CHP jî beşdarî mîtînga 'Em ê teslîm nebin' dibe 2016-11-18 14:21:07 STENBOL - CHP'ê jî biryara tevlîbûna mîtînga "Em ê teslîm nebin" a ku ji aliyê hêzên demokrasî û kedê li Kartalê roja yekşemê li dar dixe, girt. Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê biryara tevlîbûna mîtînga "Em ê teslîm nebin" a ku ji aliyê hêzên demokrasî û kedê li Kartalê di 20'ê mijdarê roja yekşemê li dar dixe, girt. Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê aşkera kir ku ew ê bi pêşengiya rêxistinên navçeyan, baskên ciwanan û rêxistina bajar tevlî mîtîngê bibin. Berê jî gelek parlamenterên CHP'ê û endamên Meclîsa Partiyê ya CHP'ê aşkera kiribûn ku ew piştgiriyê didin mîtînga Kartalê û dê beşdar bibin. Halkevlerî, HDP, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran (TMMOB), KESK û DÎSK'ê jî aşkera kiribûn dê beşdarî mîtîngê bibin.