Şiwan Dawidî: Tirkiyê derxistina PKK'ê arnanc dike 2017-01-08 15:06:32 HEWLER - Parlamenterê YNK'ê li Parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî ziyareta Serokwezîr Bînalî Yildirim nirxand û destnîşan kir ku armanca Tirkiyê derxistina PKK'ê ji xaka Iraqê û Şengalê ye. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yîldirim serdana Iraqê kirî û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civîn li Bexdayê pêk anî. Di civînê de li ser 9 xalan li hev kirin. Parlamenterê YNK'ê li Parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî û diyar kir ku lihevkirina wan tenê ji bo hêzên Tirkiyê ji Başîkayê vekîşina wane. Parlamenterê YNK'ê li Parlamentoya Iraqê Şiwan Dawîdî têkildarî armanca civînê axivî û wiha got; "Armanca Tirkiyê eşkereye, dixwazin hêzên PKK'ê li ser xaka Iraqê bi taybet Şengalê derbêxin. Berê amadekariya vê ji aliyê Hîkûmeta Herêma Kurdistanê, Tirkiyê û Iraqê ve hatiye kirin." '28 NAVENDÊN TIRKIYE YÊN LEŞKERÎ LI HERÊMA KURDISTANÊ HENE' Şiwan Dawidî destnîşan kir ku li beramberê vê rewşê wê Tirkiye hêzên xwe ji Başîka bikêşin û wiha got: "Lê di rastiyê de 28 navendên Tirkiye yên leşkerî li ser xaka Herêma Kurdistanê heye. Min dûh di daxuyaniyek ya xwe de daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku daxwaz bike hemû hêzên leşkerî yên Tirk li Herêma Kurdistanê bikêşe. Lê belê wan tenê li ser kêşana hêzên li Başîka li hevkirine."