Seroka ANAP'ê yê Berê Nas: Guhertina Qanûna Bingehîn dê Tirkiye hilweşîne 2017-01-07 09:16:02 SENBOL - Seroka ANAP'ê ya Berê Nesrin Nas, têkildarî niqaşên li ser Qanûna Bingehîn diyar kir ku guhertina Qanûna Bingehîn a di dema pêkanîn û girtinên bi OHAL-KHK'ê re dê Tirkiye hilweşînê û têxe nava şerekî kûr. 5'emin Seroka Giştî ya Partiya Anavatanê (ANAP) û akademisyen Nesrin Nas, têkildarî guhertina qanûna bingehîn, rewşa aborî, girtina parlamenterên HDP'ê pirsgirêka kurd û serdema OHAL'ê agahî dan. Nas, di serî de bal kişand ser aboriya Tirkiye û wiha got: "Em êdî bi dolaran radibin û radizên. Tirkiye êdî ji lîsteya pêşketina pîşesaziyê derketiye. Êdî razemenî nayê kirin. Ji bo razemenî û hilberîn bê kirin, divê berî her tiştî baweriya hiqûqê rêveberiyek şefaf û bi ewle bê avakirin. Divê berî her tiştî Banka Neteweyi ji bin zextên siyaseta navendî derkeve. Divê rê li pêşiyapereyên dervê qeydan bê girtin. Li Tirkiye betalî û enflasyon zêde bû. Aboriya Tirkiye biçûk bû. Heta dawiya salê divê Tirkiye ji bo deyn+faiz+fînansa qelşa carî 220 milyar dolar pereyê taze peyda bike. Her ku dowîz zêde dibe Tirkiye dikeve bin deynan. Her ku Serokomar dibêje 'faizan daxin' mixabin Tirkiye rezervan winda dike û razemenî bêtir kêm dibe. Ji ber şer li Tirkiye turîzm têk çû. Em dê di mehê pêş de rastî aboriyek xerabtir bên." PÊŞEROJA NÊZÎK NE BI HÊVÎ YE Nas, bal kişand ser îtîfaqa Tirkiye ya bi Sûriyeyê re ku bi cîhanê re di nava şer de ye û wiha got: "Ji bo rêveberiya yek mirovî û otorîteya yek kesî aborî nayê rastkirin. Heta niha Tirkiye di nava 10 welatên aboriya wan baş de cih digirt. Ji ber vê yekê pêşeroja nêzîk a Tirkiye bê hêvî ye. Li welatê ku bawerî, hiqûq, azadiya ramanê tune be, li welatê ku medya di bin zexta de be razemenî nayê kirin. Di pêvajoya OHAL û KHK'e re razemeniyên heyî jî dê birevin biçin. Ji bo abori baş bibe divê çîrokek ji nûve bê nivîsandin. Divê dewleta ku pêşengiyê dide demokrasî, aramî, aştî û rêveberiya demokratîk pêwist e. QADA GUHERTINA QANÛNA BINGEHÎN NEMA YE Nas, da zanîn ku di vê pêvajoya ku Hevserok û parlamenterên HDP'ê hatine girtin û pêvajoya OHAL'ê de bingehê Qanûna Bingehin tune ye û guhertina Qanûna Bingehîn a di nava van şert û mercan de dê Tîrkiye têxe nava şerekî kûr û Tirkiye ber bi hilweşînê ve bibe. Nas, bal kişand ser mînakê qanûnên cîhanê yên guhertinên di serdema şer û rewşên awarte de qedexe dike û wiha got: "Mirov ji bo vê yekê dikare mînakên Fransa (1958), Portekiz (1976), İspanya (1978), Brezilya (1988), Romanya (1991), Belçika (1994) bide. Di vê pêvajoya ku wekîlên partiya sêyemîn HDP'ê girtîne de û partiya muxalefeta sereke wekî "darbekar-dijmin" tê îlankirin û bi biryarên OHAL-KHK'ê hemû muxalif hatine bêdengkirin de guhertina qanûna bingehîn a ji aliyê du partiyan ve dê civaka Tirkiyeyê bêtir perçe bike û ji hev cuda bike. Rîska ku ev guhertina Qanûna Bingehîn Tirkiye hilweşîne heye. Daxwaza guhertina xala 18'an a pêşkêşî Meclîse bê kirin armanca guhertina rejîmê dike. REFERANDUM TALÛKE YE Nas, destnîşan kir ku ji bo referandumê divê aramî, serbestî û tirs tune be û wiha got: "Em her tiştî dînin aliyeki niha sûcê "Heqareta li Serokomar' heye' Keyayê ku neçûye civîna Serokomar rastî lêpirsînê tê. Çalakiyên daxuyanî û xwepêşandanan tên qedexekirin. Yên çalakiyên DAIŞ'ê şermezar dikin tên binçavkirin û AKP û hevkarê wê MHP hemû derfetên dewletê bikar tînin. Ekran û rojnameyên nêzî îktîdarê serbest û yên din tên girtin. Çalakiyên saziyên sivîl rastî êrîşên hişk ên polîsan tên. Di van şert û mercan de referandum talûke ye. Dina ji şert û mercên 12'ê Îlonê xerabtir e. Berê tenê radyo û tv ya dewletê hebû. Lê niha dema Serokomar û Serokwezîr di axive bi saetan cih didin wî û axaftina wî zindî diweşînin. Di şertê wisa de referandum ji bo pêşeroja civakê pir talûku ye. Nas, destnîşan kir ku hebûna HDP'ê ji bo Tirkiye şensek mezin e û wiha got: "Tirkiye fatura Sûriye ji serê Kurdan derdixe. Fatura Sûriyeyê ji kesên aştiyê dixwaze, dewleta heqûqê dixwaze derdixe. Li Bajarên Kurdan bi mehan kolan hatin qedexekirin. Bi dehan mirov ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dan. Li dijî HDP û siyasetmedarên kurd dijhiqûqî heye. Binçavkirin, girtin û zextên li se gelê kurd li dijî hiqûqê ye. Vê qekê di aliyê hestiyarî de kurd ji Tirkiye qut kirine. ARMANCA MERTALÊN FIRATÊ KANTONÊN KURD IN Nas, bal kişand ser tevgera Mertalên Firatê û destnîşan kir ku armanc ne DAIŞ'e û armanca sereke kantonên kurdan ji hev qut bikin e. Ger ku li şûna şer û rageşiyê diyalog û muzareker hebkûna û rêveberiya Tirkiye di diyalog, muzakereyê de israr kiribkûya dê rewşa Tirkiye ne ev bûya. Li ser navê "em dê çavkaniya terorê zuha bikin" ketine nava celba Sûriyê û êdi nikarin derkevin. Yasin Kobulan - dihaber