan, xespkirinan, betaliyî û bêtir sefaletiyê bi xwe re bîne." ‘LI DIJÎ REJÎMEKE DÎKTAYÎ DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME' Başaran got, wan ji vê qanûna bingehîn re gotiye "na" û wiha got: "Çimkî di vê pêvajoyê de qanûneke bingehîn a wisa nayê çêkirin. Du partî li paş deriyan bi awayekî nepen tên gel hev û diaxivin. Em vê guhertina qanûna bingehîn a li me ferz dikin qebûl nakin. Ji xwe di warê naverokê de ne qanûneke bingehîn e ku, bê nîqaşkirin. Qanûneke bingehîn a ji aliyê ruhekî netewperest ve hatiye çêkirin. Heke biçe referandûmê jî, em bi biçin cem gel û em ê vebêjin ku dê di encama vê guherînê de çi xwe bide der û em ê jê re bêjin na. Guherîna qanûna bingehîn şert e, lê heke hemû civakê li xwe bihebîne. Em ê li dijî dîktayeke wisa bi her awayî têkoşîna xwe bidomînin."