Altiok a CHP'î: Kiliçdaroglu be jî em red dikin 2017-01-08 11:34:45 ENQERE - Parlamentera CHP'ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok diyar kir ku ji derketina krîza siyesi ne bi rejîmekî nû bi îxtidarê ve pêkan e. Altiok têkîldarî pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn jî nirxandina "Rêbertiya ku yek nayê pirsyarkirin em red dikin ev kî dibe bila be" kir anî ziman ku Kiliçdaroglu be jî ew vî sîstemê red dikin. Parlamentera CHP'ê ya Îzmîrê û Endama Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan Zeynep Altiok der barê binpêkirinên mafan ên di 2016'an de û pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn a ku dê roja duşemê di Meclîsê de bê nîqaşkirin pirsên dîhaberê bersivand. * Binpêkirinên mafan ên ku zêde bûn di 2016'an de derket asta herî jor. Mirov di warê binpêkirina mafan de 14 salên AK Partiyê çawa dikare bixwîne? Di vî pêvajoyê de ji bo ku nebêjin "Sîstema Serokdewletiyê" bi navê "Sîstema serokomariyê" guhertinekî rejîmê ya balkêş dikin. Vî sîstemê jî dixwazin wekî ku nebikêrhatiya xwe ya 14 salan veşirin. Ji ber vê yekê jî di vî Pêvajoyê de polîtîkayên AKP'ê yên şaş bi awayekî zanebûn hin beşên civakî red dike, mafên wan tune dihesibîne, li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her roj bi vî rengî zêde bû û hat pêşberî me. Lê di 2016, vî îxtidara 14 salan a blok red kirin û polîtîkayên ku asteng dikin dema ku hat pêşiya me bi vî rengî sala ka AKP hat pêşberî me bû. Di nava 14 salan de pêvajoya binpêkirinên mafan û hem jî mexdûrkirina civakê ji di feraseta ku dixwaze welat tune bike de bêkontroliyek derxist holê. 'AKP'Ê BEŞÊN MUXALÎF ÊN CIVAKÊ KIR HEDEF' Bi hewldana darbeyê ve jî tabloyek^icuda derket pêşberî me. AKP'ê feraseta rêveberiyê ya ku yên jixwe nînin cuda dike qebûl kiriye. Ji bo ku vî feraseta rêveberiyê mayînde bikin her sal di cemaweriyê de û civakê de kadrobûn pêş xistiye û ev hêz jî wekî sîstema serokatiyê aniye pêşberî me. Li şûna vî beşên civakî ku wan cuda kiribûn nûnerê îdeolojiya îslamê ku wan gihandin, kirin îxtidar li hemberî wan hewldana darbeyê pêk anîn. Dema ku ew kirin hedef di bin navê "ez ji wî hesab dixwazim" de şîdet û pêkûtî zêde kir. Hem li hemberî hemayên Fetullah Gulen ên ku wan kiribûn hedef hem jî beşên civakê yên ku feraseta Fetullah Gulen û yê wî qebûl nakin dike hedef î sîstemekî bi vî rengî tîne. 'MAFÊ JIYANÊ NADIN KESÊN NE OLÎ Û NENETEWEYÎ NE' * Dema ku mirov tînê li hemberî hev piştî tiştên darbeya leşkerî ya 1980'an hatin jiyîn li pêşberî me ye... Belê gelek dişibe 80'an lê nedihat bîra mi ku em weziya xwe ji 80'an bînin. AKP a ku bi gotina "em li dijî darseyan in, em pirsgirêkên vî welatî dibînin, em ê li vî welatî li hemberî pirsgirêkên azadiyê têbikobin" bû îxtidar heye pêşberî me. Lê feraseta wan a azadiyê tenê ji bo nêrîna wan a olî û neteweyî de ye. Ji kesên ku olîbûn û netewebûna wan red dike mafê jiyanê nadin. AKP'ê ferasetakî wisa anî pêşberî me. 'OHAL'Ê DIKIN SÎSTEMEKÎ MAYÎNDE' * OHAL careke din hat dirêjkirin, hûn çi difikirin? Niha guhertina Qanûna Bingehîn mayîndakirina OHAL'ê wêditir tiştek nîne. Niha di çarçoveya OHAL'ê de bi fermana kesekî bi deh hezaran xebatkarên cemaweriyê di şevekî de ji karên xwe tên avêtin, bi îxbara çapemeniya civakî Wezareta Karên Hundir, heke ciwanên Halkevlerî yên laîqbûnê diparêzin ger tên girtin, lê li aliyê din ji gotinên ku wekî êrîşa Reinayê re rê vedike re tu mudaxale nayê kirin ger cotstandardiyekî wisa hebe divê em vî baş binirxînin. Berpirsyarê Tirkiyeya ku niha bêewle ye AKP ye. 'AKP'Ê ŞERÊ ROJHILATA NAVÎN ANÎ VÊ DERÊ' * AK Partî beriya 14 salan li ser mexdûrbûnê bû îxtidar. Îro qerekterê îxtidarê çawa ye? Rejîma ku bi Mereş, Çorum, Sêwasê re hevrû nebûye, bi Dersimê re hevrû nebûye, dîsa bi qatlîamên ku kom û etnîkên din hatine hedefgirtin, hatine jiyîn ji bo xwe veguherîna rejîmê derfetê dibîne. Ji ber ku sîstema ku ji wir girtiye baş fêmkiriye û bi vî rengî hatin îxtidarê. Piştî qatlîama Sêwasê me belasebeb negotibû kesên ku parêzeriya bersûcan dike di îxtidara AKP'ê de li mekanîzmayên kilît bi cih bûn. Em qala Tirkiyeya ku bi vî nêzîkatiyê tê birêvebirin binpêkirinên mafan tînin ziman. Her sal zêde dibe. Ji ber vê yekê jî guhertina rejîmê surprîz nîne. Di 14 salan de nêrînekî ku mekanîzmayên sîstema parlamenter xurt dike, di Yekîtiya Ewropoyê de cih digire dibe ku pêk bihata, li şûna bibe rêberê Rojhilata Navîn dikaribû bûba welatê kilît ê Ewropayê. Îxtidarê ev fersend winda nekiriye, em qala îxtidara ku ev yek vi destên xwe ve tavdaye dikin. Xwestin bibin rêberê Rojhilata Navîn lê bi hemû welatên Rojhilata Navîn ve pirsgirêkan dijîn. Bûn îxtidara ku şerê Rojhilata Navîn anî welatê xwe. ‘BENDEWARIYA TÊGÎNEK OL Û LAÎKBÛNÊ HAT AVAKIRIN’ * Ciwanên Mala Gel ji ber laîkbûn parastin hatin girtin. Gelo êdî laîkbûn sûce? Bawerim êdî derdikeve holê ku laîkbûn ne tenê bi pêşengiya CHP’ê birêve diçe. Ev zîhniyet ji destpêkê ve aliyên ku ji “dê laîkbûn ji dest biçe” bi fikarbûn bi serxwegirî û zextkariyê sûcdar dikir. Lê fikarên wan di cih de bûn, ji ber ku wekî me gotî fikarên hêdî hêdî bi îdolojiya siyaseta îslamî destxistina îktîdarê, xwe li îktîdarê bicih kirin, mekanîzmayên biryarê yên îktîdarê bidestxistin hatibû dîtin. Li Tirkiyeyê laîkbûn ji aliyê hinek aliyan ve şaş tê ziman, wekî putkirina Ataturk, li şûna xwedî li laîkbûna rast derketinê li têgîna wê xwedî tê deerketin û qûrbanî hinek gotinan tê kirin. Ji ber vê bendewariya têgînek laîkbûn û oldariyê hat avakirin. Divê laîkbûn ji tevliheviyan re rê veneke û ji bo wekheviya hemû kesê bê bikaranîn. ‘GER KILIÇDAROGLU JÎ BIBE SEROK EM RED DIKIN’ * Di serê hefteyê de dê li Meclîsê guhertinên qqnûna bingehîn bê destpêkirin, çarçoveya guhertinan tê çi wateyê? Hûn wekî partî difikirin ku dê li dijî vê têkoşînek çawa bidin meşandin? Em parlamentoyek ku pergala demokrasiyek tam, demokrasiyek rast û ewlehiya demokrasiyê digire dest diparêzin. Ji ber vê yekê ger Kiliçdaroglu jî bibe serok em vê pergalê red dikin. Ji ber ku tu hemû kes dikarin bên darizandin. Serokatiya ku kesek neyê lêpirsînkirin kî dibe bila bibe em red dikin. Di pergalên îktîdarê ku bibêjin demokrasî pêşketiye, di mijara demokrasiyê de Tirkiye di nava 167 welatan de di rêza 97’emîn de ye. Ev pir xetere. Ji ber vê dema awayên ne rast ên rêvebirinê anîn pêşiya me em ê ne pejirînin. Hawirdorek zext û şîdetê heye. Em li dijî vê fîîliyeta ku dixwazin bixin fermiyetê ne pirsgirêk eve. Pergalek ku ji bo vê bidin berdewam kirin heye. Dixwazin hemû nirxan bidin destê kesekê. Ji ber vê em ê li dijî rejîma komarê ya heyî, bi demokrasiyek rast xwedî li laîkbûnê derkevin. ‘PÊWÎSTÎ BI ÎKTÎDAREK NÛ HEYE’ * Hevserokên Giştî yên HDP’ê û parlamenter hatin girtin, dîsan lêpirsîn li parlamenterên CHP’ê hat vekirin, li gorî we ev krîza siyasî dikare çawa bê çareserkirin? Ji bo evkrîz bê çareserkirin pêwîstî bi Tirkiyeyek nû, rejîmek nû û sîstemenk nû nîne, pêwîstî bi îktîdarek nû heye. Pêwîstî bi îktîdarek wekheviyê, azadiyê û aştiyê diparêze heye. Di rastiyê de hemû mekanîzmên parlamentoyê ji bo çareseriyê xwedî riyanin. Li ser navê vî welatî çi bê gotin pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Başûr û pirsgirêka wekheviyê heye. Li vî welatî pirsgirêkan azadî, wekhevî, bêkarî û aboriyê heye. Pirsgirêka şîdet û ewlehiya canê mirovan heye. Ji bo van hemû pirsgirêkan, wekî CHP’ê em piştgiriya hemeû liyên muxalif jî deynin holê, arîtmetîga Meclîsê ji ber fereseta îktîdarê, têrê nake pêşniyarên çareseriyê yên me ne girtine rojevê, komîsyonên me yên lêkolînan, pêşnûmeyên me yên qanûnan heye, lê em niha licihê ku AKP’ê hawirdora berxwedanê bi zextan ji holê rakiye ne. Îktîdarek azadîparez û aştîxwaz dikare van pirsgirêkan çareser bike, lê li dijî rejîma zilamekê ku li dijî van hemû nirxan disekine koalîsyonek jî dikare çareseriyê bîne. Ez dixwazim mînakekê bidim; ji bo li dijî hemû cînayetên kiryar ne diyar bên lêkolînkirin, pêşî li vana bê girtin û bi vê re rû bi rû bibin di bin banê Meclîsê de BDP’ê, piştre HDP’ê û CHP’ê pêşnûme dan û ligel ku ev pêşnûme ji aliyê MHP’ê ve hatin qebûlkirin jî bi dengên AKP’ê hat redkirin. Ev jî dide nîşandan ku pergala parlamentiriyê çima naxebite. Sebebê nexebitîna pergala parlamenteriyê îktîdara AKP’ê ye. Îro li Tirkiyeya ku îktîdarê nav lê kiriye dixwazin li ser çandek bîat ji bo îktîdara zilamekê tune bikin. Selamî Aslan - dîhaber