Kurtulmuş: Ji destpêkê ve polîtîkaya Sûriyeyê şaş bû 2017-01-05 09:36:27 ENQERE - Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş diyar kir ku herêm carekdin ji nû ve tê dîzaynkirin, perdeya duyemîn a lîstîka beriya salan tê lîstin û wiha got: “Bawer nekirin ku polîtîkaya Sûriyeyê ji destpêkê ve şaştiyek bû, niha em vana temîr dikin û sererast dikin.” Cigirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, diyar kir ku ji destpêkê ve polîtîkayen Sûriyeyê şaştî bû. Kurtulmuş ku mêvanê Buroya Hurriyetê ya Enqereyê bû anî ziman ku ew niha van şaştiyan sererast dikin û herêm carekdin ji nû ve tê dîzayn kirin. Kurtulmuş, wiha domand: “Êrîşa Ortakoyê tê texmînkirin ku ji ser Kirgizîstanê ve hatiye. Kesên ku van êrîşan pêk tînin divê wekî rêxistinekê bê dîtin. Beşên cuda ên rêxistinê. Kesên ku êrîşan pêktînin cudane lê armanc hemanin. Ya girîng dîtina wêneyê mezine. Rêxistinên li dijî me profesyonelin. Hûn bombeya zindî texmîn dikin lê êrîşek wiha şaşwaze. Dibe ku li hundir kesekî ku alîkarî dide wan hebe. Ev hemû tên nirxandin. Ji ber ke gef ne tenê ji rêxistinekê tê girtin karê me pirzehmete. Îdîayên sûîqastên li dijî Kiliçdaroglu û Bahçelî diyar dike ku di siyasetê de her kes dibin van gefan de ye. Îstîxbaratên cidî hene bi taybet ji bo serokên partiyan. Ger em ketibana pevajoya başbûna têkiliyên bi Rûsyayê re dê di suîqasta li dijî sefîrê Rûsyayê de qiyamet rabikiribana.” Kurtulmuş, derbarê koçberan de jî wiha got: “Kêmasiya me ya girêdayî koçberiyê ewe ku divê wezareta me ya koçberiyê bê avakirin. Divê kesên ji herêmên nebaş tên divê demekê di bin kontrolê de bên girtin. Lê em nikarin dîwaran li ber kesên ji Kirgizîstan û Turkmenîstanê tên ava bikin ji ber ku Tirkiye welatê wan ê duyemîne.” PERDEYA DUYEMÎN A LÎSTIKÊ TÊ LÎSTIN Kurtulmuş, diyar kir ku wêneyê mezin ê li ber çavên wan nete û wiha pêde çû: “Lîstîka beriya salan niha perdeya wan a 2’yemîn tê lîstin. Herêm carekdin tê dîzaynkirin dixwazin dabeş bikin. Li vir welatê ku vê lîstikê vale derbixîne tenê Tirkiyeye ji ber wê naxwazin em mudaxele bikin. Tu eleqeya xwe bi rêveberiya Tirkiyeyê re tune ye. Ev 2’yemîn Sykes-Pîcot e ev vekiriye. Li gorî beriya 10 salan, ji ber mezheban herêm gelek hatiye dabeşkirin. Destpêka bûyerê 1991 dagirkirina Iraqê ye.” POLÎTÎKAYA SÛRIYEYÊ ŞAŞTIYEK BÛ Kurtulmuş daxuyakirin ku dê di serdana Serokwezîr a Iraqê de hebûna leşkerên tirk a li Beşîkayê bi Hikûmeta Navendî a Iraqê re bê nîqaşkirin û wiha domand: “Em pêşniyarek ku dê wan jî li Beşîkayê bi rihe bike dibin. Paşde vegerîn nayê rojevê. Ji destpêkê ve di polîtîkayên Sûriyeyê de şaşteyek hebû lê bawer nedikirin. Em ligel rejîma Esad û zalim cih nagirin. Em niha vana sererast dikin. Divê li Sûriyeyê di hevdîtina bi Rûsan re liser Helebê aştî û li ser vê aştiya Sûriyeyê bê pêkanîn. Di mesela Musilê de divêbi hikûmeta Iraqê re îtîfaqek nû bê avakirin. Divê destpêkê agirbest bi awayekî rast bê pêkanîn, piştre divê masa rast bê danîn. Dema pêvajoya hevdîtinên pêvajoya aştiyê hatin destpêkirin dê kesên li ser masê biryarê bidin.”