Ji partiyên kurd bangawazî: Ji bo em careke din jî winda nekin, yekîtî şert e 2017-01-12 09:31:12 AMED - Partiyên kurd balê kişandin ser girîngiya Kongreya Netewî ya Kurd û dest nîşan kir ku, li erdnîgariya Rojhilata Navîn, ji bo çareke din jî gelê kurd winda neke yekîtî şert e. Partiyên Kurdistanî yên li Amedê balê kişandin ser girîngiya Kongreya Netewî ya Kurd û gotin, di serdemeke wisa krîtîk de ji bo kombûn û pêkanîna kongreyê divê her kes peywira dikeve ser milê wan bi cih bîne. ‘JI BO YEÎTIYÊ KURD BI AVANTAJ IN' Endamê Lijneya Birêvebirina Navendî ya Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Vahit Aba, anî ziman ku di vê serdemê de beriya her tiştî pêdiviya gelê kurd bi yekîtiyê heye û got, divê di sedsala 21'emîn de gelê kurd bi bîra netewî, xwe bigihîne maf û azadiyên xwe. Aba wiha axivî: "Konjuktura li Rojhilata Navîn di warê yekîtiya kurdan de konjukrureke biavantaj e. Di warê yekîtiyê de bi salan kêmaniyên gelê kurd çêbûn. Lê niha, êdî divê hemû kêmasî li hêlekê bên danîn û divê hêza xwe bikin yek. Ev yekîtî xwazî bila Kongreya Netewî ya Kurd be, xwazî bila çi be, divê kurd di bin sîwanekê de werin gel hev." Aba diyar kir ku, li Rojhilata Navîn yek ji gelê qedîm gelê kurd e û li cîhanê gelheya wan nêzî 50 milyonî ye û anî ziman ku, divê êdî ev gel li ser xaka xwe bi awayekî azad bijî û wiha domand: "Di vês edsalê de, li Rojhilata Navîn sînorên nû tên xêzkirin. Ji bo kurd careke din di van sînoran de neyên dagirkirin, divê bibin yek û xwedî li hev derkevin." ‘JI BO CAREKE DIN NEYÊ WINDAKIRIN YEKÎTÎ ŞERT E' Berdevkê Tevgera Azadiyê Sedat Dogan jî balê kişand şerê li Rojhilata Navîn û got, piraniya vî şerî li ser erdnîgariya kurdan pêk tê. Dogan diyar kir ku, ji bo gelê kurd di nêvenga şerî de li hemberî polîtîkayên serdestan têk neçin, careke din pêrgî qetlîaman, îxanetan û koçberiyê neyê divê hêza xwe bikin yek û got, ji ber vê ew girîngiyê didin kongreyeke ku her kes xwe tê de bibîne. Dogan wiha domand: "Heke îro kurd bibin yek, dê li Rojava, Şengal, Tirkiye, Başûr û li her derî bibin xwediyê gotinê. Ev hêz tenê nayê wateya şer. Heke kurd yekîtiya xwe ava bikin, wê ji bo wan jiyan jî û azadî jî xweşiktir bibe." ‘JI BO ZAROKÊN ME NEMIRIN DIVÊ EM LI GEL HEV BIN' Dogan, diyar kir ku divê gelê kurd li dijî polîtkayên qirêj ên li herêmê bibin yeke û hişyar kir ku, divê li her çar perçeyî kurd neyên lîstika polîtîkayên qirêj ên dewletên serdest û dest nîşan kir ku, tekane mebesta serdestan ew e ku, di vê sedsalê de gelê kurd bieciqîne, tune bike. Dogan wiha axivî: "Gelê kurd înkara bi sedan salî dikare bi hatine gel hev pûç bike. Em band li kurdan dikin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Ji bo vê jî divê em werin gel hev, yekîtiyekê pêk bînin." ‘DIVÊ EM JI BIRAKUJIYÊ RE BÊJIN NA' Dogan, çûyîna Serokwezîr Bînalî Yildirim a Başûr û hevdîtina wî ya bi Serokê Kurdistana Federe ya Başûr û Serokwezîr Nêçirvan Barzanî re jî niraxnd û wiha got: "Helbet hevdîtinên dewletan tiştekî xwezayî ye. Lê divê gelê kurd hay ji vê hebe. Ji bo di navbera kurdan de şerê birakujiyê pêk neyê, divê hewl bidin. Diçe Iraqê, Başûrê Kuridstanê û bibêje, 'Tu kurdî ez ji te hez dikim. Lê em biçin birayê te yê din bikujin', divê mirov teqez li dijî van vegotinan raweste. Divê kurd di vê mijarê de baldar bin û neyên lîstikê. Divê neyên lîstika dewletan a birakujiyê. Qethiyen divê ev neyê qebûlkirin." ‘JI BO YEKÎTIYÊ DIVÊ HER KES HEWL BIDE' Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Refik Karakoç anî ziman ku, yekîtiya kurdan zaf girîng e û got, divê li her çarperçeyan bangên yekîtiyê û kombûna Kongreya Netewî bê kirin. Karakoç got, ew di wê baweriyê de ye ku ji bo kombûna kongreyê şert û emrc kamil bûne û anî ziman ku, kongre zaf girîng, lê belê hîn jî di nav rêxistinan de pirgirêkên cidî hene. Karakoç wiha axivî: "Em wek HAK-PAR'ê yekîtiyê zaf girîng dibînin. Divê kongreya netewî û yekîtiya kurdan xizmeta armanceke rasteqîn bike. Divê her kes hewl bide. Wek HAK-PAR'ê ji bo yekîtiyê çi têkeve ser milê me em ê bikin. Divê em li dor siyaseteke rasteqîn werin gel hev. Heke her kes peywira dikeve ser milê xwe bi cih bîne, dê kongre kom bibe û dê yekîtî jî pêk bê."