Siyasetmedarê kurd Osman: Divê Tirkiye li gel PKK'e diyalogê çêke 2017-01-07 14:16:22 NAVENDA NUÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Mahmûd Osman, têkildarî ziyareta Serokwezîr Bînali Yildirim a Iraqê axivî û diyar kir ku polîtîkayên Tirkiye ya li hemberî PKK'ê şaş e û wiha got: "Divê bi PKK'ê re diyalogê çêkin. PKK ne rêxistinek terorê ye. Ew jî partiyek kurdan e. Divê Birêz Ocalan azad bikin." Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim ji bo hin mijarên serveşartî çû Iraqê. Yildirim dê piştre bi Mesût Barzanî û Neçirvan Barzanî re hevdîtin bike. Têkildarî ziyareta Bînalî Yildirim a Iraqê siyasetmedarê kurd û parlamenterê berê yê Iraqê Mahmûd Osman ji malperê ajansên nûçeyan re nirxandin kir. Osman ji Siputnûkê re axivî û diyar kir ku Serokwezîr Binali Yildirim hebûna PKKê şaş şirove dike û polîtîkayên Tirkiye yê li hemberî PKK'ê rexne kri. 'PKK NE RÊXISTINEKE TERORÊ YE‘ Osman têkildarî polîtîkaya Tirkiye ya li hemberî PKK'ê wiha got: "Polîtîkaya Tirkiyê yên li hemberî PKK'ê şaş in. Siyasetê Tirkiye diyar e ku PKK terorîst dizanin. Ev şaş e û siyaseteke xirab e. Dixwazin Iraq, Sûriye û Herême Kurdistanê li hemberî PKK'ê û PYD'ê hemû alîkariya wan bikin. Ev şaş e û xirab e. PKK terorîst nîne. PKK hizbeke kurdî û niştimanî ye. Tirkiye bixwaze rewşa wan çêtir be, divê diyalogê li gel PKK'ê bikin, Divê Brêz Ocalan azad bikin. Karibin bi aştiyê pirsgirêkan çareser bikin." 'DIVÊ BI RIYA DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN' Osman li ser nîqaş û îdiayên operasyona leşkerî ya li ser baregehên PKKê yên Qendîlê û Şengalê anî ziman ku tê gotin ku di mehên biharê de operasyonê pêk bînin û wiha axivî: "Ev jî bi têkiliyên Tirkiyê, bi Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye. Li gorî daxuyaniyên rêveberên PKK'ê, PDK'ê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê PKK ji Şengalê vekişe. Dive pirsgirêk bi rêyên diyalogê bên çareserkirin."