YNK: Divê li dijî gotinên Yîldirim helwestek hebe 2017-01-08 16:30:42 HEWLER - Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd, bertek nişanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yîldirim da û wiha got: "Pêwiste helwesta aliyên Kurd li dijî daxuyaniya Yildirim hebe. PKK hêzekî nîştimaniye. Ew kesên alikariya DAIŞ'ê dikin terorîst in." Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim, piştî hevdîtina bi Serokê PDK'ê Mesut Barzanî re, bi Barzanî re daxuyaniyek hevpar dan. Yildirim li tenişta Barzanî got "PKK hêzekî terorîst e." Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd nerazîbûn nîşa vê daxuyaniya Yîldirim a li Herêma Kurdistanê da. Salar Mahmut ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî û wiha got: "PKK hêzekî nîştimaniye, ew kesên alîkariya DAIŞ'ê dikin terorîst e" Parlamenter Salar Mehmûd, sekna Barzanî ya li hemberî Yildirim rexne kir û wiha axivî: "Raya giştî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê PKK'ê weke hêzekî tekoşer û azadîxwaz dizanin. PKK ew hêze ku dema DAIŞ'ê êrîşî Hewlêrê kir bê bangawazî hêzên xwe anîn Pêrêzgeha Hewlêr ku paytexta Herêma Kurdistanê ye û welatî parastin. Lê belê Tirkiye û partiya Bînalî Yîldirim bi awayekî resmî Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji wan kir ji bo parastina xaka Herêma Kurdistanê bikin lê belê nehatin." Salar Mehmûd wiha jî got; "Ne şayane ku dibin ala Herêma Kurdistanê de Serokê Hikûmetekê ku kavilkarê Şirnex û bajarên din yên Bakûrê Kurdsitanê ye PKK'ê weke hêzekî terorîst binav bike. Terorîst ew kesin ku alikariya DAIŞ'ê dikin û girêdayî DAIŞ'ê ne. Pêwîste aliyên Kurdistanê dinava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de helwesetekî nîştimanî nîşan bidaya." Der barê armanca serdana Bînalî Yîldirim de, Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd wiha got; "Aboriya Tirkiyê ber bî rûxînê ve diçe. Bi rastî Tirkiyê aboriya Kurdistanê hilweşand. Beşek yê aboriya Tirkiyê ku xwe li ser piyan digre, aboriya ku ji Herêma Kurdistanê dibeye. Ev ji di encama lihevkirina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiyê deye." Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd behsa Rojavayê Kurdsitanê jî kir û wiha berdewam kir: "Tirkiye naxwaze peywendî dinavbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hebe. Ji ber ku wê bibe deriyek din ji bo bazirganiya Herêma Kurdistanê. Tirkiye tenê dixwaze deriyê Tirkiye hebe ji bo Herêma Kurdistanê. Ji ber wê dixwaze PKK ji Şengalê derbikeve û bixwe biçe vê navçeyê. Naxwazin herêmekî fermî li Rojavayê Kurdistanê bê damezirandin." DIVÊ HÊZÊN KURDISTANÊ DAXWAZA MAFÊN GELÊ KURD BIKIN Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd herî dawî wiha got; "Hêzên Kurdistanê dema peywendiya aborî li gel Tirkiyê dikin, pêwîste daxwaza mafê gelê Kurd bikin li Bakûrê Kurdistanê. Pêwîste piştrast bikin ew pereyê ku ji Herêma Kurdistanê diçe ji bo Tirkiyê wê ji bo xirabkirina bajarên Bakûrê Kurdistanê , binçavkirin û girtina parlementer û hevşaredarên Kurd neyên bikaranîn."